|
21
1 Piştî
van bûyeran, Îsa dîsa xwe li perê Gola Teberiyayê nîşanî şagirtên
xwe da. Ev bi vî awayî çêbû: 2 Şimûn-Petrûs,
Tûmayê ku jê re Cêwî digotin, Natanyêlê ji Qenaya Celîlê, kurên
Zebedî û du şagirtên Îsa yên din bi hev re bûn. 3 Şimûn-Petrûs ji wan re got: «Ez diçim ku masiyan
bigirim.» Wan jî ji wî re got: «Em jî bi te re tên.» Derketin
derve, li qeyikekê siwar bûn, lê wê şevê tu tişt negirtin.
4 Êdî
çaxê bû sibe Îsa li qeraxê golê sekinî, lê şagirtan nizanibûn
ku ew Îsa ye. 5 Îsa
ji wan re got: «Zarono, ma pêxwarina we heye?» Wan lê vegerand û
gotin: «Na.» 6 Îcar
Îsa ji wan re got: «Torê bavêjin aliyê rastê yê qeyikê, hûnê
bigirin.» Wan jî tor avêt; êdî ji pirrbûna masiyan hêza wan têrê
nekir ku torê bikişînin.
7 Hingê
şagirtê ku Îsa jê hez dikir ji Petrûs re got: «Ev Xudan e!» Gava ku
Şimûn-Petrûs bihîst ku ew Xudan e, wî kirasê xwe li xwe kir – çimkî
wî ew ji xwe kiribû – û xwe avêt golê. 8 Şagirtên
din jî tora tije masî kişandin û bi qeyikê hatin nêzîk. Çimkî ji
bejê ne dûr bûn, lê nêzîkî sed metreyan dûr bûn. Îsa
bi Şagirtên Xwe re Xwarinê Dixwe
9 Gava
ku ew derketin bejê, dîtin ku li wir agirê ji komirê heye; masî li
ser e û nan li ber e. 10 Îsa
ji wan re got: «Hinek ji wan masiyên ku we niha girtine bînin.» 11 Şimûn-Petrûs
ket qeyikê û tora ku bi sed û pêncî û sê masiyên mezin tije bû kişand
bejê. Bi ser ku ewqas gelek bûn jî dîsa tor neçiriya.
12 Îsa
ji wan re got: «Werin taştê bixwin.» Ji şagirtan tu kesî newêribû
ku jê bipirse: «Tu kî yî?» Çimkî wan dizanibû ku ew Xudan e. 13 Îsa nêzîk bû, nan hilda, da wan û bi vî awayî
masî jî da wan. 14 Piştî
rabûna ji nav miriyan, ev cara sisiyan bû ku Îsa xwe nîşanî şagirtan
dida. Îsa
û Petrûs
15 Îcar
piştî ku wan taştê xwar, Îsa ji Şimûn-Petrûs pirsî: «Ey Şimûnê
kurê Yûhenna, ma tu ji van bêtir ji min hez dikî?» Petrûs jê re
got: «Erê ya Xudan, tu dizanî ku ez ji te hez dikim.» Îsa ji wî re
got: «Berxên min biçêrîne.»
16 Îsa
cara diduyan ji wî re got: «Ey Şimûnê kurê Yûhenna, ma tu ji min
hez dikî?» Wî ji Îsa re got: «Erê ya Xudan; tu dizanî ku ez ji te
hez dikim.» Îsa jê re got: «Şivantiya miyên min bike.»
17 Îsa
cara sisiyan ji Petrûs pirsî: «Ey Şimûnê kurê Yûhenna, ma tu ji
min hez dikî?» Li ser pirsîna Îsa ya cara sisiyan «Ma tu ji min hez
dikî?» kederê Petrûs girt û got: «Ya Xudan, tu her tiştî dizanî;
tu dizanî ku ez ji te hez dikim.» Îsa ji wî re got: «Miyên min biçêrîne.
18 Bi
rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, gava ku tu xort bûyî, te xwe girêdida
û dera ku te dixwest tu diçûyiyê. Lê gava ku tu pîr bibî, tê destên
xwe dirêj bikî û yekî din wê pişta te girêbide û te bibe cihê ku
tu naxwazî heriyê.» 19 Wî
ev got, ji bo nîşan bide ku ewê bi çi cûreyê mirinê Xwedê bi rûmet
bike. Piştî vê yekê wî ji Petrûs re got: «Li pey min were.» Îsa
û Şagirtê Hezkirî
20 Gava
ku Petrûs bi şûn de vegeriya, dît ew şagirtê ku Îsa jê hez dike li
pey wan tê. Ev, ew şagirt bû ku di şîva êvarê de pala xwe dabû
singê Îsa û gotibû: «Ya Xudan, yê ku wê te bide dest kî ye?» 21 Dema
ku Petrûs ew dît, ji Îsa pirsî: «Ya Xudan, îcar evê bibe çi?»
22 Îsa
ji wî re got: «Eger ez bixwazim ew bimîne heta ku ez bêm, te çi ji vê
ye? Tu li pey min were!»
23 Loma
gotina ku ew şagirt namire, di nav birayan de belav bû. Lê belê Îsa
ji bo wî negotibû ku ew namire, lê gotibû: «Eger ez bixwazim ew bimîne
heta ku ez bêm, te çi ji vê ye?»
24 Yê
ku ji van tiştan re şahidiyê dike û ev nivîsîne, ev şagirt e. Em
dizanin ku şahidiya wî rast e.
25 Hê
gelek tiştên din ên ku Îsa kirine hene. Eger ew yek bi yek bihatana
nivîsîn, ez dibêjim qey kitêbên ku bihatana nivîsîn wê di dinyayê
de bi cih nebûna. |