Îsa
Pênc Hezar Mirov Têr Dike
6
1 Piştî
vê yekê Îsa derbasî aliyê din ê Gola Celîlê bû ku jê re Teberiya
digotin. 2 Elaleteke*
mezin dabû pey wî, çimkî wan ew nîşan û keramet dîtibûn, yên ku
wî ji bo nexweşan çêkiribûn. 3 Îsa
derket serê çiyê û li wê derê bi şagirtên xwe ve rûnişt. 4 Cejna Cihûyan a Derbasbûnê nêzîk bû.
5 Gava
Îsa çavên xwe hildan, wî dît ku elaleteke* mezin ber bi wî ve tê.
Îsa ji Filîpos re got: «Emê nên ji ku derê bikirrin, ji bo ku ev
mirov bixwin?» 6 Wî
ev ji bo ku Filîpos biceribîne got, çimkî wî dizanibû ku ewê çi
bike. 7 Filîpos
bersîva wî da: «Ji bo ku ji her yekî re pariyek bikeve bi du sed
zîvî* jî nan têra wan nake!» 8 Yek
ji şagirtan, birayê Şimûn-Petrûs, Endrawis ji wî re got: 9 «Li
vir lawikek heye ku pênc nanên wî yên cehî û du masiyên wî hene,
lê ji bo evqas mirov ev çi ye!»
10 Îsa
got: «Mirovan li erdê bidin rûniştin.» Li wir gelek giya hebû û ew
rûniştin. Hijmara mêran li dora pênc hezar kes bû. 11 Hingê
Îsa nan hildan, piştî ku şikir kir, ew li kesên rûniştî belav
kirin. Bi vî awayî bi qasî ku wan xwest, wî masî jî dan wan. 12 Û piştî ku têr xwarin, wî ji şagirtên xwe re
got: «Wan pariyên ku mane bidin hev, bila tiştek ziyan nebe.» 13 Şagirtan
jî ew berhev kirin û ji ber wan ên ku pênc nanên cehî xwaribûn,
diwanzdeh selik ji pariyan tije kirin.
14 Dema
ku van mirovan ev nîşana ku Îsa çêkir dîtin, wan got: «Bi rastî
jî ew pêxemberê ku wê bihata dinyayê, ev e!» 15 Îcar
Îsa têgihîşt ku ewê bên û ji bo ku wî bikin padîşah bi zorê
bibin; dîsa ew bi serê xwe hilkişiya çiyê.
Îsa
li ser Avê Rêve Diçe
16 Dema
ku bû êvar, şagirtên wî daketin jêr û çûn golê. 17 Ew li qeyikekê siwar bûn û ji bo ku derbasî
Kefernahûma aliyê din ê golê bibin, ketin rê. Êdî tarî ketibû
erdê û hê jî Îsa nehatibû ba wan. 18 Golê
ji ber bagereke xurt pêl dida. 19 Dema
ku ew bi qasî pênc-şeş kîlometreyan pêşve çûn, wan dît ku Îsa
li ser golê rêve diçe û ber bi qeyikê ve tê. Ew tirsiyan, 20 lê Îsa ji wan re got: «Netirsin, ez im!» 21 Îcar
wan xwest ku wî bixin qeyikê. Qeyik di cih de gihîşt wî aliyê ku wan
dixwest herinê.
Mirov
li Îsa Digerin
22 Dotira
rojê, elaleta* ku li aliyê din ê golê mabû, fêm kirin ku şeva din
ji qeyikekê pê ve li wê derê nebû û Îsa bi şagirtên xwe ve li
qeyikê siwar nebûbû, lê şagirtên wî bi serê xwe çûbûn. 23 Ji
aliyê din ve, qeyikên ku ji Teberiyayê hatibûn, gihîştibûn
nêzîkî wê dera ku piştî şikirkirina Xudan*, lê nan hatibû xwarin.
24 Gava elaletê dît ku ne Îsa û ne jî şagirtên
wî li wê derê ne, ew bi xwe li qeyikan siwar bûn û ji bo ku li Îsa
bigerin çûn Kefernahûmê.
Nanê
Jiyana Herheyî
25 Gava
ku wan Îsa li aliyê din ê golê dît, wan jê re got: «Mamoste, tu
kengê hatî vê derê?» 26 Îsa
bersîva wan da: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ne ji ber ku
we nîşan dîtine, lê ji ber ku we ji nên xwar û hûn têr bûn, hûn
li min digerin. 27 Ji
bo xwarina pûç nexebitin, lê ji bo xwarina ku ji bo jiyana herheyî
dimîne bixebitin; wê xwarinê Kurê* Mirov wê bide we; çimkî Bav
Xwedê mora xwe li wî xistiye.»
28 Û
wan jê pirsî: «Divê em çi bikin, ji bo ku em karên Xwedê bikin?» 29 Îsa
bersîva wan da: «Karê Xwedê ev e ku hûn baweriyê bi wî kesê ku wî
şandiye bînin.» 30 Li
ser vê yekê wan jê re got: «Îcar tê çi nîşanê çêkî, da ku em
bibînin û ji te bawer bikin? Tê çi karî bikî? 31 Bav
û kalên me li çolê Manna* xwarin. Çawa ku hatiye nivîsîn: ‹Wî
ji bo xwarina wan, ji ezmên nan da.›»
32 Îsa
ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew ne Mûsa
bû ku ji ezmên nan da we, lê Bavê min e ku nanê rastîn ji ezmên
dide we. 33 Çimkî nanê Xwedê ew e ku ji ezmên tê xwarê û
jiyanê dide dinyayê.» 34 Wan
jê re got: «Ezbenî, hergav vî nanî bide me.»
