Ferhengok

    A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z 

     

     

    R

    Ra – Reh, kok

    Ragirtin – Tehmûlkirin

    Raspêr – Yê ku zarok lê tê spartin

    Rebbî – Ji bo pisporên Şerîetê dihat gotin. Bi Aramî bi mana ‹Mamoste› ye.

    Rebeka – Pîreka Îshaqê kurê Birahîm bû. Diya Aqûb û Esaw (Romayî 9:10-13).

    Rewneqî – Rûmet, bilindahî, spehîtayî

    Rexab – Çaxê gelê Îsraêl welatê Kenan vegirt, li Erîhayê fahîşe bû, lê baweriya xwe bi Xwedê anî û alîkariya nêrevanên gelê Îsraêl kir û rizgar bû. Binêre: Metta 1:5; Îbranî 11:31; Aqûb 2:25.

    Rê, Riya Xudan – Li ser mirovên ku baweriya xwe bi Îsa Mesîh anîn tê gotin ku ew li ser Riya Xudan dimeşin. Carna mana Rê ‹bawerî› an ‹bi Îsa Mesîh bawerkirin› e.

    Rêşî – Xwedê ji Mûsa re got ku ew li gelê Îsraêl emir bike ku ew rêşiyan bi dawa cilên xwe ve bikin, da ku çaxê wan bibînin, ew hemû emrên Xwedê bînin bîra xwe û wan pêk bînin û dilê wan ji Xwedê dûr nekeve (Hijmartin 15:37-40). Fêrisiyan rêşiyên cilên xwe gelek dirêj dikirin, da ku xelk bêjin ew gelek bawermend in û nêzîkî Xwedê ne, lê wan ev yek ji durûtiya xwe dikirin (Metta 23:5).

    Rikin – Enîşka dîwarê xênî. Kevirê rikin: Kevirê enîşkê  

    Roja Amadekirinê – Roja berî roja Şemiyê bû, yanî roja Înê bû. Di vê rojê de Cihûyan xwe ji bo roja Şemiyê amade dikir, çimkî di roja Sebtê de destûra wan tunebû ku bixebitin.

    Roja Pentîkostê – Bi zimanê Yewnanî PENTEKOSTÊ, yanî roja pêncî; di Peymana Kevin de Xwedê emir da gelê Îsraêl ku heft heftiyan piştî Cejna Derbasbûnê cejneke din pîroz bikin. Di vê cej­nê de gel ji hemû berê xwe yê pêşî diyarî pêşkêşî Xwedê dikirin (Qanûna Kahîntiyê 23:15-21). Îsa Mesîh Ruhê Pîroz ji Bav stand û Roja Cejna Pentîkostê cara pêşî da bawermendên xwe (Karên Şan­diyan 2:1-41).

    Roja Şemiyê – (Roja Sebtê) Ji bo gelê Îsraêl roja Şemiyê rojeke taybetî û pîroz e (Derketin 16:23, 20:8, 11, 31:14-15). Bi Îbranî ŞABAT e. Bi Kurmancî ‹Sebt›, ji Şabatê hatiye. Ji bo Cihûyan, Şabat navê roja heftan e û ya dawiya heftiyê ye. Înê êvarê, gava roj diçe ava, Şabat dest pê dike û heta 24 saetên din dikişîne. Li gor Tewratê (Destpêkirin 2:2-3, Derketin 20:8-11, 35:2) di roja Şabatê de kar (xebat) qet nayê kirin, ev roja rihetî û perizînê (îbadetê) ye (Qanûna Kahîntiyê 23:1-3).

    Roja Vejînê / Roja rabûna miriyan – (roja qiyametê) Roja Ve­jînê, roja ku hemû mirov wê ji diyarê miriyan rabin û li ber Xwedê û Îsa Mesîh hesabê kirinên xwe bidin.

    Ruhê Pîroz / Ruhê Xwedê / Ruhê Mesîh / Ruh – (Ruhê Miqedes, Rûhul Qudus) Ruhê Pîroz bi xwe Ruhê Xwedê ye. Ew li vê din­yayê alîkariya mirovan dike. Ew bi ruhê wan re dipeyive, dilê wan vedike û daxwazên Xwedê bi wan dide naskirin. Piştî hilkişîna Îsa Mesîh a ezmanan, Ruhê Pîroz karê wî li ser vê dinyayê berdewam dike. Di Roja Pentîkostê de, Ruhê Pîroz hat ser bawermendên pêşî û heta îro jî Îsa Mesîh Ruhê Pîroz dide wanên ku baweriya xwe bi Mesîh tînin. Ji kerema xwe li peyva ‹Roja Pentîkostê› binêre.