Jina
Gunehkar tê Efûkirin
8
1 Îsa
jî çû Çiyayê Zeytûnê. 2 Serê
sibê zû ew dîsa vegeriya Perestgehê, xelk hemû hat ba wî. Ew rûnişt
û wî dest pê kir û ew hîn kirin. 3 Şerîetzan*
û Fêrisiyan jineke ku li ser zînayê hatibû girtin anîn û li holê
dan rawestandin. 4 Wan
jê re got: «Mamoste, dema ku vê jinê zîna dikir, hat girtin. 5 Di
Şerîetê de, Mûsa li me emir kiriye ku em ên weha bidin ber keviran.
Îcar tu çi dibêjî?» 6 Wan
ev ji bo ceribandina Îsa got, da ku wî sûcdar derxin. Lê Îsa xwe xwar
kir û bi tiliya xwe li ser erdê nivîsî. 7 Careke
din li ser pirsîna wan, wî serê xwe rakir û ji wan re got: «Di nav we
de kî bêguneh be, bila kevirê pêşî ew bavêje wê.» 8 Û dîsa wî xwe xwar kir û bi tiliya xwe li ser erdê nivîsî.
9 Lê
dema ku wan ev bihîst, ji mezinan bigire heta yê paşî yek bi yek
derketin. Îsa bi serê xwe ma û jinik jî li wê derê rawestayî bû. 10 Îsa serê xwe rakir û ji wê re got: «Sitiyê, ka
ew li ku derê ne? Ma kesî tu sûcdar dernexist?» 11 Jinikê
got: «Tu kesî, ezxadim!» Û Îsa got: «Ez jî te sûcdar dernaxim;
here û êdî ji niha û pê ve gunehan neke.»
Ronahiya
Dinyayê
12 Îsa
dîsa bi wan re peyivî û got: «Ez ronahiya dinyayê me; yê ku li pey
min bê, tu caran di tariyê de rêve naçe, lê wê bibe xweyî ronahiya
jiyanê.» 13 Fêrisiyan lê vegerand û gotin: «Tu şahidiya xwe
dikî; şahidiya te ne rast e.» 14 Îsa bersîv da û ji wan re got: «Eger ez bi xwe şahidiya
xwe bikim jî, şahidiya min rast e; çimkî ez dizanim ku ez ji ku derê
hatim û diçim ku derê. Lê hûn nizanin ku ez ji ku derê têm an diçim
ku derê. 15 Hûn
li gor ku çav dibîne dadbar dikin, lê ez tu kesî dadbar nakim. 16 Lê
eger ez dadbar bikim jî, dadbarkirina min rast e; çimkî ez ne bi tenê
me, ez û Bavê ku ez şandime em bi hev re ne. 17 Di
Şerîeta we de jî hatiye nivîsîn ku şahidiya du kesan rast e. 18 Ez
şahidiya xwe dikim û Bavê ku ez şandime jî şahidiya min dike.»
19 Li
ser vê yekê wan jê pirsî: «Bavê te li ku derê ye?» Îsa bersîva
wan da: «Hûn ne min nas dikin ne jî Bavê min. Eger we ez nas bikirama,
weyê Bavê min jî nas bikira.» 20 Îsa
ev peyvên ha, çaxê li Perestgehê hîn dikir, li cihê ku lê pere
dicivandin gotin, lê kesî ew negirt, çimkî hê saeta wî nehatibû.
Hûn
Nikarin Bên Cihê ku Ez Diçimê
21 Wî
dîsa ji wan re got: «Ez diçim; hûnê li min bigerin û hûnê di nav
gunehên xwe de bimirin. Hûn nikarin bên cihê ku ez diçimê.» 22 Li
ser vê yekê Cihûyan weha got: «Ma ewê xwe bikuje ku dibêje: ‹Hûn
nikarin bên cihê ku ez diçimê›?»
23 Îsa
ji wan re got: «Hûn ji jêr in, ez ji jor im; hûn ji vê dinyayê ne, lê
ez ne ji vê dinyayê me. 24 Loma
min ji we re got ku hûnê di nav gunehên xwe de bimirin. Eger hûn bawer
nekin ku Ez Ew im, hûnê di nav gunehên xwe de bimirin.» 25 Îcar wan jê pirsî: «Tu kî yî?» Îsa ji wan re
got: «Ez tam ew im, yê ku min ji destpêkê ve ji we re gotiye. 26 Gelek
tişt hene ku ez li ser we bêjim û we sûcdar derxim; lê yê ku ez şandime
rastî ye û bi tenê tiştên ku min ji wî bihîstine, ez ji dinyayê re
dibêjim.»
27 Wî
li ser Bav ji wan re got, lê wan fêm nekir. 28 Îcar
Îsa ji wan re got: «Çaxê hûn Kurê Mirov rakin jorê, hingê hûnê
bizanin ku Ez Ew im û min qet tu tişt ji ber xwe nekiriye; lê ev tiştên
ha wek ku Bav hînî min kirine ez dibêjim. 29 Û
yê ku ez şandime bi min re ye û wî ez bi tenê nehiştime. Çimkî ez
hergav wan karên ku li wî xweş tên, dikim.» 30 Dema
ku Îsa weha peyivî, gelek kesan bawerî bi wî anî.
