| Ferhengok
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z
|
|
F |
|
|
Fêrisî – Di nav Cihûyan de partiyeke
olperestan (dîndaran) hebû. Ji endamên vê partiyê re ‹Fêrisî› dihat
gotin. Wan Şerîeta Mûsa (Qanûna Mûsa) qenc dizanibû. Ew dîndarên tîr
(hişk) bûn. Wan bawer dikir ku milyaket û ruh hene û mirov piştî
mirinê wê careke din rabin. Gelek rêz û tertîbên (adetên) ku Fêrisiyan pêk
dianîn, di nav Cihûyan de hebûn. Hin ji nav Fêrisiyan ji Îsa hîn dibûn û
piştî rabûna wî bûn şagirtên Îsa (Karên Şandiyan 15:5), lê
gelek ji wan li hember wî derketin. Firewn – Bernavê padîşah yanî mezinê
Misriyan bû. Binêre: Karên Şandiyan 7:10-21; Romayî 9:17; Îbranî
11:24.
|