| Ferhengok
A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z
|
L |
|
Lavije
– Îlahî, stranên ruhanî yên ku ji Xwedê re tên gotin. Lejyon
– Ordiya leşkerî. ‹Lejyon› di ordiya Romayiyan de komeke leşkeriyan
di dora 5000-6000an de bû. Lengergeh – Stirîngeh, kara gemiyan, gemîwergeh Letan – Li benda fersendê man (bi nêta xerab) Levakirin – Parîkirin, parvekirin Lê hilatin – Erz şkandin; deng lê hildan Lêwî – 1)
Yek ji her diwanzdeh kurên Aqûb bû (ji Aqûb re Îsraêl jî tê gotin). Lêwî
bi xwe jî yek ji wan her diwanzdeh eşîrên Îsraêl bû (Peyxama Yûhenna
7:7). Mûsa pêxember û birayê wî Harûn, herdu jî ji vê eşîrê bûn.
Xwedê Harûn û dûndana (zuriyeta) wî ji bo kahîntiyê hilbijartin. Yên ji
vê eşîrê mayî alîkariya van kahînan dikirin (Lûqa 10:32). Ji kerema
xwe li peyva ‹kahîn›
jî
binêrin. 2)
Navê şagirtekî Îsa Mesîh e. Jê re Metta jî tê gotin. Binêre: Metta
9:9-13; Marqos 2:14-15. Lût
– Biraziyê Birahîm bû. Gava Birahîm çû welatê ku Xwedê soz dabû wî,
Lût bi wî re çû. Çaxê ku ew gihîştin wî welatî, Lût bi mala xwe
ve çû bajarê Sodomê û li wir di nav mirovên xerab de ma. Beriya ku Xwedê
bajarê Sodom wêran bike, wî milyaket şandin, da ku Lût û mala wî
rizgar bikin, lê jina Lût guhê xwe neda wan û mir. Binêre: Destpêkirin
11:27. 31; 14:1-16; 19:1-38; Lûqa 17:28-32; 2 Petrûs 2:7. Lûqa
– Hekîm (textor) û dîrokzan bû. Ew şagirtê Îsa bû, lê ne ji her
diwanzdeh şandiyan bû. Wî ‹Mizgîniya li gor Lûqa› û ‹Karên
Şandiyan› nivîsiye. Binêre: Kolosî 4:14; 2 Tîmotêyos 4:11; Filêmon
1:24.
|
|
|