Mirina
Lazar
11
1 Îcar
mirovek bi navê Lazar nexweş bû. Ew ji Beytanyayê, ji gundê Meryemê*
û xwişka wê Mertayê bû. 2 Lazarê
nexweş birayê Meryemê bû, ya ku rûnê bîhnxweş li Xudan dabû û bi
porê xwe lingên wî paqij kiribûn. 3 Herdu
xwişkan ji Îsa re xeber şandin û
gotin: «Ya Xudan, yê ku tu jê hez dikî nexweş e.» 4 Lê
dema ku
Îsa ev yek bihîst, wî got: «Ev nexweşî ne ji bo mirinê ye, lê belê
ew ji bo rûmeta Xwedê ye, da ku Kurê Xwedê pê bi rûmet bibe.»
5 Îsa
ji Mertayê, ji xwişka wê û ji Lazar hez dikir. 6 Lê
dema bihîst ku Lazar nexweş e, ew du rojên din jî li wî cihê ku lê
bû ma. 7 Paşê
wî ji şagirtên xwe re got: «Em dîsa herin Cihûstanê.» 8 Şagirtan jê re got: «Mamoste, hê niha bû Cihû li
kevirkirina te digeriyan, ma tu dîsa diçî wê derê?» 9 Îsa
bersîva wan da: «Ma di rojekê de diwanzdeh saet tunin? Eger yek bi roj
bigere, naterpile*, çimkî ew ronahiya vê dinyayê dibîne. 10 Lê eger yek di şevê de bigere, ew diterpile, çimkî
bi wî re ronahî tune.» 11 Piştî van peyvan wî ji wan re got: «Dostê me
Lazar bi xew ve çûye, lê ez diçim wî hişyar bikim.» 12 Şagirtan
jê re got: «Ya Xudan, eger ew ketibe xewê, ewê qenc bibe.» 13 Niha
Îsa li ser mirina wî digot, lê wan guman kir ku ew li ser razana wî
dibêje. 14 Li
ser vê yekê Îsa bi eşkereyî ji wan re got: «Lazar miriye. 15 Û ji bo we ez dilşa me ku ez ne li wê derê bûm,
da ku hûn bawer bikin. De niha rabin, em herin ba wî.» 16 Hingê
Tûmayê ku jê re Cêwî digotin, ji hevalên xwe yên şagirt re got: «Em
jî herin, da ku em bi wî re bimirin.»
Vejîn
û Jiyan
17 Dema
ku Îsa hat, wî dît ku beriya çar rojan Lazar kirine gorê. 18 Beytanya nêzîkî Orşelîmê bû û li dora sê kîlometreyan
jê dûr bû. 19 Gelek Cihû hatibûn ba Merta û Meryemê, da ku ji
ber mirina birayê wan di ber dilê wan de bên.
20 Gava
Mertayê bihîst ku Îsa tê, ew çû pêşiya wî. Lê Meryem li malê
ma. 21 Mertayê
ji Îsa re got: «Ya Xudan, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir. 22 Niha
jî ez dizanim tu çi ji Xwedê bixwazî, ewê bide te.» 23 Îsa ji wê re got: «Birayê te wê dîsa rabe.» 24 Mertayê
lê vegerand: «Ez dizanim Roja Dawî, Roja* Vejînê ewê dîsa rabe.» 25 Îsa
ji wê re got: «Vejîn* û jiyan ez im. Yê ku bawerî bi min anîbe,
miribe jî ewê bijî. 26 Û
her kesê ku dijî û baweriyê bi min tîne, qet namire. Tu vê yekê
bawer dikî?» 27 Mertayê
ji wî re got: «Erê ya Xudan*, ez bawer dikim ku tu Mesîh î, Kurê
Xwedê yî, yê ku wê bihata dinyayê.»
Îsa
Digirî
28 Piştî
ku wê ev got, çû gazî xwişka xwe Meryemê kir û bi dizî got: «Mamoste
li vir e û ew gazî te dike.» 29 Gava
ku Meryemê ev bihîst, zû rabû çû ba Îsa. 30 Îsa hê negihîştibû gund û hê li wî cihî bû,
dera ku Merta hatibû pêşiya wî. 31 Cihûyên ku li malê bi wê re bûn û di ber dilê
wê de dihatin, gava dîtin ku Meryem zû rabû derket derve, dan pey wê.
