| Ferhengok
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z
|
|
Î |
|
|
Îblîs
– Dijminê Xwedê û mirovan e. Di Peymana Nû de gelek navên wî hene: Mîrê
cinan (Metta 9:34) Belzebûl (Metta 12:24), yê ku diceribîne (Metta 4:3), yê
Xerab (Metta 5:37), ejder an jî marê kevin (Peyxama Yûhenna 20:2), bavê
derewan (Yûhenna 8:44). Îblîs mirovan dixapîne, ji rê derdixe û dixwaze ku
mirov ji guneh azad nebe. Îsa Mesîh hat, da ku karên Îblîs xera bike (1 Yûhenna
3:8), li gunehên mirovan bibihûre û wan ji hukumdariya Îblîs vegerîne Xwedê
(Karên Şandiyan 26:18). Li dawiya demê, Îblîs û alîkarên wî wê bên
avêtin nav gola êgir (Metta 25:41; Peyxama Yûhenna 20:10). Îbranî
– Îbranî hingê zimanê Cihûyan bû. Kêm û zêde tevahiya Pirraniya
Peymana Kevin bi zimanê Îbranî hatibû nivîsîn. Îdûmeya
– Herêmeke ku dikeve Başûrê Cihûstanê. Hêrodesê Mezin yekî Îdûmeyî
bû. Îman
– Bawerî. Îman peyveke ji zimanên Sêmîtî (Erebî, Îbranî, Sûriyanî,
Aşûrî) tê û Kurdiya wê ‹bawerî› ye. Încîl
–
Ji kerema xwe li peyva ‹Mizgîniyê› binêrin. Îsa
– Navê Îsa di Îbranî de (zimanê Tewratê) YÊŞÛAH e. Mana navê Îsa
/ Yêşûah bi Îbranî ‹Xudan, (me) xilas dike›, ‹Xudan, (me) rizgar
dike› ye (Metta 1:21). Îshaq
– Kurê Birahîm û Sarayê bû. Ew bavê Aqûb û Esaw bû, navê jina wî
Rebeka bû. Mana navê wî ‹ken› e, ji ber ku dê û bavê wî nikaribûn
bawer bikin ku di pîrîtiya xwe de zarokekî wan wê hebe û kenîn (Destpêkirin
17:17-19; 18: 10-15). Binêre: Destpêkirin 21:1-8; Karên Şandiyan
7:8; Romayî 9:7; Îbranî 11:9. Îsraêl
– Du maneyên vê peyvê hene: 1)
Navê mirov e: Çaxê Xwedê Aqûbê bavê gelê Îsraêl pîroz kir, ji wî re
got: Ji niha û pê ve navê te wê bibe Îsraêl. 2)
Di Kitêba Pîroz de navê gel û welatê Cihûyan e. Di dema Îsa Mesîh de Celîle,
Cihûstan, Samerya û Pêreya navên herêmên Îsraêlê bûn. Îşaya – Pêxemberekî bi nav û deng bû, yê ku kêm û zêde 700 salan berî bûyîna Îsa Mesîh li Îsraêlê dijiya. Wî li ser Mesîh gelek pêxemberîtî kiriye, behsa bûyîna wî ya bi taybetî û mirina wî ya di ber mirovan de kiriye û ew di Peymana Kevin, di kitêba Îşaya de berhevkirî ne. Binêre: Metta 3:3; Karên Şandiyan 8:30; Romayî 9:27-29.
|