| Ferhengok
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z
|
|
D |
|
|
Dadbarkirin – Sûcdarkirin, lomekirin, hukumkirin Dadgeh – Mehkeme Dadger – Hakim Dadperwerî – Edalet Dara
ûdê –
Ji wê darê tozeke bîhnxweş tê çêkirin. Cihûyan berî veşartinê
ev dikirin ser cesedê miriyan (Yûhenna 19:39). Dawid
–
Ji kerema xwe li peyva ‹Mala
Dawid›
binêrin. Dehyek
– Di nav gelê Îsraêl de ji van her diwanzdeh eşîran, eşîra Lêwî
kahîntî û kar û barên Konê Şahidiyê / Perestgehê dikirin. Li gor
Şerîeta Mûsa dehyeka berê her tiştên gelê Îsraêl li ser navê
Xwedê ji eşîra Lêwî re dihat dayîn (Qanûna Kahîntiyê 27:30-32). Deramet
– Mehsûl, hatina erdê, wek genim û ceh, nîsk û nok (Lûqa 18:12). Desgîn – Hefsar; ji bo girtina hesp û hêstiran
tê bikaranîn Destdanînserî
– Destdanîna ser serê yekî ye (2 Tîmotêyos 1:6). Gelek caran ev nîşaneke
bereketkirinê ye. Carna, çaxê Îsa mirovekî nexweş qenc dikir, wî
destê xwe datanî ser wî (Marqos 6:5). Çaxê yekî bawermend dest bi karekî
ruhanî kir jî, dest datanîn ser wî (Karên Şandiyan 6:6; 13:3). Destpelînk /
bi destpelînkê –
Lêgerîna bi destan Dêkapolîs
– Herêmeke li Rojhilata Çemê Urdunê ye. Dirixandin
– Ji ber vegirtin, parastin, nedan û hilanîn, dan paş, şûn de girtin Diyarê
Miriyan –
(dinya miriyan) Navê dinya miriyan bi zimanê Yewnanî HADÎS e û bi zimanê
Îbranî ŞEOL e. Ew cihekî tarî yê ji bo miriyan e (Eyûb 10:21). Carna
di Kitêba Pîroz de peyva HADÎS bi mana ‹dojehê› (cehnemê) tê bikaranîn,
çawa ku ew cihekî ezabê ye (Lûqa 16:23). Ji kerema xwe li peyva ‹dojehê›
binêre. Dîmas
– Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî kiribû. Binêre:
Kolosî 4:14; 2 Tîmotêyos 4:10; Filêmon 1:24. Dîtinî
– Tiştên ku carna di xewê de, carna jî bi hişyarî Xwedê tîne ber çavê
mirovan Dîwankirin – Mehkemekirin Dojeh
– (cehnem) Bi Yewnanî GEENNA, bi Îbranî GEHINNOM. Ew bi xwe cihê ezabê
herheyî ye, ji bo wan ên ku di Roja Dawî (Roja Axretê) de dîwana wan tê
kirin. Binêre: Metta 5:22, 29-30; 10:28; 18:9; 23:15, 33; Marqos 9:43-47; Lûqa
12:5; Aqûb 3:6. Ji kerema xwe li peyvên ‹kortala bêbinî› û ‹diyarê
miriyan› binêrin. Dûndan – Zuriyet |