Riya
ku Diçe Bav
14
1 «Bila
dilê we reht nebe. Baweriya xwe bi Xwedê bînin û baweriya xwe bi min jî
bînin. 2 Di
mala Bavê min de gelek ode hene. Eger wusa tunebûya, ma minê ji we re
bigota ku ez diçim ji we re cih amade bikim? 3 Dema
ku ez çûm û min ji we re cih amade kir, ezê dîsa bêm û we bibim ba
xwe, da ku cihê ez lê bim, hûn jî li wê derê bin. 4 Hûn riya wî cihê ku ez diçimê dizanin.»
5 Tûma
jê re got: «Ya Xudan, em nizanin tu diçî ku derê, emê çawa rê
bizanin?» 6 Îsa
ji wî re got: «Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be,
tu kes nayê ba Bav. 7 Eger
we ez nas bikirama, weyê Bavê min jî nas bikira. Îcar ji niha ve hûn
wî nas dikin û we ew dîtiye.»
8 Filîpos
jê re got: «Ya Xudan, ka Bav nîşanî me bide, ev têra me dike!» 9 Îsa
jê re got: «Ey Filîpos, evqas dem ez bi we re me, ma hê jî te ez nas
nekirime? Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye; tu çawa dibêjî: ‹Bav nîşanî
me bide›? 10 Ma
tu bawer nakî ku ez bi Bav re me û Bav jî bi min re ye? Gotinên ku ez
ji we re dibêjim, ez ji ber xwe nabêjim. Lê Bavê ku bi min re dimîne,
karên xwe dike. 11 Ji
min bawer bikin ku ez bi Bav re me û Bav jî bi min re ye. Lê qet nebe,
ji ber van karan bawer bikin. 12 Bi
rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku baweriyê bi min bîne, karên
ku ez dikim, ew bi xwe jî wê bike. Ewê yên hê meztir jî bike, çimkî
ez diçim ba Bav. 13 Bi
navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim, da ku Bav bi Kur bi rûmet bibe. 14 Eger
hûn bi navê min tiştekî ji min bixwazin, ezê wî bikim.
Îsa
Soza Şandina Ruhê Pîroz Dide
15 «Madem
hûn ji min hez dikin, hûnê emrên min bînin cih. 16 Û ezê ji Bav bixwazim û ewê Alîkarekî din bide
we, da ku her û her bi we re bimîne. 17 Ew Ruhê Rastiyê ye; dinya nikare wî qebûl bike,
çimkî ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî
ew bi we re dimîne û ewê di dilê we de be.
18 «Ez
we sêwî nahêlim; ezê dîsa bêm ba we. 19 Piştî
demeke kurt, êdî dinya min nabîne, lê hûnê min bibînin. Madem ez
dijîm, hûn jî, hûnê bijîn. 20 Wê
rojê hûnê bizanin ku ez bi Bavê xwe re me, hûn bi min re ne û ez jî
bi we re me.
21 «Yê
ku emrên min qebûl dike û wan tîne cih, ew e yê ku ji min hez dike. Yê
ku ji min hez dike, ewê ji aliyê Bavê min ve bê hezkirin. Ez jî, ezê
ji wî hez bikim û xwe ji wî re eşkere bikim.»
22 Cihûda*
– ne yê Îsxeryotî – ji wî re got: «Ya Xudan, ev çawa dibe ku tê
xwe ji me re eşkere bikî, lê xwe ji dinyayê re eşkere nakî?»
23 Îsa
bersîva wî da û got: «Eger yek ji min hez bike, wê gotina min bigire.
Bavê min jî wê ji wî hez bike û emê bên ba wî û li ba wî cih
bigirin. 24 Yê ku ji min hez nake, gotinên min jî nagire.
Gotina ku hûn dibihîzin ne ya min e, lê ya wî Bavî ye, ku ez şandime.
25 Hê
ez li ba we, min ev tişt ji we re gotin. 26 Lê Alîkar – Ruhê* Pîroz – yê ku Bav wê bi
navê min bişîne, ewê hemû tiştî hînî we bike û wê her tiştên
ku min ji we re gotine, bîne bîra we.
27 «Ez
aştiyê* ji we re dihêlim; ez aştiya xwe didim we. Ez wek ku dinya dide
we nadim. Bila dilê we reht nebe û netirsin! 28 We
bihîst ku min ji we re got: ‹Ez diçim, lê ezê dîsa bêm ba we!›
Eger we ji min hez bikira, ji bo çûna min a ba Bav, hûnê şa bibûna.
Çimkî Bav di ser min re ye. 29 Min
ev niha berî ku çêbin gotin, da ku, dema ew çêbin, hûn bawer bikin. 30 Êdî
ez bi we re pirr napeyivim, çimkî serokê vê dinyayê tê. Tu tiştê wî
bi min re tune, 31 lê
bila dinya bizane ku ez ji Bav hez dikim û Bav çawa emir daye min ez
wusa dikim.
«Rabin,
em ji vir herin.
|