Ava
Jiyana Herheyî û Perizîna bi Ruh û Rastiyê
4
1 Dema
Îsa hîn bû ku Fêrisiyan* bihîstiye, wî ji Yûhenna bêtir şagirt
civandine û bi avê imad dike 2 –
lê belê ne Îsa bi xwe, bi tenê şagirtên wî imad dikirin – 3 ew ji Cihûstanê* derket û dîsa çû Celîlê*.
4 Di
dema rêwîtiyê de diviya ku ew di Sameryayê* re derbas bibûya. 5 Ew hat bajarekî Sameryayê ku navê wî Sûxar bû. Ev der nêzîkî
wê zeviyê bû ku Aqûb* dabû kurê xwe Ûsiv. 6 Bîra
Aqûb li wê derê bû. Îsa wusa ji rêwîtiyê westayî li kêleka bîrê
rûnişt. Wext nîvro bû.
7 Jineke
Samerî* hat ku avê bikişîne. Îsa ji wê re got: «Avê bide min ez
vexwim.» 8 Şagirtên
wî jî çûbûn bajêr ku tiştên xwarinê bikirrin. 9 Jinika Samerî jê re got: «Çawa dibe ku tu ji min avê
dixwazî? Tu Cihû yî û ez jî jinikeke Samerî me.» – Tu têkiliya
Cihûyan bi Sameriyan re tune. – 10 Îsa bersîva wê da û got: «Eger te bi dayîna
Xwedê û yê ku ji te re dibêje: ‹Avê bide min ez vexwim› bizaniya,
teyê jê bixwesta û wiyê ava jiyanê bida te.» 11 Jinikê jê re got: «Ezxadim, tiştekî te yê ku tu
avê pê bikişînî tune û bîr jî kûr e! Tê ava jiyanê ji ku derê
bînî? 12 Ma
tu ji bavê me Aqûb meztir î, yê ku ev bîr daye me? Wî bi xwe, zarokên
wî û pez û dewarên wî av jê vexwarine.» 13 Îsa
bersîv da û jê re got: «Her kesê ku ji vê avê vexwe, wê dîsa tî
bibe. 14 Lê
kî ji ava ku ez bidimê vexwe, tu caran tî nabe. Belê ew ava ku ezê
bidim wî, wê di dilê wî de ji bo jiyana herheyî bibe kaniyeke ava ku
diherike.» 15 Jinikê
jê re got: «Ezxadim, vê avê bide min ku êdî ez tî nebim û neyêm
ji vir avê nekişînim.»
16 Îsa
lê vegerand û jê re got: «Here gazî mêrê xwe bike û were vir.» 17 Jinikê
bersîva wî da û got: «Mêrê min tune.» Îsa jê re got: «Te rast
got ku mêrê te tune, 18 çimkî
pênc mêrên te hebûn û yê ku niha tu pê re yî, ne mêrê te ye. Te
ev rast got.» 19 Jinikê
jê re got: «Ezxadim, ez dibînim ku tu pêxemberek î. 20 Bav
û kalên me li vî çiyayî perizîn*, lê hûn dibêjin cihê ku divê
mirov lê biperize li Orşelîmê ye.» 21 Îsa
jê re got: «Sitiyê, ji min bawer bike, wext tê, ku hûnê ne li vî çiyayî
û ne jî li Orşelîmê biperizin Bav*. 22 Hûn
diperizin wî yê ku hûn nas nakin, lê em diperizin wî yê ku em nas
dikin, çimkî xilasî ji Cihûyan tê. 23 Lê
belê wext tê û niha ye: Yên ku bi rastî diperizin, ewê bi ruh û bi
rastiyê biperizin Bav. Çimkî yên ku Bav li wan digere ew in ku bi vî
awayî diperizin wî. 24 Xwedê
ruh e û yên ku diperizin wî, divê bi ruh û bi rastiyê biperizin
wî.» 25 Jinikê jê re got: «Ez dizanim
ku Mesîh» – yê ku jê re ‹Yê Bijartî› dibêjin – «wê bê û
gava ku ew bê, ewê her tiştî nîşanî me bide.» 26 Îsa
jê re got: «Ez ê ku bi te re dipeyivim, ez ew im.»
