| Ferhengok
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z
|
|
B |
|
|
Baal – Navê pûtê Kenaniyan ê herî
girîng bû. Ew pûtekî zêdebûnê, yanî zayînê bû. Bawermendên wî pûtî
bawer dikirin ku ewê heywanên wan, zevî û rezên wan bereket bike. Mena
peyva Baal ‹xweyî› ye. Gelek miletên hawirdora Îsraêl diperizîn wî pûtî.
Gelê Îsraêl jî çaxê ji Xwedê dûr diket, diperizî Baal û bi vî awayî
hêrsa Xwedê dianîn ser xwe. Lê her gav jî Îsraêliyên rast hebûn ku tu
ca-ran perizîna Baal qebûl nekirin. Binêre:
Romayî 11:4; 1 Padîşah 19. Babîl – 1. Babîl navê
bajarekî gelekî kevin e. Di sedsala şeşan berî hatina Îsa de, padîşahê
Babîlê gelek welatên din bindest kiribûn. Miletê wî bi gelê Îsraêl re
şer kir û ew bindest kirin. Gelek Cihû bi xulamtî birin welatê xwe. Gelê
Îsraêl heftê salan li wir ma (Metta 1:11-12, 17; Karên Şandiyan 7:43). 2. Li gor fikra gelekan di 1 Petrûs 5:13 û di Peyxama Yûhenna
de ‹Babîl› ji bo bajarê Romayê tê gotin. Di Peyxama Yûhenna de ‹Babîl›
mînaka miletên ku bi ya Xwedê nakin e, çimkî mirovên bajarê Babîlê guhê
xwe nedan peyva Xwedê (Peyxama Yûhenna 14:8; 17:5; serê 18). Bacgir – (xercgir, vêrgîstên, qemçorçî)
Bacgir li ser navê dewletê pere ji xelkê distandin. Ji ber ku gelekî xapînok
û derewîn bûn, ew di nav Cihûyan de gunehkarên herî xerab dihatin
hesibandin. Bajarê Dawid / Bajarê Pîroz – Ji
bajarê Orşelîmê re tê gotin. Ji kerema xwe li peyva ‹Orşelîmê›
binêrin. Balam – Balam di dema Mûsa de pêxemberîtî
kir. Padîşahê Mowabê Balaq jê dixwest ku nifir li gelê Îsraêl bike
û ji bo vê yekê pere pêşkêşî wî kir. Lê bi ser ku dixwest,
Balam nikaribû li gor daxwaza Balaq bike, çimkî Xwedê nehişt û
milyaketê xwe şand ku rê li ber wî bigire. Dawiyê Balam mecbûr ma ku
gelê Îsraêl pîroz û bimbarek bike. Binêre: Hijmartin 22:4-35; 2 Petrûs
2:15-16; Cihûda 11; Peyxama Yûhenna 2:14. Baraq – Beriya ku li Îsraêl padîşah
hebin, ew yek ji hukumdarên gelê Îsraêl bû. Wî di şer de serwerî
dikir û dijmin bindest kir (Hukumdar 4-5; Îbranî 11:32). Bav – Di Mizgîniyê de ‹Bav›
navekî Xwedê ye. Xwedê serkaniya her tiştî ye.
Her tişt ji Xwedê ye û wî her tişt afirandiye. Çawa ku bê bav
zarok çênabin, bê Xwedê jî tu tişt çênebûye. Lê belê Xwedê mirov
di şiklê (sûretê) xwe de afirand, wî hiş û bîr û ruh da mirov.
