Şivan
û Miyên Xwe
10
1 «Bi
rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew kesê ku di derî re nakeve hewşa
miyan, lê di cihên din re dikevê, ew diz û rêbir e. 2 Lê yê ku di derî re dikevê, ew şivanê miyan e. 3 Dergehvan
jê re derî vedike. Mî dengê wî dibihîzin û ew bi navê miyên xwe
gazî wan dike û wan derdixe derve. 4 Dema
ku ew hemû miyên xwe derdixe derve, dide pêşiya wan û mî jî li pey
wî diçin, çimkî dengê wî nas dikin. 5 Ew
tu caran li pey yekî xerîb naçin, lê ji wî direvin, çimkî dengê
xerîban nas nakin.»
6 Îsa
ev mesele ji wan re got, lê wan fêm nekir ku ew çi ji wan re dibêje.
Şivanê
Qenc
7 Li
ser vê yekê Îsa dîsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re
dibêjim, ez deriyê miyan im. 8 Hemû
yên ku beriya min hatine diz û rêbir in, lê miyan guhdariya wan nekir.
9 Derî
ez im; yê ku bi destê min bikeve hundir, ewê xilas bibe. Ewê bikeve
hundir, jê derkeve û çêrê bibîne. 10 Diz
bi tenê ji bo dizîn, kuştin û telefkirinê tê. Lê ez hatim ji bo ku
ji wan re jiyan hebe, jiyaneke bi firehî hebe.
11 «Ez
şivanê qenc im. Şivanê qenc ji bo miyan canê xwe dide. 12 Yê
ku bi peran hatiye girtin û ne şivan e, kesê ku ne xwediyê miyan e,
dema ku dibîne gur tê, miyan dihêle û direve. Gur jî li wan dixe û
wan belav dike. 13 Ew
direve, çimkî ew bi peran hatiye girtin û xema miyan naxwe. 14 Ez şivanê qenc im. Ez ên xwe nas dikim û yên min
jî min nas dikin, 15 wek
ku Bav min nas dike û ez jî wî nas dikim. Ez ji bo miyan canê xwe
didim. 16 Miyên
min ên din ên ku ne di vê hewşê de ne jî hene. Divê ez wan jî bînim
û ewê dengê min bibihîzin. Bi vî awayî, wê bibin şivanek û
keriyek. 17 Bav ji ber vê yekê ji min hez dike, çimkî ez
jiyana xwe didim, da ku ez wê dîsa bistînim. 18 Tu
kes wê ji min nastîne, lê ez jiyana xwe ji ber xwe didim. Ez dikarim
jiyana xwe bidim û dikarim dîsa bistînim jî. Min ev emir ji Bavê xwe
stand.»
19 Li
ser van gotinan dîsa di nav Cihûyan de dubendî derket. 20 Gelekan ji wan digot: «Ew bi cinan ketiye û ew dîn
e. Çima hûn guhdariya wî dikin?» 21 Hinekên din jî gotin: «Ev ne gotinên yekî ne ku
bi cinan ketiye. Ma cin dikarin çavên koran vekin?»
Bêbaweriya
Cihûyan
22 Hingê
li Orşelîmê Cejna* Pîrozkirina Perestgehê hatibû û zivistan bû. 23 Îsa
li Perestgehê di Eywana Silêman de digeriya. 24 Cihû li dora wî civiyan û jê pirsîn: «Ma tê
heta kengê me di şikê de bihêlî? Eger tu Mesîh bî, ji me re bi eşkereyî
bêje!»
25 Îsa
bersîva wan da: «Min ji we re got. Lê hûn bawer nakin. Karên ku ez bi
navê Bavê xwe dikim, ji min re şahidiyê dikin. 26 Lê
hûn bawer nakin, çimkî hûn ne ji miyên min in. 27 Miyên min dengê min dibihîzin, ez jî wan nas
dikim û ew li pey min tên. 28 Ez jiyana herheyî didim wan û ew tu caran helak
nabin û tu kes nikare wan ji destê min derxe. 29 Bavê
min ê ku ew dane min, ji hemûyan meztir e û tu kes nikare wan ji destê
Bavê min derxe. 30 Ez
û Bav yek in.»
31 Cihûyan
dîsa kevir hildan ku wî bidin ber keviran. 32 Îsa
ji wan re got: «Min ji Bav gelek karên qenc nîşanî we dan. Hûn ji
ber kîjanî min didin ber keviran?» 33 Cihûyan
bersîva wî da: «Em te ne ji ber karekî qenc didin ber keviran, lê em
te ji ber çêran* didin ber keviran! Çimkî tu mirov î, lê tu xwe dikî
Xwedê.»
34 Îsa
bersîva wan da: «Ma di Şerîeta we de nenivîsiye ku Xwedê gotiye:
‹Hûn xwedê ne›? 35 Em
dizanin ji wan kesên ku peyva Xwedê ji wan re hatiye, ‹xwedê›
hatibe gotin jî, Nivîsara Pîroz xera nabe. 36 Bav
ez kirim veqetandiyê pîroz* û ez şandim dinyayê, îcar ji ber ku min
got: ‹Ez Kurê Xwedê me›, hûn çawa ji min re dibêjin: ‹Tu çêran
dikî!› 37 Eger ez karên Bavê xwe nekim, ji min bawer nekin. 38 Lê
eger ez wan dikim, bi ser ku hûn ji min bawer nakin jî, dîsa bi karên
min bawer bikin, da ku hûn bizanin û fêm bikin ku Bav bi min re ye û
ez bi Bav re me.» 39 Hingê
dîsa wan xwest ku Îsa bigirin, lê Îsa ji destê wan derket.
40 Îsa
dîsa derbasî aliyê din ê Çemê Urdunê bû û li wê derê ma, cihê
ku Yûhenna di destpêkê de lê imad* dikir. 41 Gelek
kes dihatin ba wî û digotin: «Yûhenna tu nîşan çênekir, lê hemû
tiştên ku Yûhenna li ser vî mirovî gotin rast derketin.» 42 Û li wê derê gelekan bawerî bi wî anî.
|