Ferhengok

    A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T UÛ V W X Y Z 

     

     

    Y

    Yewnanî – 1) Miletê welatê Yewnanistan (Karên Şandiyan 17:4, 12).

    2) Di dema Îsa Mesîh de, Cihûyan ji hemû miletên din ên ku ne Cihû bûn re bi gelemperî ‹Yewnanî› digotin (Marqos 7:26; Karên Şandiyan 11:20; 17:17).

    Yêremya – Pêxemberekî bi nav û deng bû. Ew kêm û zêde 500 salan berî bûyîna Îsa Mesîh li Orşelîmê dijiya. Hingê gelê Îsraêl qet bi ya Xwedê nedikir. Yêremya li wan hilat û ji wan re got, ku tobe bikin. Gelek pêxemberîtiyên wî yên li ser Mesîh û miletên hawirdora Îsraêlê di kitêba Yêremya de di Peymana Kevin de nivîsî ne. Binêre: Metta 2:17; 16:14; 27:9.

    Yêfta – Hukumdarê gelê Îsraêl û serdarekî leşkeran bû. Binêre: Hukumdar 11:1-12:7; Îbranî 11:32.

    Yêşa – Bavê Dawid padîşah bû. Îsa Mesîh ji malbata Yêşa bû. Di Peymana Kevin de Îşaya pêxember nivîsî ku Mesîh wê ji dûndana (zuriyeta) Yêşa û Dawid bê. Binêre: Rût 4:17-22; 1 Samûêl 16:1-22; Metta 1:5-6; Lûqa 3:32; Karên Şandiyan 13:22; Romayî 15:12.

    Yêşû – Kurê Nûn. Piştî mirina Mûsa ew serwerê Îsraêl bû. Bi rêberiya wî gelê Îsraêl welatê Kenanê yê ku Xwedê bi sozdayîna xwe dabû wan vegirt. Serhatiyên wî di Peymana Kevin de di ki­tê­ba Yêşû de nivîsî ne. Binêre: Derketin 17:8-13; Hijmartin 13:1-17; Yêşû 1-24; Karên Şandiyan 7:45; Îbranî 4:8. (Di Kitêba Pîroz hin mirovên din jî bi vî navî hene).

    Yûhenna –

    1) Yek ji her diwanzdeh şagirtên Îsa bû (Marqos 1:19). Ew Şandî bû. Wî ‹Încîla Yûhenna› û sê name (mektûb) yên ku di Încîlê de ne û Peyxama Yûhenna nivîsîne.

    2) Yûhennayê imadkar, zilamekî din bû. Ji kerema xwe li peyva ‹Yûhennayê imadkar› binêrin.

    Yûhennayê imadkar – Pêxember û gotinbêjê peyva Xwedê bû (Lûqa 1:13-17; 7:26). Wî tobedar di avê de imad dikirin û gelê Îs­raêl ji bo Mesîh amade (hazir) dikir (Lûqa 3:3-20; 7:27). Yûhenna berê gel dida Îsa Mesîh, da ku baweriya xwe bi wî bînin.