| Ferhengok
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z
|
|
E |
|
|
Egrîpa
– Ji kerema xwe li peyva ‹Hêrodês› binêrin. Elalet – Qerebalix, li hevkombûna gelek
mirovan Erastos
– Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikir. Binêrin:
Karên Şandiyan 19:22; 2 Tîmotêyos 4:20. Di Romayî 16:23 de belkî
behsa yekî din tê kirin. Erîstarxos
– Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikir. Binêre:
Karên Şandiyan19:29; 20:4; 27:2; Kolosî 4:10; Filêmon 1:24. Esaw
– Kurê Îshaqê kurê Birahîm e, birayê wî Aqûb e. Esaw yê mezin bû û
rojekê gava ew gelekî birçî bû, ew heqê nixurîtiya xwe da xwarina zik, ew
firot Aqûbê birayê xwe yê biçûk. Xwedê Aqûb û dûndana (zuriyeta) wî
bijart û kir gelê xwe. Binêre: Destpêkirin 25:21-26; 27:1-41; 32:3-33:16;
Romayî 9:10-13; Îbranî 11:20; 12:16-17.
|