Rastî
Wê We Azad Bike
31 Îsa
ji Cihûyên ku bawerî bi wî anîbûn re got: «Eger hûn di peyva min
de bimînin, bi rastî jî hûn şagirtên min in. 32 Hûnê
rastiyê bizanin û rastî wê we azad bike.» 33 Wan bersîva wî da: «Em ji dûndana* Birahîm* in
û tu caran em neketine bin nîrê tu kesî. Çawa tu dibêjî: ‹Hûnê
azad bibin›?»
34 Îsa
li wan vegerand û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, her
kesê ku gunehan dike, ew xulamê guneh e. 35 Xulam
her û her di malê de namîne, lê kur her û her dimîne. 36 Loma,
eger Kur we azad bike, bi rastî hûnê azad bibin. 37 Ez dizanim ku hûn ji dûndana Birahîm in, lê dîsa
jî hûn li kuştina min digerin. Çimkî hûn di dilê xwe de cih nadin
peyva min. 38 Ez
ji tiştên ku min li ba Bavê xwe dîtine dipeyivim û hûn jî tiştên
ku we ji bavê xwe bihîstine dikin.»
Zarokên
Îblîs
39 Wan
bersîva Îsa da û jê re got: «Bavê me Birahîm e.» Îsa ji wan re
got: «Eger hûn zarokên Birahîm bûna, weyê kirinên Birahîm
bikirana. 40 Lê niha hûn li kuştina min – li kuştina wî
mirovê rastiya ku ji Xwedê bihîstî ji we re gotiye – digerin. Birahîm
ev yek nekir. 41 Hûn
karên bavê xwe dikin.» Wan ji wî re got: «Em ji zînayê çênebûne!
Bavekî me heye, ew jî Xwedê ye.» 42 Îsa
ji wan re got: «Eger Xwedê Bavê we bûya, weyê ji min hez bikira, çimkî
ez ji ba Xwedê hatime û niha ez li vir im. Ez ji ber xwe nehatime, lê wî
ez şandime. 43 Çima
hûn tiştên ku ez dibêjim fêm nakin? Ji ber ku hûn peyva min
ranagirin. 44 Hûn
ji bavê xwe Îblîs in û hûn dixwazin xwestekên bavê xwe bînin cih.
Ew ji destpêkê ve mêrkuj bû û tu caran li ser rastiyê nemaye, çimkî
rastî li ba wî tune. Çaxê ku ew derewan dike, ji tiştên xwe bi xwe
dibêje; çimkî ew derewkar e û bavê derewan e. 45 Lê
ji ber ku ez rastiyê dibêjim, hûn ji min bawer nakin. 46 Kî ji we dikare nîşan bide ku guneh li ba min
heye? Madem ez rastiyê dibêjim, çima hûn ji min bawer nakin? 47 Yê
ku ji Xwedê be, gotinên Xwedê dibihîze; ji ber ku hûn ne ji Xwedê
ne, hûn nabihîzin.»
Îsa
û Birahîm
48 Cihûyan
bersîva wî da û gotin: «Ma heqê me tunebû, dema ku me got, tu ji
Sameryayê* yî û tu bi cinan ketiyî?» 49 Îsa
ji wan re got: «Ez bi cinan neketime, bervajiyê vê, ez siyaneta* Bavê
xwe digirim, lê hûn min bê siyanet dikin. 50 Ez
li rûmeta xwe nagerim, lê yekî ku lê digere û dîwanê* dike heye. 51 Bi
rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, eger yek gotina min bigire, ew tu
caran mirinê nabîne.» 52 Li
ser vê yekê Cihûyan jê re got: «Niha em dizanin ku tu bi cinan ketiyî!
Birahîm jî mir, pêxember jî mirin. Û niha tu dibêjî: ‹Eger yek
gotina min bigire, tu caran mirinê tam nake.› 53 Nexwe
tu ji bavê me Birahîm meztir î? Ew mir. Pêxember jî mirin. Ma tu xwe
kî dibînî?»
54 Îsa
bersîv da: «Eger ez rûmetê bidim xwe, rûmeta min ne tiştek e; yê ku
rûmetê dide min Bavê min e ku hûn jê re dibêjin: ‹Ew Xwedayê me
ye.› 55 Hûn wî qet nas nakin, lê ez wî nas dikim. Eger
min bigota ku ez wî nas nakim, ez jî wek we dibûm derewker; lê ez wî
nas dikim û gotina wî digirim. 56 Bavê we Birahîm bi hêviya ku wê roja min bibîne
gelek şa bû; wî ew dît û dilgeş bû.» 57 Cihûyan
jê re got: «Hê tu ne pêncî salî yî! Ma te Birahîm jî dîtiye?» 58 Îsa
ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ji beriya bûyîna
Birahîm ez heme.» 59 Îcar
wan kevir hildan, da ku bavêjin wî, lê Îsa xwe veşart û ji Perestgehê
derket derve.
|