Ferhengok

    A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z 

     

     

    C

    Cejna Holikçêkirinê – Her sal payîzê ji 15 heta 21ê meha Çiriyê (di navbera Îlon û Çiriyê de, yanî di navbera meha nehan û dehan de) tê pîrozkirin. Cihû diçin ser rezên xwe û holikan (kolik) çê­di­kin û di wan de ji bo heftiyekê dimînin. Cihû vê yekê dikin, da ku bînin bîra xwe ka çawa Mûsa pêxember gelê Îsraêl ji Misrê deranî û li ser vê yekê ew çil salan li çolê di konan de man (Qanûna Ka­hîntiyê 23:33-36, 39-42, Dubarekirina Şerîetê 16:13-15). Binêre: Yûhenna 7:2.

    Cejna Nanê Şkeva – Ev cejin (eyd) li pey Cejna Derbasbûnê tê û ji panzdeh heta bîst û diduyê meha Nîsanê dikişîne. Ev cejin jî li ser rizgarbûna gelê Îsraêl a ji bindestiya Misriyan tê pîrozkirin. Di vê Cejnê de heft rojan nanê şkeva tê xwarin. Nanê bi hevîrtirşk çêbûyî nayê xwarin. Binêre: Derketin 12:15; Metta 26:17; Marqos 14:1, 12; Lûqa 22:1, 7; Karên Şandiyan 12:4.

    Cejna Pîrozkirina Perestgehê – 167 sal beriya bûyîna Îsa, Pe­restgeha Orşelîmê ji aliyê miletê Sûrî ve hatibû herimandin. Piştî sê salan Cihû ji bin destê Sûriyan azad bûn û Perestgeh hat paqij­kirin. Ji hingê ve Cejna Pîrozkirina Perestgehê tê pîrozkirin. Cejnê ji 25ê meha Kislevê (meha 12an) dest pê dike û heşt rojan dikişîne (Yûhenna 10:22).

    Celîle – Herêmeke li bakurê Îsraêlê ye. Bajarê Nisretê li wir e. Îsa li Celîlê mezin bû û di gelek bajarên Celîlê de Mizgînî da û keramet kirin.

    Cewîşêrîn – Cûreyekî bixûrê ye . Bixûr tiştekî gelek bi qîmet bû û çaxê stêrnas ji bo perizînê hatin ba Îsa, wan ew ji zarok re anî (Metta 2:11). Binêre: Peyxama Yûhenna 18:13.

    Cewîz – Yê ku pirça mî, berx û bizinan diqusîne.  

    Cênîsart – Di perê Gola Celîlê de bajarokek e.

    Cihûda –

    1) Diwanzdeh kurên Aqûb hebûn. Yek ji wan Cihûda bû. Her diwanzdeh kurên Aqûb bûn diwanzdeh eşîrên Îsraêl. Navê welatê Cihûstanê ji navê Cihûda hatiye standin, ji ber ku ew eşîr li wir dijiya.

    2) Bi navê Cihûda du şagirtên Îsa Mesîh hebûn (Lûqa 6:16). Ji van herduyan Cihûdayê Îsxeryotî xayîn derket û wî Îsa da destê yên ku dixwestin wî bikujin.

    3) Cihûda birayekî Aqûb bû û bi xwe nivîskarê ‹Nameya Cihûda› ye (Cihûda 1:1).

    Cihûstan – Herêmeke li Îsraêlê ye.

    Cinoyî – Bi cinan ketî  

    Civîn / civîna bawermendan – Lihevkombûna bawermendên ku bi navê Îsa Mesîh dicivin. Civîna bawermendên Mesîhî ya pêşî li Orşelîmê çêbû (Karên Şandiyan 1-5) û ji wir, hin bi hin di nav miletên Rojhilata Navîn de belav bû.

    Carna jî peyva civînê an civîna bawermendan ji bo tevahiya bawermendên Mesîh tê bikaranîn (Efesî 1:22-23; 5:23-32; Kolosî 1:18-25).

    Civîna giregiran – Civîna mezinên Cihûyan bû. Heftê endamên wê hebû û ew mêr bi xwe kahîn, Şerîetzan an rihspiyên Cihûyan bûn. Serokkahîn serekê Civîna giregiran bû. Ji bo jiyan, bawerî û qanûnên Cihûyan, desthilatî û biryarên Civîna giregiran gelekî gi­rîng bûn, lê destûra wan tune bû ku cezayê mirinê bidin; ev heqê waliyê Romayiyan bû. Binêre: Metta 26:59; Lûqa 22:66; Yûhenna 11:47; Karên Şandiyan 4:15; 5:21; 6:12; 22:30; 23:1.