Nexweşê
Sî û Heşt Salan Qenc Dibe
5
1 Piştî
vê yekê cejneke Cihûyan hat û Îsa hilkişiya Orşelîmê.
2 Li
Orşelîmê, li ber Dergehê Miyê hewzeke bi pênc eywanan hebû. Bi
Îbranî* jê re ‹Beythasta› dibêjin. 3-4 Di
wan eywanan de komeke mezin a nexweşan: Kor, şil û şeht* û felcî
vedizeliyan. Ew li benda çeliqandina avê diman. 5 Mirovek
li wê derê hebû ku ji sî û heşt salan ve nexweş bû. 6 Çaxê
Îsa ew vezelandî dît û dizanibû ku ji demeke dirêj ve ye ku ew
nexweş e, wî jê re got: «Ma tu dixwazî sax bibî?» 7 Mirovê
nexweş lê vegerand û got: «Ezbenî, kesekî min ê ku gava av diçeliqe
min bixe hewzê tune. Dema ku ez dikim xwe bavêjimê, yekî din beriya
min xwe davêjê.» 8 Îsa
jê re got: «Rabe, doşeka xwe rake û rêve here.» 9 Di cih de mirov sax bû, doşeka xwe rakir û rêve çû.
Îcar
ew roj Şemî bû 10 û
serekên Cihûyan ji wî mirovê ku qenc bûbû re gotin: «Îro Şemî
ye! Nabe ku tu doşeka xwe rakî.» 11 Wî
bersîva wan da: «Wî mirovê ku ez sax kirim ji min re got: ‹Doşeka
xwe rake û rêve here.›» 12 Wan
jê pirsî: «Ew kî ye ku ji te re got: ‹Doşeka xwe rake û rêve
here›?» 13 Lê
mirovê ku hatibû qenckirin, nizanibû ew kî ye, çimkî li wir gelek
mirov civiyabûn û Îsa jî di nav wan de xwe windakiribû. 14 Piştî
vê yekê Îsa ew li Perestgehê* dît û jê re got: «Binêre, tu sax bûyî!
Êdî gunehan neke, da ku tiştekî hê xerabtir neyê serê te.»
15 Zilam
çû ji serekên Cihûyan re got: «Yê ku ez sax kirime Îsa ye.» 16 Ji bo vê yekê êdî wan tengahî dida Îsa, çimkî
wî ev kar di roja* Şemiyê de dikirin. 17 Hingê Îsa bersîva wan da: «Bavê* min heta bi îro
jî dixebite, ez jî dixebitim.» 18 Ji bo vê yekê serekên Cihûyan hê bêtir xebitîn
ku wî bikujin. Çimkî wî ne bi tenê roja Şemiyê şkandibû, lê wî
gotibû: «Xwedê bavê min e» û xwe bi Xwedê re yek girtibû.
Xwedê
Desthilatî Daye Kur
19 Loma
Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, Kur
nikare tiştekî ji ber xwe bike, lê tenê tiştên ku ew dibîne Bav
dike, ew jî wan dike. Bav çi bike, Kur jî wusa dike. 20 Çimkî
Bav ji Kur hez dike û hemû tiştên ku dike nîşanî wî dide. Ewê tiştên
hê meztir nîşanî wî bide wusa ku hûn lê şaş bimînin. 21 Erê, ka çawa Bav dikare miriyan rake û jiyanê
bide wan, herweha Kur jî dikare, wan ên ku ew dixwaze, bide jiyan. 22 Bav
dîwana* tu kesî nake, lê hemû desthilatiya dîwankirinê daye Kur, 23 da
ku çawa hemû ji Bav re hurmetê dikin, wusa ji Kur re jî hurmetê
bikin. Yê ku ji Kur re hurmetê neke, ji Bavê ku ew şandiye re jî
hurmetê nake.
24 «Bi
rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku guhê xwe dide gotinên min
û ji yê ku ez şandime bawer dike, jiyana wî ya herheyî heye; ew nayê
dîwankirin, lê ew ji mirinê gihîştiye jiyanê. 25 Bi
rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, wext tê û niha ye: Mirî wê
dengê Kurê* Xwedê bibihîzin û yên ku bibihîzin wê bijîn. 26 Çimkî çawa ku Bav serkaniya jiyanê ye, bi vî
awayî wî kir ku Kur jî serkaniya jiyanê be. 27 Wî
desthilatiya dîwankirinê jî da wî. Çimkî ew Kurê* Mirov e. 28 Li vê yekê şaş nemînin, çimkî ew wext tê ku
hemû kesên di goran de, wê dengê wî bibihîzin 29 û derkevin. Yên ku qencî kirine, wê ji bo jiyanê,
yên ku xerabî kirine, wê ji bo dîwanbûnê rabin.
30 «Ez
nikarim tiştekî ji ber xwe bikim; wek ku ez dibihîzim ez dîwanê
dikim. Dîwankirina min rast e, çimkî ez ne li daxwaza xwe, lê li
daxwaza yê ku ez şandime digerim.
Şahidiya
ji bo Îsa
31 «Eger
ez ji bo xwe şahidiyê bikim, şahidiya min ne rast e. 32 Lê yekî din heye ku ji bo min şahidiyê dike û ez
dizanim ew şahidiya ku ew ji bo min dike rast e. 33 We
mirov şandin ba Yûhenna û wî şahidiya rastiyê kir. 34 Lê ez şahidiya ku ji mirov tê naxwazim, lê belê
ji bo ku hûn xilas bibin ez van dibêjim. 35 Yûhenna
çirayeke pêketî û ronahîdar bû. We jî xwest ku hûn ji bo demekê
bi vê ronahiya wî dilşa bibin. 36 Lê
şahidiya min di ser şahidiya Yûhenna re ye. Ew karên ku Bav spartine
min da ku ez pêk bînim, ew karên ku
ez dikim, ji bo min şahid in ku Bav ez şandime. 37 Û
Bavê ku ez şandime bi xwe jî ji bo min şahidî kiriye. We tu caran
ne dengê wî bihîstiye û ne jî rûyê wî dîtiye. 38 Û
peyva* wî di dilê we de namîne, çimkî hûn ji yê ku wî şandiye bawer
nakin. 39 Hûn li Nivîsarên Pîroz
dikolin, çimkî li gor bîr û baweriya we jiyana we ya herheyî di wan
de ye û yên ku şahidiya min dikin
jî ew in. 40 Lê
hûn naxwazin bên ba min, da ku jiyana we hebe.
41 «Ez
rûmeta ku ji mirov tê naxwazim. 42 Lê
ez bi we dizanim, ez dizanim ku di dilê we de hezkirina Xwedê tune. 43 Ez
bi navê Bavê xwe hatim û hûn min qebûl nakin; eger yekî din bi navê
xwe bê, hûnê wî qebûl bikin. 44 Hûn
ên ku rûmetê didin hev û li rûmeta ku ji Xwedayê bi tenê tê
nagerin, hûn çawa dikarin bawer bikin? 45 Nefikirin
ku ezê we li ber Bav sûcdar bikim; yê ku we sûcdar dike Mûsa ye, ewê
ku we hêviya xwe pê ve girêdaye. 46 Eger
we ji Mûsa bawer bikira, weyê ji min jî bawer bikira, çimkî wî li
ser min nivîsiye. 47 Lê
eger hûn baweriyê bi nivîsînên wî neynin, hûnê çawa bi gotinên
min bawer bikin?»
|