Ferhengok

    A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z 

     

     

    T

    Tabûr – Ordiya leşkerî. ‹Tabûr› di ordiya Romayiyan de komeke 500-600 leşkeran bû.

    Tekoşîn – Di Încîlê de ji bo armanceke ruhanî berxwedan û ra­gir­tin e; ne şerê bi çekan e, ne jî şerê li hember xwîn û goşt e, şerê li hember Îblîs û guneh e. Binêre: Efesî 6:10-12; 1 Tîmotêyos 1:18.

    Telant – 6000 zîv. Ji kerema xwe li tabloya li dawiya ferhengokê binêrin. Di Peyxama Yûhenna 16:21 de giraniya telantê kêm û zê­de 59 kîlo ye.

    Terpilîn – Lukumîn, li tiştekî qelibîn, ketin

    Textê Îblîs – (Peyxama Yûhenna 2:13) Li gor ku tê zanîn, ji ber van sedeman weha dihat gotin: / sedemê ku weha tê gotin, dikarin ev tiştên ha bin: 1) Pergama navendeke mezin a pûtperestiyê bû. 2) Li Pergamayê gorîgeheke mezin a xwedayê Yewnaniyan Zews hebû. 3) Pergama navendeke wê yekê bû, ku xelk biperizin Qey­serê Romayiyan ê ku xwedê dihat hesibandin.

    Tixîkos – Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikir. Binêre: Karên Şandiyan 20:4; Efesî 6:21; Kolosî 4:7; 2 Tî­motêyos 4:12; Tîtos 3:12.

    Tîmotêyos – Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikir. Binêre: Karên Şandiyan 16:1; 17:14-15; 18:5; 19:22; 20:4; Romayî 16:21; 1 Korîntî 4:17; 16:10; 2 Korîntî 1:1, 19; Filîpî 1:1; 2:19; Kolosî 1:1; 1 Selanîkî 1:1; 3:2, 6; 2 Selanîkî 1:1; 1 Tîmo­tê­yos; 2 Tîmotêyos; Filêmon 1:1; Îbranî 13:23.

    Tîtos – Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikir. Binêre: 2 Korîntî 2:13; Galatî 2:1-3; 2 Tîmotêyos 4:10; Tîtos 1:4.

    Toqulandin – Li bîr û baweriya yekî qenc nêrîn û bi wan zanîn

    Torîtorî – Eware, bê ser û ber  

    Trofîmos – Hevalê Pawlos bû û di dayîna Mizgîniyê de alîkariya wî dikir. Karên Şandiyan 20:4; 21:29; 2 Tîmotêyos 4:20