|
2
1 Piştî
du rojan li bajarê Qenaya Celîlê* dîlanek hebû û diya Îsa jî li wê
derê bû. 2 Îsa
û şagirtên* xwe jî ji bo dîlanê hatibûn vexwendin. 3 Dema ku şerab ber xilasbûnê bû, diya Îsa jê re got: «Şeraba
wan nema.» 4 Îsa
lê vegerand û got: «Sitiyê, te çi ji min e? Hê saeta min nehatiye.»
5 Diya
wî ji xizmetkaran re got: «Her çi ji we re bêje, bikin.» 6 Îcar li wê derê şeş kûpên kevirîn hebûn ku Cihûyan
ji bo adetên xwe yên paqijkirinê bi kar dianîn. Her yekî ji wan di
navbera du-sê denan* de av hildida. 7 Îsa ji wan re got: «Van kûpan bi avê tije bikin.» Û wan
jî ew heta ber dev tije kirin. 8 Hingê wî ji wan re got: «Niha hinekê derxin û ji serekê
ziyafetê re bibin.» Wan jî ew bir. 9 Gava ku serekê ziyafetê ji ava ku bûbû şerab
vexwar, wî tê dernexist ku ew ji ku derê hatiye. Lê xizmetkarên
ku av anîbûn, dizanibûn. Serekê ziyafetê gazî zavê kir 10 û
jê re got: «Her kes pêşî şeraba qenc pêşkêş dike. Û çaxê ku yên
vexwendî zêde vexwarin, ew a neqenc derdixe. Lê te şeraba qenc heta
niha hilanî.» 11 Ev
nîşana ku Îsa li Qenaya Celîlê çêkir a pêşî bû. Bi vî awayî wî
rûmeta xwe da xuyakirin û şagirtên wî bawerî* pê anîn.
12 Piştî
vê yekê, Îsa tevî diya xwe, birayên xwe û şagirtên xwe çû
Kefernahûmê û ew gelek rojan li wê derê neman. Îsa
Perestgehê Paqij Dike
13 Cejna*
Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk bû û Îsa hilkişiya Orşelîmê*. 14 Di
Perestgehê* de wî ew kesên ku dewar, mî û kevok difirotin û serafkerên
rûniştî dîtin. 15 Îcar
wî ji benan qamçiyek çêkir, ew hemû û dewar û mî jî, ji Perestgehê
derxistin; perên pereguhêran rijandin û maseyên wan gêr kirin. 16 Wî ji kevokfiroşan re got: «Van ji vê derê
rakin! Êdî mala Bavê* min nekin bazargeh!» 17 Hat
bîra şagirtên wî ku hatiye nivîsîn: «Xîretkêşiya ji bo mala te wê
min bixwe.» 18 Li
ser vê yekê Cihûyan jê pirsî: «Tê ji bo me çi nîşanê çêkî ku
desthilatiya te heye, tu van dikî?» 19 Îsa
bersîva wan da û got: «Vê Perestgehê hilweşînin, ezê di sê rojan
de rakim.» 20 Li
ser vê yekê Cihûyan jê re got: «Avakirina vê Perestgehê çil û şeş
salan kişand. Ma tê wê di sê rojan de rakî?» 21 Lê
Îsa li ser Perestgeha bedena xwe dipeyivî. 22 Piştre, dema ku ew ji nav miriyan rabû, hat bîra
şagirtên wî ku Îsa ev yek gotiye û wan bi Nivîsara* Pîroz û bi
gotinên Îsa bawer* kir. Zanîna
Îsa ya li ser Mirovan
23 Îcar
dema ku Îsa di Cejna Derbasbûnê de li Orşelîmê bû, gelekan ew nîşanên
ku wî dikirin dîtin û bawerî bi navê wî anîn. 24 Lê
Îsa bawerî li wan nedianî. Çimkî wî bi xwe bi hemû mirovan dizanibû.
25 Hewcedariya
wî bi şahidiya mirovan jî tunebû, çimkî wî dizanibû ku çi di dilê
mirovan de ye. |