Ferhengok

    A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z 

     

     

    Ş

    Şahbanû – Jina ku bûye padîşah; jina padîşah

    Şagirt – Yên ku hîn dibin (dielimin). Gelek şagirtên Îsa hebûn. Di­wanzdeh ji nav wan hilbijartî bûn. Ew Şandî bûn. Şagirtên Yûhen­nayê imadkar jî hebûn (Yûhenna 1:34; Karên Şandiyan 19:1-6).

    Şahbanû – Jina ku bûye padîşah, an jî pîreka padîşah.

    Şahne – Şahne berpirsiyarê her tiştî yê padîşah an yekî mezin e.

    Şandî – (qasid, resûl) Bi zimanê Yewnanî APOSTOLOS e. Mana vê gotinê bi Kurmancî ‹yê şandî› ye. Îsa Mesîh ji nav şagirtên xwe diwanzdeh Şandî (resûl) hilbijartin (neqandin) û şandin, da ku Mizgîniya Xwedê bidin miletên dinyayê.

    Şeht / Şil û şeht – Felcî

    Şerîeta Mûsa – (Qanûna Mûsa) Şerîeta Mûsa şerîeta ku di Tewratê de ye. Xwedê ev Şerîet (qanûn, emir û tembîh) li ser Çiyayê Sînayê di nav ewran de bi Mûsa da hînkirin. Carna Şerîet ji hemû kitêbên ‹Peymana Kevin› (Tewrat, Zebûr û Nivîsarên Pê­xemberan) re jî tê gotin.

    Şerîetzan – (qanûnzan, katib, nivîskar) Ew di nav gelê Îsraêl de li ser Şerîeta (Qanûna) Mûsa dixebitîn, Şerîet qenc dizanibûn, bi des­tan Şerîet zêde (kopî) dikirin û xelk hîn dikirin. Wan jiyana xwe ji bo hînbûn û hînkirina Şerîetê didan û kitêb dinivîsîn. Pirraniya wan ji Fêrisiyan bûn.

    Şihîn – Mêzîn  

    Şimûn – Jê re Petrûs jî tê gotin. Ji kerema xwe li peyva ‹Petrûs› bi­nêrin.

    Şimşon – Mêrxas û mirovekî gelekî xurt bû. Xwedê bi destê wî gelek caran Filîstîniyên ku dijminên herî girîng ên Îsraêl bûn şkênandin. Binêre: Hukumdar 13:2-16:31; Îbranî 11:32.