Wan guman kir ew diçe ser gorê ku bigirî. 32 Dema ku Meryem hat cihê ku Îsa lê bû, ew dît,
xwe avêt lingên wî û got: «Ya Xudan, eger tu li vê derê bûyayî,
birayê min nedimir.» 33 Gava
ku Îsa çav bi giriyê wê û bi giriyê Cihûyên ku pê re hatibûn
ket, ji kûr ve naliya û kederê ruhê wî girt. 34 Wî
ji wan pirsî: «We ew li ku derê veşart?» Wan jê re got: «Ya Xudan,
were û bibîne.» 35 Îsa
giriya. 36 Hingê
Cihûyan got: «Binêrin, çiqas ji wî hez dikir!» 37 Lê hinekan ji wan got: «Ma yê ku çavên ê kor
vekirin, nikaribû tiştekî bike ku ev mirov jî nemire?»
Îsa
Lazarê Mirî Radike
38 Li
ser vê yekê Îsa dîsa ji kûr ve naliya û gihîşt ser gorê. Gor şkeftek
bû û kevirek li ber derê wê bû. 39 Îsa
got: «Kevir rakin.» Xwişka yê mirî Mertayê ji wî re got: «Ya
Xudan, êdî bîhn ketiyeyê, ev çar roj e ku ew miriye.» 40 Îsa
ji wê re got: «Ma min ji te re negot, eger tu bawer bikî, tê rûmeta
Xwedê bibînî?» 41 Îcar
kevir rakirin. Îsa çavên xwe ber bi jor ve hilda û got: «Bavo, ji ber
ku te ez bihîstim, ez ji te re şikir dikim. 42 Ez
dizanim ku tu hergav min dibihîzî, lê min ev ji bo elaleta li hawirdorê
rawestayî got, da ku bawer bikin ku te ez şandime.»
43 Piştî
ku wî weha got, ew bi dengekî bilind qîriya: «Lazar, were derve!» 44 Yê
mirî, dest û ling bi caw pêçayî û serçavê wî bi destmalekê
nixamtî derket derve. Îsa ji wan re got: «Wî vekin û bihêlin bila
here.»
Şêwira
Kuştina Îsa
45 Gelek
Cihûyên ku hatibûn ba Meryemê û tiştên ku Îsa kiribûn dîtin,
bawerî bi wî anîn. 46 Lê
hinek ji wan jî çûn ba Fêrisiyan û tiştên ku Îsa dikirin ji wan re
gotin. 47 Îcar
Fêrisî û serekên kahînan civîna* giregiran gazî ba hev kirin û
gotin: «Emê çi bikin? Ev mirov gelek nîşanan çêdike. 48 Eger
em wî weha bihêlin, hemû kes wê baweriyê bi wî bîne û Romayî jî
wê bên, wî cihê me yê pîroz û miletê me ji holê rakin.»
49 Yekî
ji nav wan, Qeyafayê ku wê salê Serokkahîn bû ji wan re got: «Hûn
qet tiştekî fêm nakin. 50 Ma
hûn nafikirin, ji bo ku tevahiya milet helak nebe, di oxira gel de
mirovek bimire, ji bo we çêtir e.» 51 Wî
ev ji ber xwe negot, lê ji ber ku ew Serokkahînê wê salê bû, wî pêxemberîtî
kir ku Îsa wê ji bo milet bimire. 52 Ne
bi tenê di oxira wî miletî de, lê ewê ji bo civandin û yekîtiya
zarokên Xwedê yên belavbûyî jî bimira. 53 Îcar
ji wê rojê ve şêwira kuştina Îsa kirin.
54 Loma
Îsa êdî bi eşkereyî di nav Cihûyan de negeriya. Lê ew ji wê derê
derket, çû herêmeke nêzîkî çolê, bajarê ku jê re Efrayîm
digotin û bi şagirtên xwe ve li wê derê ma.
55 Cejna*
Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk bû. Gelek kesên ji gundên hawirdor, ji
bo ku li gor adetan xwe paqij bikin, beriya Cejna Derbasbûnê hilkişiyan
Orşelîmê. 56 Ew
li wê derê li Îsa digeriyan û gava li Perestgehê radiwestan, ji hevdû
dipirsîn: «Hûn çi dibêjin? Ma ew qet nayê cejnê?» 57 Fêrisî
û serekên kahînan jî emir derxistibûn ku, eger kesek bizane ew li ku
derê ye, bila haya wan pê bixe, da ku wî bigirin.
|