Ferhengok

    A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z 

     

     

    P

    Padîşahiya Xwedê / Padîşahiya Ezmanan / Padîşahî – (Dest­hi­la­tiya Xwedê, Qiraliya Xwedê) Padîşahiya Xwedê hukumdariya wî ye. Gava mirov li ber Xwedê rabû (Destpêkirin 3), hingê Îblîs ew kir bindestê gunehan (Lûqa 4:5-6, 1 Korîntî 2:8, 15:24-27, 2 Korîntî 4:4). Lê belê Xwedê bi jiyan, mirin û rabûna Îsa Mesîh deriyê Padîşahiya xwe ji mirovan re vekir. Kesên ku bi Mizgîniya Îsa Mesîh bawer dikin, dikevin Padîşahiya Xwedê (Marqos 10:15, Metta 19:16-17, 23-30, 6:33). Hingê Xwedê dibe Padîşahê wan û ew ji bin hukumdariya Îblîs û gunehan derdikevin ( Kolosî 1:13). Ji ber vê yekê tê gotin ku bi hatina Mesîh Padîşahiya Xwedê jî bi awayekî nû di nav mirovan de destpêkiriye. Gava ku Îsa Mesîh careke din bê, hingê Padîşahiya Xwedê wê tam temam bibe.

    Metta peyva ‹Ezmanan› ji dêla ‹Xwedê› ve bikar anî, çimkî wî bêtir li gor devokê Cihûyan nivîsî û ne adeta Cihûyan bû, ku navê Xwedê yê pîroz pirr zêde bi kar bînin.. Li derên ku Metta ‹Padîşahiya Ezmanan› nivîsî, Marqos û Lûqa ‹Padîşahiya Xwedê› nivîsîn (Metta 4:17 û Marqos 1:15; Metta 5:9 û Lûqa 6:20; Metta 8:11 û Lûqa 13:28).

    Para pêşî – Ji kerema xwe li peyva ‹Berê pêşî› binêrin.

    Pawlos – Ew yekî Fêrisî bû û pêşî dijminê bawermendên Mesîh bû. Îsa jê re xuya bû û ew kir şandiyê ji bo miletên ku ne Cihû bûn (Karên Şandiyan 9). Ew gelekî li Sûriye, li Enedolû û li Yew­nanistanê geriya û Mizgînî dida bihîstin. Tê gotin ku ew li Romayê ji ber baweriya Mesîhî hat kuştin. Pirraniya nameyên di Peymana Nû de, ji aliyê wî ve hatine nivîsîn û gelek serhatiyên wî di kitêba Karên Şandiyan de nivîsî ne.

    Peredank – Sindoqa bêş û xêran. Xelkê xêr û xêratên xwe dixistin wê.

    Perestgeh – (Îbadetxane, Mabet) Perestgeh avahiya herî girîng a Cihûyan bû. Silêman padîşah Perestgeha pêşî di bajarê Orşelîmê de ava kir. Ew li Orşelîmê tenê hebû. Gelê Îsraêl dua û perizînên (îbadetên) xwe li wir dikirin û goriyên (qurbanên) xwe li wir ser­jêdikirin. Perestgeha ku Silêman ava kiribû, piştî 350 salan ji aliyê xelkên Babîlê ve hat xera kirin. Perestgeha ku di dema Îsa de hebû, Hêrodêsê Mezin bi awayekî gelekî spehî çêkir.

    Perestgeh çar beş (qisim) bû: Hewş, Hundir, Pîrozgeh û Cihê Herî Pîroz (Pîroziya Pîroz, Pîroztirîn). Perdeyeke mezin Pîrozgeh û Cihê Herî Pîroz ji hev vediqetand. Salê carekê Serokkahîn diçû Cihê Pîroz. Piştî ku gorî dihatin serjêkirin, wî li wir hem di ber gunehên xwe de û hem di ber gunehên gelê xwe de dua dikir û afûbûna gunehan ji Xwedê dixwest. Gava Îsa li ser xaçê mir, ev perda pîroz di nîvî re çiriya (Lûqa 23:44-46).

    Di sala 70ê de, piştî bûyîna Îsa Mesîh, fermandarê leşkerî yê Împeratoriya Romayê, Tîtos, Perestgeh ji destê Cihûyan derxist û wêran kir. Ji hingê ve û heta roja îro Perestgeh careke din nehatiye avakirin. Niha civîna bawermendan û bawermend bi xwe perest­ge­ha Xwedê ne (1 Korîntî 3:17; 6:19; 2 Korîntî 6:16; Efesî 2:20-21). Ji kerema xwe li peyva ‹Konê Şahidiyê› binêrin.

    Pergal – rêkûpêkî, rêz û tertîb, sîstem

    Perizîn – Îbadetkirin, hebandina Xwedê  

    Petrûs – Jê re Şimûn jî tê gotin. Ew yek ji her diwanzdeh şagirtên Îsa bû. Ew şandiyê Îsa bû û di civîna pêşî ya li Orşelîmê de mi­rovekî girîng bû. Mana navê Petrûs bi Yewnanî ‹kevir / lat› e. Di Peymana Nû de du nameyên wî hene (1 û 2 Petrûs). Navê wî yê din ‹Kîfas› e (Yûhenna 1:42).

