Ferhengok

    A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z 

     

     

    N

    Nanê pêşberiyê – (nanê hizûrê) Di Konê Şahidiyê de (Konê Ci­vînê) û piştre jî di Perestgehê de nanê pîroz hebû. Ev nan li ser maseyê zêrîn ‹li pêşberî Xudan› dihatin rêzkirin. Her roja Şemiyê kahînan diwanzdeh nanên şkeva yên bê hevîrtirşk çêdikirin, li ser maseyê zêrîn (sifra zêrîn) datanîn û yên ji heftiya din mayî di cihekî pîroz de dixwarin. Tenê destûra kahînan (kurên Harûn) he­bû ku vî nanî bixwin. Ev nan nîşaneke Peymana Xudan bû, ku ew tevî gelê Îsraêl e (Qanûna Kahîntiyê 24:1-9). Binêre: Metta 12:4; Marqos 2:26; Lûqa 6:4; Îbranî 9:2.

    Nard – (sumbul, mur, zimir) Şînayiyeke Hindistanî ye. Rûnê (dohnê) bîhnxweş jê tê derxistin. Nard gelekî biha bû. Binêre: Marqos 14:3; Yûhenna 12:3, 5.

    Nedir – (gorî, qurban) Ew tişt in ku ji Xwedê re hatine sozdan (Karên Şandiyan 18:18; 21:23).

    Li gor Şerîeta Mûsa (Derketin 13) mirov û heywanên nixurî yên nêr ji bo Xwedê nedir (gorî) bûn (Lûqa 2:23). Heywanên nixurî dihatin serjêkirin û ji dêla her zarokê nixurî ve jî heywanek dihat serjêkirin. Carna mirovan jî pêşkêşek wek nedir ji Xwedê re soz didan (Karên Şandiyan 18:18; 21:23).

    Neman – Serwerekî leşkerên welatê Sûriyê bû. Ew kotî bû û gava li ser Êlîşa pêxember bihîst, çû ba wî, hêvî jê kir ku wî qenc bike. Êlîşa jê re got ku divê ew here çemê Ûrdunê û heft caran xwe noqî bin avê bike. Neman bi ya pêxember kir û Xwedê ew paqij û qenc kir. Binêre: 2 Padîşah 5:1-27; Lûqa 4:27.

    Nêrevan – Yên ku diçin cihekî din, hîn dibin û li ser rewşa wî cihî agahiyê didin (casûs)

    Nifş – Nesil, nesîl

    Nivîsarên Pîroz – (Nivîsara Pîroz) Di dema Îsa Mesîh de ev bûn: Tewrat, Zebûr, Nivîsînên Pêxemberan. Mizgîniya Xwedê (Încîl) piştî rabûna Îsa Mesîh hat nivîsîn.

    Nînewa – Bajarekî kevin li aliyê Mosûlê ye. Xwedê Ûnis pê­xem­ber şand wir, da ku ew wan ji riyên wan ên xerab vegerîne. Gava wan peyvên Ûnis bihîstin, bi şîn û girîn tobe kirin û Xwedê li wan bihûrt. Binêre: Kitêba Ûnis 1-4; Metta 12:41; Lûqa 11:30-32.

    Nûh – Mirovekî rast û bi dilê Xwedê bû. Hemû mirovên demê wî, gelek xerabî û guneh dikirin û Xwedê biryar da ku ew bi tofaneke mezin hemû mirovan helak bike. Xwedê ji Nûh re got ku divê ew gemiyeke mezin çêke, da ku ew û mala wî û ji her heywanan jî cotek pê rizgar bibin. Wî bi ya Xwedê kir û xilas bû. Binêre: Dest­pêkirin 6:9-10:32; Metta 24:37-39; Lûqa 3:36; 17:26-27; Îbranî 11:7; 1 Petrûs 3:20; 2 Petrûs 2:5.