Mirovekî
Kor Dibîne
9
1 Gava
ku Îsa derbas dibû, wî mirovek dît ku ji zikmakî ve kor bû. 2 Şagirtên
wî jê pirsîn: «Mamoste, kê guneh kir ku ev mirov kor hat dinyayê? Wî
bi xwe an dê û bavê wî?» 3 Îsa
bersîva wan da: «Ne wî guneh kir, ne jî dê û bavê wî, lê ji bo ku
karên Xwedê li ser wî bên dîtin ew kor hat dinyayê. 4 Hê ku roj e divê em karên ê ku ez şandime bikin. Şev tê,
hingê kes nikare karekî bike. 5 Heta ku ez li dinyayê me, ez ronahiya dinyayê me.»
6 Wî
weha got û tif kir erdê, ji tifê herrî çêkir û ew li çavê mirov
da 7 û
jê re got: «Here xwe di hewza Sîlwamê de bişo» ku bê wergerandin:
«Hatiye şandin». Ew jî çû serçavê xwe şuşt û bi çavên vebûyî
vegeriya.
8 Cîranên
wî û kesên ku berê dîtibûn ku wî pars dikir, gotin: «Ewê ku rûdinişt
û pars dikir, ma ne ev e?» 9 Hinekan
digot: «Ev ew e», hinekan jî digot: «Ne ew e, lê dimîne wî.» Lê wî
bi xwe digot: «Ez ew im.» 10 Îcar
wan jê pirsî: «Nexwe çavên te çawa vebûn?» 11 Wî bersîva wan da: «Mirovê ku jê re dibêjin Îsa
herrî çêkir û li çavên min da û ji min re got: ‹Here hewza Sîlwamê
û xwe bişo.› Ez jî çûm, min serçavê xwe şuşt û çavên min vebûn.»
12 Wan
jê pirsî: «Ew li ku derê ye?» Wî got: «Ez nizanim.»
Fêrisî
û Mirovê Qencbûyî
13 Wan
ew mirovê ku berê kor bû, anîn ba Fêrisiyan. 14 Ew roja ku Îsa herrî çêkir û çavên wî
vekirin, Şemî bû. 15 Fêrisiyan
jî jê pirsî, ka çavên wî çawa vebûne? Mirov ji wan re got: «Wî
herrî li çavên min da, min serçavê xwe şuşt û niha ez dibînim.» 16 Hinekan
ji Fêrisiyan got: «Ev mirov ne ji Xwedê ye, çimkî ew Şemiyê nagire.»
Lê hinekan jî got: «Ma mirovekî gunehkar çawa dikare nîşanên weha
çêke?» Û di navbera wan de dubendî derket. 17 Hingê
wan dîsa ji wî yê ku berê kor bû pirsî: «Tu li ser wî yê ku çavên
te vekirin çi dibêjî?» Wî got: «Ew pêxember e.»
18 Serekên
Cihûyan bawer nekirin ku ew kor bû û çavên wî vebûne, heta gazî dê
û bavê wî nekirin 19 û
ji dê û bavê wî nepirsîn: «Ma kurê we yê ku we digot kor hatiye
dinyayê, ev e? Çawa dibe ku niha ew dibîne?» 20 Dê
û bavê wî bersîva wan dan: «Em dizanin ku ev kurê me ye û kor
hatiye dinyayê. 21 Lê
em nizanin ku niha ew çawa dibîne û em nizanin kê jî çavên wî
vekirine. Ji wî bipirsin, êdî ew mezin e, bila ew ji bo xwe bêje.» 22 Dê û bavê wî ji ber ku ji wan ditirsiyan weha
peyivîn. Çimkî ji xwe serekên Cihûyan gotina xwe kiribûn yek: Her
kesê ku bigota ew Mesîh e, ewê ji kinîştê* bihata avêtin. 23 Ji
ber vê yekê dê û bavê wî gotin: «Êdî ew mezin e, ji wî bipirsin.»
24 Îcar
wan cara diduyan gazî wî mirovê ku berê kor bû kir û jê re gotin:
«Li ber Xwedê rastiyê bêje! Em dizanin ku ev mirov gunehkar e.» 25 Wî bersîva wan da: «Ez nizanim ka ew gunehkar e an
ku ne gunehkar e, lê tiştê ku ez dizanim ev e, ez kor bûm û niha ez
dibînim.» 26 Îcar
wan jê pirsî: «Wî çi bi te kir? Wî çawa çavên te vekirin?» 27 Wî
li wan vegerand û got: «Min niha ji we re got, lê we guhê xwe nedayê.
Çima hûn dixwazin dîsa bibihîzin? Ma hûn jî dixwazin ku bibin şagirtên
wî?» 28 Wan
ew nizim kir û gotin: «Tu yî şagirtê wî, lê em şagirtên Mûsa ne.
29 Em
dizanin ku Xwedê bi Mûsa re peyiviye, lê heçî ev mirov e, em nizanin
ku ew ji ku derê tê!»
30 Mirov
bersîva wan da û got: «Ev tiştekî ecêb e! Hûn nizanin ew ji ku derê
tê, lê wî çavên min vekirin. 31 Em
dizanin ku Xwedê dengê gunehkaran nabihîze. Lê eger mirovek biperize*
Xwedê û daxwaza wî bike, Xwedê dengê wî mirovî dibihîze. 32 Ji berê ve tu caran nehatiye bihîstin ku kesekî çavên
mirovekî ku kor hatî dinyayê vekirine. 33 Eger
ev mirov ne ji Xwedê bûya, nikaribû tiştek bikira.» 34 Wan ji wî re got: «Tu bi tevahî di nav gunehan de
hatiyî dinyayê, ma tê hînî me bikî?» Û ew ji kinîştê avêtin
derve.
Korîtiya
Ruhanî
35 Gava
Îsa bihîst ku ew avêtine derve, wî ew dît û jê re got: «Tu baweriyê
bi Kurê Mirov tînî?» 36 Zilam
lê vegerand û got: «Ezbenî, ew kî ye? Bêje, da ku ez baweriyê pê bînim»
37 Îsa
jê re got: «Te ew dît û yê ku niha bi te re dipeyive ew e.» 38 Wî got: «Ya Xudan*, ez bawer dikim!» û ji Îsa re
çû ser çokan. 39 Îsa
jî got: «Ez ji bo dîwankirinê hatime vê dinyayê, da yên ku nabînin
bibînin û yên ku dibînin jî kor bibin.»
40 Hinek
ji Fêrisiyên ku li ba wî bûn, dema ku ev bihîstin, jê re gotin: «Nexwe
em jî kor in?» 41 Îsa
bersîva wan da: «Eger hûn kor bûna, gunehê weyê tunebûya. Lê niha
hûn dibêjin: ‹Em dibînin›, îcar gunehê we dimîne.
|