| Ferhengok
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z
|
|
H |
|
|
Habîl
û Qayîn –
Ew herdu kurên Adem û Hewayê bûn. Qayîn gelek çavnebariya birayê xwe yê
biçûk Habîl dikir, çimkî Xwedê berxên
ku Habîl kiribûn gorî, qebûl kiribû, lê genimê ku Qayîn anîbû
qebûl nekiribû. Hingê Qayîn Habîl kuşt. Xwedê got, ku gerekê Qayîn
li ser erdê revok û serserî be (Destpêkirin 4:1-24). Habîl bawer kir û
kirinên wî rast bûn (Îbranî 11:4). Li ser Qayîn tê gotin ku karên wî
xerab bûn û ew bi xwe ji Yê Xerab bû (1 Yûhenna 3:12). Binêre: Metta
23:35. Cihûda 11. Hacer
– Cêriya Saraya jina Birahîm bû. Ji ber ku Sara zarok nedianîn, Hacer da
Birahîm û Îsmayîl ji wan re çêbû. Lê Îsmayîl ne ew bû, yê ku Xwedê
ji Birahîm re soz dabû. Piştî çend salên din Îshaq kurê Sarayê ji
wan re çêbû û ew bû ew kurê ku Xwedê soz ji Birahîm re dabû (Galatî
4:21-31). Han, handan
– Hatina di ber dilê yekî de, di ber de
hatin, teselîkirin Hekîm – Textor, tuxtor Helêlûya
– Peyveke bi zimanê Îbranî ye û mana wê ev e: ‹Pesinê Xudan bidin›
an ‹Şikir ji Xwedê re›. Binêre: Peyxama Yûhenna 19:1-6. Hemwelatiya
Romayî –
Bi tenê perçek ji wan mirovên ku di Împeratoriya Romayê de rûniştibûn
hemwelatiyên Romayî bûn. Pawlos di nav wan de bû. Mafên wan ên taybetî
hebûn (Karên Şandiyan 16:37). Hêrodês
–
Di Peymana Nû de sê Hêrodês hene û Arxêlayos jî ji mala wan e: 1)
Hêrodêsê Mezin: Gava Îsa Mesîh hat dinyayê, Hêrodêsê Mezin li Cihûstanê,
Celîlê, Îtûryayê û Traxonîdayê padîşah bû (Metta 2:1-19, Lûqa
1:5). Navê bavê wî Antîpater bû. Ew gelekî bêrehm bû, wî jineke xwe,
sê kurên xwe, xesûya xwe, apekî xwe û gelekên din (ji bilî zarokên
Beytlehmê) kuştin. 2)
Hêrodês-Antîpas: Gava Îsa Mesîh û Yûhennayê imadkar dest bi karên xwe
kirin, Hêrodês-Antîpas serdarê, yanî mîrê Celîlê bû (Lûqa 3:1). Bavê
wî Hêrodêsê Mezin bû. Wî serê Yûhennayê imadkar da birîn (Metta
14:1-12, Marqos 6:14-29, Lûqa 9:9). Îsa birin ber Hêrodês û wî Îsa bêqedir
kir û tinazên xwe bi wî kirin (Lûqa 23:3-12). Binêre: Karên Şandiyan
13:1. 3)
Hêrodês-Egrîpa padîşah: Çawa ku di Karên Şandiyan 12:1-24 de tê
diyarkirin, Hêrodês-Egrîpa Petrûs û Aqûb girtin û Aqûb da kuştin.
Bavê Hêrodês-Egrîpa Arîstobûlos bû, Arîstobûlos jî kurê Hêrodêsê
Mezin bû. Kurê
Hêrodês-Egrîpa hebû, navê wî jî Hêrodês-Egrîpa (yê diduyan) bû. Wî
carekê guhê xwe da Pawlos (Karên Şandiyan 25:13-26:32).
Dirûsîla û Bernikê (Karên Şandiyan 24:24; 25:13) jî xwişkên
wî bûn. 4)
Arxêlayos: Kurê Hêrodêsê Mezin û birayê Hêrodês-Antîpas bû. Piştî
mirina bavê xwe ew ji bo demeke kurt bû serdarê Cihûstanê (Metta 2:22). Hêcet – Hêncet, bafik Hêrekirin – Hûr û kûr li tiştekî an li
yekî nêrîn Hêsîr – Dîl, êsîr Hosanna
– Şikir, spasî; HOSANNA bi Îbranî pêşî bi mana ‹Xilas
bike!› bû; piştre ew bû gotineke bi mana ‹Şikir ji Xwedê
re!›. Binêre: Metta 21:9.
|