Ji ber vê yekê ew bi mana ruhanî bavê hemû mirovan e, lê belê ev qet bi
mana cismanî (fîzîkî) nayê fikirîn. Û wek ku bav ji zarokên xwe hez dike
û ji bo wan xem dixwe, Xwedê jî wusa ji mirovan hez dike û xema wan dixwe. Bêguman
hezkirina Xwedê qat qat di ser ya mirovan re ye. Xwedê bavê mirov ê ruhanî
û ezmanî ye. Kurê Bavê ezmanî yê taybetî jî Îsa Mesîh e. Ji kerema xwe
li peyva ‹Kurê Xwedê› jî binêrin. Bawerî – (îman) Di Peymana Nû de bawerî û bawerkirin dabaşeke
girîng e. Mirov ne bi xîret û karên xwe yên qenc xilas dibe, lê bi baweriyê
(Romayî 4; Galatî 3: Îbranî 11). Bazbend – Xwedê bi destê Mûsa pêxember ji gelê Îsraêl re
emir kir ku peyvên Xwedê hergav ‹li ber çavên wan›
bin (Dubarekirina Qanûnê 6:8). Ji ber vê yekê hin ji Cihûyan çend ayetên
Şerîeta Mûsa li ser kaxezên biçûk dinivîsîn, dixistin nav bazbendan
û datanîn ser çeng an eniya xwe. Belzebûl – Mîrê cinan. Pêşî
Belzebûl navê pûtekî Filîstîniyan bû. Piştre di nav Cihûyan de, bi
mana şermezarkirinê jê re digotin: ‹Xwediyê Mêşan›. Di Peymana
Nû de Belzebûl bi mana Îblîs tê bikaranîn. Binêre: Metta 10:25; 12:24,
27; Marqos 3:22; Lûqa 11:15-19. Berê pêşî – Di dema Peymana Kevin de li
gor emrê Xwedê li Îsraêl her tiştê ku pêşî çêbûye, kur be,
heywanê nêr be, an jî berê erdê, rêz û daran be, ‹berê pêşî›
dihat hesibandin û ji Xwedê re dihat dayîn, çimkî berê pêşî ji Xwedê
re pîroz û bi taybetî yê wî bû. Bi dayîna berê pêşî kifş
dibe ku her tişt yê Xwedê ye. Çaxê berê pêşî derdiket, hêviya
mirovan hebû, ku hemû derameta wan wê qenc çêbe. Binêre: Derketin
13:12-15; 34:19, 26; Qanûna Kahîntiyê 23:17; Hijmartin 18:12; Gotinên Silêman
3:9-10. Di
Peymana Nû de ev peyva ‹berê pêşî › bi çend awayan bi mana ruhanî
tê bikaranîn: Romayî 8:23; 1 Korîntî 15:20, 23; Aqûb 1:18; Peyxama Yûhenna
14:4. Bergîdan – Berdêl, bedel Bêpewre – Kirina bê pîvan û bê raman Bihişt – Cinet Binyamîn – Ji her diwanzdeh kurên Aqûb
yê herî biçûk bû. Pawlos ji eşîra Binyamîn bû. Binêre: Destpêkirin
35:18; Karên Şandiyan 13:21; Romayî 11:1; Filîpî 3:5; Peyxama Yûhenna
7:8. Birahîm – Bavê Aqûb û bavê hemû
gelê Îsraêl û bi mana ruhanî bavê hemû bawermendan e jî. Pêşî bi
pîreka xwe Sara re li bajarê Ûrê (li Îraqê) rûniştibû, lê Xwedê
gazî wî kir û welatê Kenaniyan pê re soz da. Birahîm bi ya Xwedê kir, ji
bajarê xwe derket, pêşî çû Heranê û piştre gihîşt welatê
sozdayî. Xwedê bi wî re peyman girêda û soz dayê, ku dûndana (zuriyeta) wî
wê pirr zêde bibe. Û got ku bi wî hemû milet wê bên bereketkirin. Binêre:
Lûqa 1:55; 3:8, 34; Karên Şandiyan
7:2-32; Romayî 4; Galatî 3; Îbranî 11:8-19. Ji kerema xwe li peyva ‹peymanê› binêrin. Bixûr – Cewiya daran e (wek şîrêzê
ye). Ew ji darên nejihev tê civandin û hişkkirin. Gava tê şewitandin,
bîhneke pirr xweş jê diçe. Di Perestgehê de bixûr li ser gorîgeha
bixûrê ji Xwedê re dihat şewitandin (Derketin 30).
|