Ferhengok

    A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z 

     

     

    K

    Kahîn – Kahîn ji dûndana (zuriyeta) Harûn ê birayê Mûsa pê­xember dihatin. Wan ew goriyên ku gelê Îsraêl dianîn, serjêdikirin û pêşkêşî Xwedê dikirin (Lûqa 1:5-10). Ew di ber gel de li ber Xwedê disekinîn, dua û şefaet dikirin û daxwaza Xwedê bi xelkê didan naskirin. Wan dehyeka (deheka, zikata) dexilê û dehyeka hatina berê erdê Îsraêlê ji xwe re distandin.

    Di dema Peymana Nû de di nav civîna mezinên (giregirên) Cihûyan de serekên kahînan jî hebûn. Serokkahîn mezinê hemû ka­hînan bû û berpirsiyariya civîna giregiran dikir (Metta 26:59-66).

    Ji serokkahîn pê ve destûra tu kesî nebû ku bikeve cihê herî pîroz ê Perestgehê û ew jî salê carekê bi tenê diketê, da ku ji bo gunehên gelê Îsraêl afûbûnê bixwaze (Îbranî 9:7).

    Karîndar / Karîndarê her tiştî – Yê ku dikare her tiştî bike; di Mizgîniyê de bi tenê ji bo Xwedê û Îsa Mesîh tê gotin.

    Kenan – Welatê Kenanê navê kevin ê welatê Îsraêl e (Karên Şandiyan 7:11; 13:19).

    Ketme – Paşgotinî, li ser yekî xerab peyivîn, biçûk kirin

    Kinîşt – (bi Yewnanî: SÎNAGOG) Cihê civîna ruhanî ya Cihûyan e. Di dema Îsa Mesîh de kinîşt di her bajarê Cihûyan de hebûn, ne bi tenê li Îsraêl, lê di welatên din de jî yên ku Cihû lê diman, he­bûn. Cihû ji bo xwendina Tewrat, Zebûr û Nivîsînên Pêxemberan û ji bo perizîna (îbadeta) Xwedê li kinîştê dicivin, bi taybetî roja Şemiyê. Gorî (qurban) li wir nayên serjêkirin. Ji kerema xwe li peyva ‹Perestgehê› binêrin.

    Kirinên mirî – Karên bi guneh, yanî karên ku di çavên Xwedê de pûç in; karên ku mirov dibin ber bi mirinê (Îbranî 6:1).

    Kitêb – Hingê kitêb ne wek yên îroyîn bûn, lê nivîsar li ser çerm dihatin nivîsîn û li hev dihatin pêçan.

    Kitêba Pîroz / Nivîsarên Pîroz – Di dema Îsa Mesîh de Kitêba Pîroz Peymana Kevin bû, yanî Tewrat, Kitêbên Dîrokî, Zebûr û Nivîsînên Pêxemberan. Mizgîniya Xwedê (Încîl), yanî Peymana Nû piştî rabûna Îsa Mesîh hat nivîsîn.

    Kîfas – Navê din ê Petrûs e (Yûhenna 1:42).

    Kolonî – Mana kolonî di wê demê de ne mana peyva îroyîn bû. Romayiyan mirovên xwe dibirin derekê, li wir bajarekî nû ava kir û ji derên weha re digotin ‹kolonî›.

    Konê Şahidiyê – Piştî ku gelê Îsraêl ji Misrê derketibû, Xwedê li serê Çiyayê Sînayê ji Mûsa re got, çawa divê ku cihê perizînê (mesken, cihê rawestanê, sekinê) tevî Konê Şahidiyê bê çêkirin (Derketin 25). Gava wan ew çêkirin, rûmeta Xwedê (mezinahiya Xwedê) ew cih tije kir û bi vî awayî Xwedê dida xuyakirin ku ew bi wan re ye (Derketin 38:21). Konê Şahidiyê û Konê Civînê (Derketin 27:21) yek bû. Gelê Îsraêl li wir diciviya. Silêman jî li Orşelîmê Perestgeh di cihê wî de ava kir. Di Konê Şahidiyê de (û di Perestgehê de jî) du ode hebûn. Di cihê herî pîroz de sindoqa peymana Xudan (Dubarekirina Qanûnê 10:8), yanî sindoqa şahi­di­yê (Hijmartin 4:5) hebû. Di cihê pîroz de gorîgeha bixûrê, maseyê nanê pêşberiyê û çiradanka zêrîn hebû. Li ber kon, gorîgeha şe­witandinê û sîtileke mezin a avê hebû.

    Kortala bêbinî – (cehnem) Bi Yewnanî ABÛSSOS. Li gora hîn­kirineke Cihûyan a gelekî kevin, cin li wir girtî tên hilanîn heta ku cezayê xwe bistînin (Lûqa 8:31). Li dawiya demê Îblîs û cinên wî wê ji bo demekê li wir bên girtin (Peyxama Yûhenna 20:1-3), lê ew der ne cihê ezabê herheyî ye.

    Kotel – Dimen; perçê ku rêberiya gemiyê pê tê kirin.

    Kotî – Gurî, girî, nexweşiya çerm. Yên kotî li gor Şerîeta Mûsa murdar bûn û nikaribûn nêzîkî mirovên din bin (Metta 8:2; Lûqa 17:12). Binêre: Qanûna Kahîntiyê 13:46.

    Kurê Dawid – Ji Mesîh re ‹Kurê Dawid› jî tê gotin, ji ber ku pêxemberan digot ku ewê ji mala Dawid bê.

    Kurê Mirov – (Kurê Însan) Îsa Mesîh bi xwe ev nav li xwe kir. Ev nav di nav Cihûyan de nas bû, ji ber ku ew di kitêba Daniyêl pêxember de heye (7:13-14). Ev xwebinavkirina Îsa bi rengekî nixumandî dide xuyakirin ku Îsa ew Mesîh e, ku diviya bihata, herweha ew dîsa ew e, yê ku Xwedê kir padîşahê erd û ezmên. Binêre: Metta 26:64; Marqos 14:62; Yûhenna 3:13.

    Kurê Xwedê – Navekî Îsa Mesîh e. Di Kitêba Pîroz de Kurê Xwedê qet bi mana fîzîkî (cismanî) nayê xebitandin. Îsa Mesîh bi mana ruhanî Kurê Xwedê ye. Kurê Xwedê Peyva Xwedê ye û Peyva Xwedê bi xwe Xwedê ye. Kurê Xwedê ji Bav, ji Xwedê tê. Ji berî afirandina (xuliqandina) erd û ezmanan Kur li ba Bav bû. Bav û Kur yek in, daxwaza wan jî yek e, hukumdariya Kur wek a Bav e û Kur, Bav ji mirovan re dide zanîn û eşkerekirin. Kur bi her awayî eşkerebûna Bav e (Lûqa 10:22; Yûhenna 1:1-5; 5:21-23; 10:30; 13:3; 14:9; 16:27-28; 17:1; Îbranî 1:1-4).  

    Kustax – Qure, pozbilind, xwe mezin dîtin