Ferhengok

    A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z 

     

     

    S

    Sadûqî – Di nav Cihûyan de partiyeke olperestan (dînperestan) he­bû. Pirraniya endamên wê kahîn bûn. Wan bi her pênc kitêbên Mûsa (yên Tewratê) bawer dikir, lê belê wan bi ser vê de bawer nedikir, ku milyaket û ruh hene û piştî mirinê rabûn (qiyametê) heye.

    Samerî – Piştî mirina Silêman padîşah, gelê Îsraêl ji hev veqetiya. Rêhoboam padîşah bi sê eşîrên Îsraêl ve li bajarê Orşelîmê û di Cihûstanê de ma. Yêroboam padîşah bi neh eşîrên Îsraêl ve Sa­merya ji xwe re kir paytext. Bi vê, gelê Îsraêl bû du milet û carna dijminatiya hev kir. Piştî demekê dirêj padîşahê Aşûriyan gelek Îsraêlî ji hawirdora Sameryayê sergom kir ew di bajarên Aşûrî û Mêdan de bi cih kirin (2 Padîşah 17:1-6). Di cihê Îsraêliyên sergomkirî de padîşahê Aşûriyan gelek miletên biyanî (xerîb) bi pûtên wan ve anîn û di welatê Samerya de cihwar kirin (2 Padîşah 18:24-40). Bi vî awayî Cihûyên ku li Sameryayê mabûn, bi mi­letên pûtperestan re da û stand û piştre ji aliyê Cihûyên ku ji sergombûna Babîlê vegeriyan, wek Cihûyên rast qebûl nehat kirin. Di dema Îsa Mesîh de qet dan û standin di nav Cihû û Sameriyan nebû (Yûhenna 4:9).

    Samûêl – Pêxemberek bû. Bi destê wî Xwedê Dawid hilbijart û kir padîşah. Binêre: 1 Samûêl 1-7; Karên Şandiyan 3:24; 13:20; Îbranî 11:32.

    Semax – Sebirkirin; xwegirtin; ragirtin

    Sersed – (serwerê sedî, serpel) Payeyeke (rutbeyeke) leşkerî. Di ordiya Romayiyan de sersed fermandarê sed leşkerî bû.  

    Seylak – Sîlik, qûm  

    Silêman – Kurê Dawid û padîşahê Îsraêlê bû. Xwedê gelek şeh­rezayî da wî û ew gelek dewlemend bû. Wî Perestgeha pêşî da çêkirin. Di Peymana Kevin de nivîsarên wî jî hene (Gotinên Silêman). Binêre: Metta 1:6-7; 6:29; 12:42; Lûqa 11:31; 12:27; Karên Şandiyan 7:47.

    Sindoqa Peymanê – Sindoqeke ji dar û zêrkirî bû, di Konê Şa­hi­diyê û piştre di Perestgehê de bû. Ew û çi ku tê de bûn (nivîsdekên deh emrên mezin, şivdarê Harûn û şerbikê manna), nîşanên pey­mana Xwedê bi gelê Îsraêl re bûn. Binêre: Derketin 25:10-21; Îbranî 9:4; Peyxama Yûhenna 11:19.

    Sinet, yên sinetbûyî – Sinet nîşana vê peymanê ye ya ku Xwedê bi Birahîm re girêdaye. Kurekî Cihû di roja 8an de tê sinetkirin. Ji ber vê yekê di Kitêba Pîroz de, gotina ‹yên sinetbûyî› ji bo gelê Îsraêl tê bikaranîn. Peymana Nû kifş dike, ku sinetbûn bêyî ku yekî baweriya xwe bi Îsa Mesîh bîne bê kêr e. Di Nameya ji Galatiyan re de Pawlos ev yek şîrove kiriye. Binêre: Destpêkirin 17:9-14; Derketin 4:25; Yûhenna 7:22; Romayî 2:28-29; Galatî 5:6; 6:15; Kolosî 2:11. Yên sinetnebûyî jî ew in yên ku ne ji gelê Îsraêl in. Di Pey­mana Nû de ‹sinetnebûyî› ji wan re jî tê gotin ên ku guhdariya Xwedê nakin, yanî bi ya Xwedê nakin.  

    Sirgûnbûna Babîlê – Çaxê Nebûkednêsar padîşahê Babîlê bû, wî gelê Îsraêl ajot û sirgûn kir Babîlê û gelê Îsraêl kêm û zêde 70 salan li wê derê ma.  

    Sitî – Xanim, xatûn

    Siyanet – Hurmet

    Siyon – Di Peymana Kevin de navekî din ê bajarê Orşelîmê ye (Romayî 11:26; Îbranî 12:22).

    Sîlas – Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikir. Binêre: Karên Şandiyan 15:22-18:5; 2 Korîntî 1:19; 1 Sela­nîkî 1:1; 2 Selanîkî 1:1; 1 Petrûs 5:12.

    Sînay – Ew çiya ye, ku li wir Xwedê her deh emrên mezin û qanûnên din ên Şerîetê dane Mûsa pêxember. Carna jî bi mînakê û bi mana ruhanî tê fêmkirin (Galatî 4:24).

    Sodom û Gomora – Di dema Birahîm de, Sodom û Gomora du bajarên Kenaniyan ên nêzîkî Gola Mirî bûn. Xelkên herdu bajaran bi gunehkariya xwe wusa ji Xwedê dûr ketibûn, ku Xwedê ew bi êgir û kewkurtê şewitandin û helak kirin (Destpêkirin 19).

    Strûh – Qiloç, strih  

    Sûr û Sayda – Du bajarên ku li Fînîkya Sûriyê bûn. Îro ew li Lub­nanê ne.