Hatina
Ruhê Pîroz
2 Gava ku Roja* Pentîkostê hat, ew hemû bi hev re li
derekê civiyabûn.
2 Û ji nişkê
ve ji ezmên dengek wek rabûna bayekî xurt hat û ew mala ku ew lê rûdiniştin
tije kir. 3 Zimanên wek pêlên agir di nav
wan de xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn. 4 Hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û bi gotina ku Ruhê
Pîroz dabû wan, dest pê kirin bi zimanên din peyivîn.
5 Hingê li Orşelîmê, Cihûyên
xwedêtirs ji hemû miletên ser rûyê erdê hebûn. 6 Li ser vî dengî elaleteke* mezin civiya û
tevlihev bû, çimkî her kesî dibihîst ku bi zimanê wî dipeyivin. 7 Matbûyî û şaşmayî pirsîn: «Ma
ev hemû yên ku dipeyivin ne ji Celîlê* ne? 8 Ma çawa çêdibe ku her yek ji me zimanê xwe yê dê
dibihîze? 9 Partoyî, Mêdî, Elamî, yên ku
li Mezopotamyayê, Cihûstan*, Kepedokya, Pontos û Asyayê*,
10 li Firîgya û Pamfîlyayê, li Misrê û li aliyê
Lîbyaya li dora Kûrênê rûdinin, yên ku ji Romayê hatin, 11 Cihû û Xwedêperestên ji miletên
din, Girîtî û Ereb. Em dibihîzin ku ev bi zimanên me li ser karên
Xwedê yên mezin dibêjin.» 12 Hemû şaş û
heyirî man û ji hev pirsîn: «Ma ev çi ye?» 13 Lê hinekên din jî tinazên xwe dikirin û
digotin: «Ev bi şeraba nû serxweş bûne.»
Peyivîna
Petrûs
14 Lê Petrûs bi yanzdehan ve rabû,
dengê xwe bilind kir û ji wan re got: «Gelî Cihûyan û hûn hemû yên
ku li Orşelîmê ne! Guh bidin peyvên* min, vê yekê qenc bizanin. 15 Wek ku hûn difikirin, ev ne serxweş
in. Çimkî niha saet nehê sibê ye. 16 Lê ev ew e ku bi devê Yoêl pêxember*
hatiye gotin:
17 ‹Di rojên dawîn de, Xwedê dibêje:
Ezê ji Ruhê xwe bi ser hemû
mirovan de birijînim.
Kur û keçên we wê pêxemberîtiyê
bikin
Û xortên we wê dîtiniyan*,
kal û pîrên we wê xewnan bibînin.
18 Di wan rojan de, ezê ji Ruhê xwe
Birijînim ser xulam û cêriyên
xwe
Û ewê pêxemberîtiyê bikin.
19 Û ezê li jor, li ezmên, tiştên
ecêb nîşan bidim
Û li jêr jî, li ser rûyê erdê, nîşanan xuya bikim:
Xwîn û agir, mij û dûman.
20 Berî hatina Roja Xudan* ya
mezin û navdar,
Roj wê tarî bibe û heyv wê
rengê xwînê bistîne.
21 Hingê, her kî ku gazî navê
Xudan bike, wê xilas bibe.›
22 «Gelî Îsraêliyan, guhdariya van
gotinan bikin: Îsayê Nisretî, ji aliyê Xwedê ve ji we re bi
kerametan, bi karên mezin û nîşanan hat erê kirin. Hûn bi xwe bi karên
ku Xwedê bi destê wî, di nav we de kirine dizanin. 23 Li
gor armanc û pêşzanîna Xwedê ew ji aliyê we ve hat girtin û we ew
bi destê yên ku Şerîetê* nas nakin li xaçê xist û kuşt. 24 Lê Xwedê ew vejand û êşên
mirinê rakirin, çimkî îmkan nebû ku ew ji aliyê mirinê ve girtî
bima. 25 Dawid* jî li ser wî
weha dibêje:
‹Min Xudan hergav li pêşiya
xwe dît,
Ew li milê min ê rastê ye, da
ku ez veneleqim.
26 Ji ber vê yekê dilê min geş û
zimanê min gelekî şa bû.
Bedena min jî wê bi hêviyê
bijî.
27 Çimkî tu canê min li diyarê*
miriyan nahêlî
Û tu nahêlî ku Pîrozê* te
rizîbûnê bibîne.
28 Te riyên jiyanê bi min dan zanîn;
Tê bi dîtina xwe min di nav şahiyê
de bihêlî.›b
29 «Birano, divê bi eşkereyî ji we
re li ser bavê me Dawid bê gotin ku ew hem mir û hem jî hat veşartin
û gora wî jî heta îro li ba me ye. 30 Lê
ji ber ku ew pêxember bû, wî dizanibû ku Xwedê ‹jê re sond xwariye
ku wê yekî ji dûndana* wî li ser textê wî bide rûniştin.›
31 Dawid ev ji pêşî ve dît û li
ser vejîna* Mesîh got:
‹Ew ne li diyarê miriyan hat
hiştin
Û ne jî bedena wî rizîbûn dît.›
32 Xwedê ev Îsa ji nav miriyan rakir û em hemû şahidên
vê yekê ne. 33 Îcar ew hatiye hilkişandin milê Xwedê yê rastê
û ji Bav* soza Ruhê Pîroz stand û çawa ku hûn
dibînin û dibihîzin ew rijandiye. 34 Erê,
Dawid hilnekişiya ezmanan, lê ew bi xwe dibêje:
‹Xudan ji Xudanê min re got:
Li milê min ê rastê rûne,
35 Heta ku ez dijminên te bikim pêgeha
lingên te.›
36 Îcar bila hemû mala Îsraêl qenc
bizane ku Xwedê ew Îsayê ku we xaç kir, hem kiriye Xudan û hem Mesîh.»
37 Îcar gava ku wan ev bihîst, wek
ku tîrek li dilê wan ketibe, ji Petrûs û Şandiyên din re gotin: «Birano!
Ma em çi bikin?» 38 Petrûs ji wan re got: «Tobe
bikin û bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad* bibe, da ku li
gunehên we bê bihûrtin û hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin. 39 Çimkî ev soz ji bo we, ji bo
zarokên we û ji bo hemûyên ku dûr in; ji bo her kesî ye ku Xudan
Xwedayê me gazî wî dike.» 40 Wî hê bi
gelek peyvên* din şahidî kir, ew şidandin û got: «Xwe ji vî nifşê* jirêderketî
xilas bikin.» 41 Îcar
yên ku peyvên wî qebûl kirin imad bûn û wê rojê li dora sê hezar
mirov beşdarî wan bûn. 42 Wan herdem xwe da hîndariya Şandiyan,
hevpariya ruhanî, şkandina nên û duakirinê.
Yekîtiya
Bawermendan
43 Tirs ket dilê her kesî. Û gelek
karên mezin û nîşan bi destê Şandiyan dihatin kirin. 44 Hemû bawermend bi hev re bûn û her tiştê wan
hevpar bû. 45 Mal û milkên xwe difirotin û bi
perên wan li gor hewcedariya her kesî leva* dikirin. 46 Her roj bi hev re di Perestgehê* de
diciviyan, li malên xwe nan dişkandin, bi şahî û bi dilekî xwerû
xwarin dixwarin. 47 Pesnê Xwedê didan û di nav hemû
xelkê de qedrê wan dihat girtin. Û Xudan jî roj bi roj hijmara yên
xilasbûyî zêdetir dikir.
|