Ferhengok

    A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z 

     

     

    M

    Mala Aqûb – Gelê (miletê) Îsraêl. Aqûb û Îsraêl yek in. Her di­wanzdeh kurên Aqûb, yanî kurên Îsraêl, bûne diwanzdeh eşîrên Îsraêl.

    Mala Dawid – Di dema Peymana Kevin de Dawid padîşahê Îs­ra­êlê yê herî mezin bû. Piştî wî kurê wî Silêman bû padîşahê Îsraêlê. Ji mal û dûndana (zuriyeta) Dawid gelek padîşah rabûn. Dawid kêm û zêde hezar salî berî bûyîna Mesîh dijiya. Ji kerema xwe li peyva ‹Kurê Dawid› jî binêrin.

    Mala Xwedê – Ji wî cihê ku Xwedê ji bo xwe hilbijartiye re, Mala Xwedê tê gotin. Di dema Mûsa de konek (Konê Şahidiyê) bû û piştre ji dêla vî konî ve li Orşelîmê Perestgeh hat avakirin û ew bû Mala Xwedê. Ew cihê perizînê (îbadetê) yê gelê Îsraêl bû.

    Manna – Çaxê Xwedê gelê Îsraêl ji Misrê derxist, anî çolê. Ew der cihekî xurû-vala (viqî-vala), bê şînayî û bê dar bû. Li wir her sibe, ji bo xwarinê Xwedê manna ji ezmanan dibarand û dida wan, çimkî xwarina wan tunebû. Her sibê gelê Îsraêl derdiket derve, diçû, ji bo rojekê manna dicivandin û dikirin nan, dixwarin. Manna tiştekî wek xwîsê xuya dibû. Libên wî girover û spî bûn, wek tovê gijnîjê (kişniş). Û tama wî wek tama nanê şkevayê hingivkirî bû. (Derketin 16; Hijmartin 11:4-9, Îbranî 9:4).

    Ji kerema xwe li van ayetan jî binêrin: Yûhenna 6:31-58. Derketin 16:32-34 û Peyxama Yûhenna 2:17.

    Marqos – Wî ‹Mizgîniya li gor Marqos› nivîsiye û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya Barnabas û Pawlos dikir. Binêre: Karên Şandiyan 12:12, 25; 13:13; 15:37-39; Filêmon 24; 2 Tîmotêyos 4:11; 1 Petrûs 5:13.

    Mehder / Mehdervan – Şefaet; yê ku şefaet an navberiyê dike. Binêre: Romayî 8:26; Îbranî 7:25; 1 Yûhenna 2:1.

    Melkîsedek – Ew di dema Birahîm de padîşahê Şelîmê (Orşelîmê) û kahînê Xwedê bû. Wî Birahîm pîroz kir û Birahîm jî dehyek da wî. Di Nameya ji Îbraniyan re ew bi Îsa Mesîh tê rû bi rû kirin. Binêre: Destpêkirin 14:17-20; Îbranî 5:6-10; 6:20; 7:1-17.

    Meryem – Çend jinên bi navê Meryem hene:

    1. Diya Îsa (Metta 1:18; Lûqa 1:30; Karên Şandiyan 1:14).

    2. Meryema Mejdelanî (Metta 27:56; Marqos 16:9; Lûqa 8:2; Yûhenna 20:1-2, 11-18).

    3. Meryema xwişka Merta û Lazar (Lûqa 10:38-42; Yûhenna 11:1-5; 12:1-7).

    4. Meryema diya Aqûbê şagirtê Îsa Mesîh (Metta 27:56; Marqos 15:40; 16:1; Lûqa 24:10).

    5. Meryema diya Yûhenna-Marqos. Mala wê li Orşelîmê hebû, li wir şagirtên Îsa diciviyan (Karên Şandiyan 12:12).

    Meshkirin – (Rûnkirin, dohnkirin)

    1) Li gor adeta Cihûyan gava yek dibû padîşah, ew dihat rûnkirin. Ev jî dibû nîşana ku ev kes bûye padîşah. Êdî mesîhê Xwedê ew e, ku Xwedê hilbijartiye û nîşan kiriye, yanî Mesîh e (Lûqa 4:18). Ji kerema xwe di bin peyva ‹Mesîh› de bixwînin.