35 Îsa
ji wan re got: «Nanê jiyanê ez im. Yê ku bê ba min, qet birçî nabe
û yê ku baweriyê bi min bîne, tu caran tî nabe. 36 Lê
wek ku min ji we re got, we ez dîtim, lê hê hûn bawer nakin. 37 Hemû
yên ku Bav dide min, wê bên ba min û yê ku bê ba min, ez wî qet
nazivirînim. 38 Çimkî
ez ji ezmên hatim xwarê, ne ji bo ku ez daxwaza xwe bikim, lê ji bo
ku ez daxwaza yê ku ez şandime bikim. 39 Daxwaza
yê ku ez şandim ev e, ku ez ji hemûyên ku wî dane min yekî winda
nekim, lê di Roja Dawî de wî rakim. 40 Erê,
daxwaza Bavê min ev e, ku her kesê Kur bibîne û baweriyê bi wî
bîne, jiyana wî ya herheyî hebe. Û di Roja Dawî de ezê wî rakim.»
41 Îcar
Cihûyan li pey wî kirin pitepit, çimkî wî got: «Nanê ku ji ezmên
hatiye xwarê ez im.» 42 Wan
got: «Ma ev ne Îsayê kurê Ûsiv e ku em diya wî û bavê wî nas
dikin? Ma çawa dibe ku ew niha dibêje: ‹Ez ji ezmên hatime
xwarê›?»
43 Îsa
bersîv da û ji wan re got: «Di nav xwe de nekin pitepit. 44 Tu kes nikare bê ba min, heta Bavê ku ez şandime
wî ber bi min ve nekişîne. Û di Roja Dawî de ezê wî rakim. 45 Di
nivîsarên pêxemberan de hatiye nivîsîn: ‹Hemû wê ji aliyê
Xwedê ve hînkirî bin.› Her kesê ku ji Bav dibihîze û hîn dibe,
tê ba min. 46 Ev nayê wê manê ku kesekî Bav dîtiye. Bi tenê
yê ku ji Xwedê ye, wî Bav dîtiye. 47 Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku
baweriyê tîne jiyana wî ya herheyî heye. 48 Nanê
jiyanê ez im. 49 Bav
û kalên we li çolê Manna* xwarin, lê ew mirin. 50 Ew nanê ku ji ezmên hatiye xwarê, da her kesê ku
jê bixwe nemire, ev e. 51 Ew nanê jîndar ê ku ji ezmên hatiye xwarê ez im.
Eger yek ji vî nanî bixwe, wê her û her bijî û nanê ku ezê ji bo
jiyana dinyayê bidim, bedena min e.»
52 Li
ser vê yekê Cihûyan di nav xwe de devjenî kirin û gotin: «Ev mirov
çawa dikare bedena xwe bide me ku em bixwin?» 53 Îcar
Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku
hûn bedena Kurê Mirov nexwin û xwîna wî venexwin, jiyana we wê nebe.
54 Yê
ku bedena min dixwe û xwîna min vedixwe, jiyana wî ya herheyî heye
û di Roja Dawî de ezê wî rakim. 55 Çimkî
bedena min xwarina rastîn, xwîna min jî vexwarina rastîn e. 56 Yê
ku bedena min dixwe û xwîna min vedixwe, bi min re dimîne û ez jî bi
wî re dimînim. 57 Çawa
Bavê ku serkaniya jiyanê ye ez şandime û ez bi saya Bav dijîm, bi
vî awayî yê ku min bixwe, wê bi saya min bijî. 58 Nanê
ku ji ezmên hatiye xwarê ev e. Ne wek Mannayê* ku bav û kalan xwar
û mirin.Yê ku vî nanî bixwe, wê her û her bijî.» 59 Îsa ev peyv, dema ku li Kefernahûmê hîn dikir, di
kinîştê* de gotin.
Peyvên
Jiyana Herheyî
60 Gelek
ji şagirtên wî, dema ku ev peyv bihîstin, gotin: «Ev peyv gelek
dijwar e! Kî dikare guh bide wê?» 61 Lê
Îsa dizanibû ku şagirt li ser vê yekê pitepitê dikin, wî ji wan re
got: «Ma dilê we bi vê yekê dimîne? 62 Nexwe
eger hûn bibînin ku Kurê Mirov derdikeve cihê ku berê lê bû, wê
çawa be…? 63 Yê
ku jiyanê dide Ruh e; beden qet bi kêrî tiştekî nayê. Peyvên ku min
ji we re gotine, ruh û jiyan in. 64 Lê
yên ku di nav we de baweriyê naynin hene.» Çimkî Îsa ji destpêkê
ve dizanibû ku kê bawerî neaniye û kî wê wî bide dest. 65 Û wî got: «Ji ber vê yekê min ji we re got heta
ku ji aliyê Bav ve neyê dayîn, tu kes nikare bê ba min.»
66 Ji
ber vê yekê, ji şagirtên wî gelek kes zivirîn û êdî bi wî re
nedigeriyan. 67 Îcar
Îsa ji diwanzdehan pirsî: «Ma hûn jî dixwazin herin?» 68 Şimûn-Petrûs bersîva wî da: «Ya Xudan, emê
herin ba kê? Gotinên jiyana herheyî bi te re ne. 69 Û
me jî bawerî aniye û em dizanin ku Pîrozê* Xwedê tu yî.» 70 Îsa li wan vegerand û got: «Ma min hûn her
diwanzdeh nebijartin? Lê belê yek ji we Îblîsek e.» 71 Wî
li ser Cihûdayê* kurê Şimûnê Îsxeryotî digot. Bi ser ku ew yek ji
diwanzdehan jî bû, yê ku wê Îsa bida dest, ew bû.
|