    Peyman – (ehd) Peyman di nav mirovan de, di nav dewletan de, an jî di nav Xwedê û mirovan de tê girêdan. Di Kitêba Pîroz de, Xwedê çend peyman girêdan: Bi Nûh re (Destpêkirin 9:1-17), bi Birahîm re (Destpêkirin 17:1-8), bi gelê Îsraêl re (Dubarekirina Qanûnê 29:10-15) û di dawiyê de bi wan hemûyên ku baweriya xwe bi Îsa tînin re peymana xwe girêda. Di Kitêba Pîroz de, pey­man yek alî ye. Peymana ku di nav Xwedê û gelê wî de ye, ne peymaneke di nav heval an şirîkên wekhev de ye. Peyman ji aliyê Xwedê ve û li gor daxwaza wî bi mirovan re tê girêdan. Xwedê soz dide ku alîkariya mirovan bike, lê Xwedê çavnêriyê jî dike ka mirov emrên wî bi cih tînin an naynin.

    Peymana Kevin – Tewrat. Di kitêba Peymana Kevin de Tewrat, Kitêbên Dîrokî, Zebûr û Nivîsarên Pêxemberan hatine berhevkirin. Peymana ku Xwedê bi Mûsa û bi gelê Îsraêl re girêdaye Peymana Kevin e. Ji kerema xwe li peyva ‹peymanê› jî binêrin.

    Peymana Nû – Încîl; Di kitêba Peymana Nû de Încîl, Karên Şan­diyan, Nameyên Şandiyan û Peyxama Yûhenna hatine berhevkirin. Peymana Nû ew peyman e, ya ku Xwedê bi Îsa Mesîh pêşkêşî hemû mirovan dike. Ji kerema xwe li peyva ‹peymanê› jî binêrin.

    Peyv – (gotin, xeber, qise, kelam, kelîme) Di dema Îsa Mesîh de, di nav Cihûyan de, Peyv û Peyva Xwedê bi mana taybetî dihat bikaranîn. Peyv ew gotin e ku ji devê Xwedê derdikeve û her tişt bi wê diafire û afiriye (çêbû ye). Gava Xwedê erd û ezman afi­randin, wî peyva xwe got û ew bi wê çêbûn (Destpêkirin 1, Zebûr 33:6, 9; Yûhenna 1:3; Gotinên Silêman 8:22-31; Îşaya 55:11). Peyv ew gotin e ku ji devê Xwedê derdikeve û daxwaza wî pêk tîne (Zebûr 107:19-20; Yûhenna 3:16; 5:24; 6:68). Peyv jî zanîn û şehrezayiya Xwedê ye (Gotinên Silêman 8). Peyv bi xwe Xwedê ye (Yûhenna 1:1); serkaniya jiyanê ye (1:4, 5:24, 26, 6:57, 68) û Peyv bi şexsê Îsa Mesîh bû xwîn û goşt, hat vê dinyayê (Yûhenna 1:14).

    Peyxam – Tiştê ku Xwedê ji yekî re eşkere dike, dibêje, an nîşan dide. Binêre: 1 Korîntî 14:6, 26, 30; 2 Korîntî 12:1, 7; Galatî 1:12; Peyxama Yûhenna 1:1.

    Pêxember – (nebî) Ew mirovên xwedênas bûn. Xwedê bi wan re dipeyivî, da ku ew gotina wî bigihînin mirovan. Di Peymana Kevin de yên herî nas ev in: Mûsa, Êlyas, Îşaya, Yêremya, Ûnis û Daniyêl. Hê gelek pêxemberên din jî hebûn.

    Pîroz – Xwedê pîroz e, yanî ew bêkêmahî ye, ew yê herî bilind, yê herî rewnaq û yê herî şewqdar e (Lûqa 1:49; Peyxama Yûhenna 4:8). Em dikarin şikir ji Xwedê re bikin, qenc li ser wî bêjin û navê wî pîroz bikin (Efesî 1:3), yanî pesnê wî bikin.

    Îsa Mesîh pîroz e (Marqos 1:24; Lûqa 1:35; Yûhenna 6:69), yanî ew jî bêkêmahî ye û ji bo Xwedê hêja ye; ew bi xwe yê Xwedê ye, bi Xwedê re ye û Xwedê ye. Peyva ‹pîroz› rûmet, hêjatî û bilindahiya wî şîrove dike (Metta 23:39; Lûqa 13:35).

    Mirovên  ku dixwazin  nêzîkî Xwedê  bibin,  divê  pîroz  bin (1 Selanîkî 3:13; 4:7; 1 Petrûs 1:16), yanî ji Xwedê re veqetandî bin; di ruh, di bîr û baweriya xwe û di jiyana xwe de pak û paqij bin, ji Xwedê re meqbûl bin û li gor peyva wî bikin. Mirov bi hêza xwe bi xwe nikare bigihîje vê pîroziyê, lê belê Îsa Mesîh xwe ji bo şa­girtên xwe, xwe kir veqetandiyê pîroz, da ku ew jî bi rastiyê pîroz bibin (Yûhenna 17:19). Îcar bawermend pîroz in, çimkî Xwedê ew bijartine (1 Petrûs 2:9-10).

    Carna peyva ‹pîrozkirin› bi mana ‹bimbarekkirinê› ye: Bijar­tin, duayên qenc kirin, xêrxwestin, parastin.

    Pol – polik. Perên bronz (mefrek) in, yên herî bêqîmet in. Ji ke­rema xwe li tabloya li dawiya ferhengokê binêrin.

    Priskîla û Akîlas – Hevalên Pawlos bûn û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikirin. Binêre: Karên Şandiyan 18:2, 18, 26; Romayî 16:3-5; 1 Korîntî 16:19; 2 Tîmotêyos 4:19.

    Pûtperest – Kesên pûtperêz. Yên ku hingê ne Cihû bûn, lê ji hemû gelên din bûn ku bawerî bi Xwedayê rast nedianîn an jî diperizîn kevir, dar û tiştên din.