    2) Xelkê hingê jî rûn, wek rûnekî (dohn, hetwan) bîhnxweş li serê mêvanên xwe dida (Lûqa 7:46, Zebûr 23:5) û laşên miriyên xwe jî pê rûn dikirin (Lûqa 23:56-24:1).

    Mesîh – Mesîh peyveke Îbranî ye. Mana vê peyvê bi Îbranî ev e: ‹Yê rûnkirî / yê dohnkirî / yê mesîhandî›. Di Peymana Kevin de, gava yek dibû padîşah, ew dihat rûnkirin. Ev jî dibû nîşana ku ev kes bûye padîşah. Di Mizgîniyê de Mesîh padîşahê seranserê dinyayê ye. Rûnkirina wî ji ezmanan e. Xwedê ew hilbijart û kifş kir, da ku mirovan ji gunehên wan xilas bike. Peyva ‹Mesîh› bi zimanê Yewnanî XRISTOS e. (Gotina ‹Xristiyan› an jî ‹Mesîhî› ji vir tê.)

    Mestere – Şiklê orîjînal ê tiştekî, nimûne  

    Metta – Bacgir bû. Ew şagirtekî Îsa Mesîh bû û ‹Încîla Metta› jî wî nivîsiye. Binêre: Metta 9:9-13.

    Milet / miletên din – Di nav Cihûyan de ‹milet› ji bo hemû mirovên ku ne Cihû ne dihat gotin.

    Mizgînî – (Mizgîniya Xwedê) ‹Încîl› ji qurmê (ra, kok) peyva EUANGELION a bi zimanê Yewnanî tê. Mana wê ‹Mizgînî› ye.

    Molox û Reyfan – Molox xwedayekî (pûtekî) gelê Amoniyan bû û tê gotin ku Reyfan xwedayekî Misriyan an Aşûriyan bû (Karên Şandiyan 7:43).

    Mur – Rûnekî bîhnxweş ku wek derman an jî wek parfum hat bikaranîn. Mur tiştekî gelekî biha bû.

    Murdar û paqij / nepak û pak – (helal û heram)

    1. Ji bo Cihûyan ev bi emrên li ser xwarin û vexwarinê, şuştin û rabûn û rûniştinê girêdayî ye. Li gor Şerîeta Mûsa hin cûreyên heywanan heram dihatin hesibandin: Mesele çend cûreyên tey­rên ezmanan, beraz, çend heywanên deryayê û hemû qum­qumeyan (margîseyan, kêlegirakan). Cesedê mirovan, mirovên kotî û yên bi nexweşiyên çerm (Qanûna Kahîntiyê 11; Duba­rekirina Qanûnê 14:3-21). Eger yekî destê xwe li mirovekî kotî an cesed bida, ew êdî murdar (heram) dibû û destûra wî nebû ku nêzîkî mirovên din an jî cihên pîroz bibe. Ji bo ku mirovek dîsa paqij / pak bibûya, qanûnên cûr bi cûr hebûn. Mesele mirov bi gorîdayînê û bi xweşuştinê paqij dibû. Carna lazim bû ku ew biçe ba kahîn, da ku ew bêje, ka ew paqij bûye an na. (Qanûna Kahîntiyê 13; Metta 8:4). Îsa di wan tiştan de guh neda adetên bav û kalan (Marqos 7:1-24). Mesele Îsa jî destê xwe li mirovên kotî da û ew qenc, yanî paqij kirin (Metta 8:1-4). Li gor gotina Îsa Mesîh kifş e ku hemû xwarin helal e (Marqos 7:19).

    2. Mirovên ku bi ruhên nepak (cinan) ketibûn jî murdar dihatin hesibandin. Hêza Îsa li ser wan ruhên xerab jî hebû. Wî ew derxistin û mirov qenc bûn (Lûqa 4:30-36).

    Mûsa – Pêxember û serwerê pêşî yê gelê Îsraêl bû. Ew bi xwe li Misrê hat dinyayê û bû yek ji mezinên Firewn. Dema ku gelê Îsraêl hêsîr û xulamên welatê Misrê bûn, Xwedê ew bijart û gelê Îsraêl bi destê wî rizgar kir. Xwedê bi destê Mûsa Şerîet jî daye gelê Îsraêl. (Derketin 1-20). Binêre: Metta 8:4; 17:3-4; Yûhenna 5:45-46; Îbranî 3:2-5, 16.