27 Li
ser vê yekê şagirtên Îsa hatin. Ew gelek şaş man ku ew bi jinekê
re dipeyive, lê kesî negot: «Tu çi dixwazî?» an «Çima tu bi wê re
dipeyivî?» 28 Îcar
jinikê cerê xwe hişt, çû bajêr û ji xelkê re got: 29 «Werin, wî mirovî bibînin, yê ku hemû tiştên
ku min berê kiribûn ji min re gotin. Gelo Mesîh ev e?» 30 Xelk
ji bajêr derketin û ber bi Îsa ve dihatin.
31 Di
vê navê de şagirtên wî jê lava dikirin û digotin: «Mamoste, tiştekî
bixwe!» 32 Lê
Îsa ji wan re got: «Xwarineke min a ku hûn pê nizanin heye.» 33 Şagirtan ji hevdû pirsî: «Gelo kesekî jê re
xwarin aniye?»
34 Îsa
ji wan re got: «Xwarina min ew e, ku ez daxwaza wî yê ku ez şandime
bikim û karên wî pêk bînim. 35 Ma
hûn bi xwe nabêjin: ‹Hê ji dema dirûnê re çar meh hene›. Va ye,
ez ji we re dibêjim,
çavên xwe hildin û li zeviyên ku zer bûne, ji dirûtinê re amade ne
binêrin. 36 Yê
ku didirû heqê xwe distîne û ji bo jiyana herheyî ber dicivîne, da
hem ê ku diçîne û hem ê ku didirû bi hev re dilgeş bibin.
37 Çimkî
li vir peyva* ‹Yek diçîne û yek didirû› rast e: 38 Min
hûn şandin, da ku hûn zeviya ku hûn di ber de nexebitîne bidirûn;
hinekên din di ber de xebitîn û hûn li ser xebata wan rûniştin.»
Xelkê
Sameryayê Baweriyê bi Îsa Tînin
39 Gelek
Sameriyên ku ji wî bajarî bûn, li ser şahidiya jinikê ya ku digot:
«Hemû tiştên ku min berê kiribûn wî ji min re gotin», bawerî bi
Îsa anîn. 40 Îcar dema ku Samerî hatin ba wî, jê lava kirin ku
ew li ba wan bimîne. Ew jî du rojan li wê derê ma. 41 Gelekên
din jî li ser gotina wî bawerî anîn 42 û
wan ji jinikê re got: «Êdî bawerkirina me ne li ser gotina te ye, çimkî
me bi xwe bihîst û em dizanin ku bi rastî jî Xilaskarê dinyayê ev e.»
Îsa
Kurê Karmendekî Qenc Dike
43 Piştî
van herdu rojan Îsa ji wir çû Celîlê. 44 Îsa
bi xwe bûbû şahid ku siyaneta* pêxemberekî li welatê wî tune. 45 Îcar
dema ku ew hat Celîlê, Celîliyan ji dil ew qebûl kir. Çimkî ew bi
xwe jî li Orşelîmê beşdarî Cejna* Derbasbûnê bûbûn û tiştên
ku wî kiribûn, dîtibûn.
46 Ew
dîsa hat Qenaya Celîlê ya ku wî lê av kiribû şerab. Li wir
karmendekî padîşah hebû ku kurê wî li Kefernahûmê nexweş bû. 47 Dema
wî bihîst ku Îsa ji Cihûstanê hatiye Celîlê, ew hat ba Îsa û jê
lava kir ku kurê wî qenc bike; çimkî ew li ber mirinê bû. 48 Îsa ji wî re got: «Heta ku hûn nîşan û karên
mezin nebînin, hûn qet bawer nakin.» 49 Karmendê padîşah jê re got: «Ezbenî, beriya ku
kurikê min bimire, xwe bigihîne ser.» 50 Îsa
lê vegerand û got: «Here, kurê te dijî.» Zilam bi peyva* ku Îsa jê
re gotibû bawer kir û çû. 51 Hê
ew negihîştibû jêr, xulamên wî hatin pêşiya wî û jê re gotin:
«Kurê te dijî.» 52 Îcar
wî ji xulamên xwe pirsî, ka kurê wî di kîjan saetê de ber bi qencbûnê
ve çûye. Wan jê re got: «Duh piştî nîvro saet di yekê de, tayê ew
berda.» 53 Hingê
bavê kurik fêm kir ku tam di wê saetê de Îsa jê re gotibû: «Kurê
te dijî.» Îcar wî û tevahiya maliyên wî bawerî anîn. 54 Ev
nîşana diduyan bû ku çaxê Îsa ji Cihûstanê hatibû Celîlê çêkir.
|