| Ferhengok
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z
|
|
A |
|
|
Abba –
Bi zimanê Aramî, ABBA bi mana ‹bav› e. Binêre: Marqos 14:36;
Romayî 8:15; Galatî 4:6. Afirîd – Mexlûq Amîn – Peyveke
zimanê Îbranî ye, ku mana wê ev e: ‹Rast e›, ‹Belê›,
‹Bila wusa be›, ‹Ez razî me› (Romayî 1:25; 9:5; 1 Korîntî
14:16; 2 Korîntî 1:20). Di Peyxama Yûhenna 3:14 de ev navekî Îsa
Mesîh e, çimkî Yê Rast ew e. Aramî – Zimanekî kevin e. Di dema kevin de miletekî ku li Sûriye
û Îraqa îroyîn rûdinişt û Samî bû, pê dipeyivî. Zimanê
Aramî zimanê Aşûrî, Kildanî û Sûriyanî ye. Di zemanê
Îsa Mesîh de gelek Cihûyan zimanê Aramî dizanibûn, çimkî ew zimanê bazirganiyê bû. Artemîs – Navê pûtekî Yewnaniyan e, ku di dema Peymana Nû de li
gelek cihan dihat perizîn (Karên Şandiyan 19:24-35). Arxêlayos – Ji kerema xwe li peyva Hêrodês binêrin. Asya / Asyaya Biçûk – Di wê demê ji bo ew der ku îro kêm û zêde Tirkiye ye
dihat gotin. Aştî – Haştî, silamet Atî – Edroyî, bi hal ketî. Aqûb – 1) Aqûbê kurê Îshaqê kurê Birahîm
bû. Ew bavê her diwanzdeh eşîrên gelê Îsraêl e. Di
Peymana Nû de çend caran Aqûb ji dêla hemû gelê Îsraêl ve tê
gotin. Ji kerema xwe li peyva ‹Mala Aqûb› binêrin. 2) Aqûbê
Halfayos û Aqûbê Zebedî (birayê Yûhenna) du şagirtên Îsa
Mesîh bûn. 3) Aqûb
serwerekî civîna li Orşelîmê bû. Ew bi xwe nivîskarê
Nameya Aqûb e. Averê
bûn –
Ji rê derketin Avgir – Sunger Axaya – Axaya herêmeke kevin a welatê
Yewnanistanê bû. Bajarê Korîntê hingê diket nav herêma Axayayê
ya Romayî (Karên Şandiyan 18).
|
|
|