Îsa Şagirtên Xwe Yên
Pêşî Hildibijêre
5
1 Rojekê
gava Îsa li ber perê Gola Cênîsartê* sekinîbû, elaletê li wî teng
dikir, da ku gotina Xwedê bibihîzin. 2 Îsa du qeyik li devê golê dîtin.
Masîgir ji wan peya bûbûn û torên xwe dişuştin. 3 Îsa
li qeyikekê ji wan siwar bû. Ew jî ya Şimûn* bû û ji wî hêvî kir
ku qeyikê piçekê ji bejê dûr bixe. Û rûniştî ji qeyikê elalet hîn
dikir. 4 Piştî
ku wî gotinên xwe xilas kirin, ji Şimûn re got: «Qeyika xwe ber bi kûrahiyê
ve bajo, torên xwe bavêjin nêçîra masiyan.» 5 Şimûn
lê vegerand û got: «Ya Hosta! Tevahiya şevê me kir û nekir, me tu tişt
negirt. Lê li ser gotina te, ezê toran bavêjim.» 6 Gava
wan wusa kir, wan ewqas masî girtin ku hindik mabû, torên wan bidirin. 7 Wan
bi nîşanan bang kirin şirîkên xwe, yên ku di qeyika din de bûn, da
ku bên û alîkariya wan bikin. Ew jî hatin û herdu qeyik ewqas
dagirtin ku hindik ma bû, ew bin av bibin. 8 Gava
Şimûn-Petrûs* ev dît, wî xwe avêt ber çokên Îsa û got: «Ya
Xudan, ji min dûr keve, çimkî ez mirovekî gunehkar im.» 9 Çimkî
ew û hemû yên ku pê re bûn ji pirrbûna masiyên ku girtibûn, heyirî
diman û ditirsiyan, 10 wusa
jî Aqûb* û Yûhenna*, kurên Zebedî, yên ku şirîkên Şimûn bûn
heyirîn. Hingê Îsa ji Şimûn re got: «Netirse! Ji niha û pê ve, tê
bibî nêçîrvanê mirovan.» 11 Wan
qeyikên xwe kişandin bejê, dev ji her tiştî berdan û li pey wî çûn.
Qenckirina Mirovekî Kotî
12 Gava ku ew li nav bajarekî ji
bajaran bû, li wir mirovek hebû ku bedena wî hemû kotî* bû. Gava wî
Îsa dît, xwe deverû avêt erdê, jê lava kir û got: «Ya Xudan, eger
tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.» 13 Îsa
destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: «Ez dixwazim. Paqij bibe!»
Û di cih de kotîbûn jê çû. 14 Û
Îsa tembîh li wî kir, ku ew vê yekê ji kesî re nebêje, lê jê re
got: «Here xwe nîşanî kahîn* bide û wek ku Mûsa emir kiriye, pêşkêşekê
bide, da ji wan re bibe şahidî, ku tu paqij bûyî.» 15 Dîsa jî nav û dengê Îsa hê
bêtir belav dibû û elaleteke mezin li hev kom dibû, da ku guhdariya wî
bikin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin. 16 Lê wî xwe dida çolê û dua
dikir.
Qenckirin û Lêbihûrtina Mirovê Şil
û Şeht
17 Rojekê ji rojan, çaxê wî hîn
dikir, Fêrisî* û Şerîetzan* jî li wir rûniştibûn. Ew ji her gundên
Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê* hatibûn. Hêza Xudan ji bo
qenckirina nexweşiyên wan pê re bû. 18 Hingê
hin zilaman yekî felcî di nav nivînan de anî û dixebitîn ku wî bînin
hundir û deynin ber Îsa. 19 Lê
gava wan ji ber elaletê tu rê nedît ku wî bînin hundir, ew hilkişiyan
ser bên, keremîtik rakirin û ew tevî nivînên wî daxistin navendê
ber Îsa. 20 Gava
wî baweriya* wan dît, ji yê felcî re got: «Ey mirovo! Li gunehên te
hat bihûrtin.» 21 Şerîetzan*
û Fêrisiyan* dest pê kir, fikirîn û gotin: «Ma evê ku çêrî* Xwedê
dike kî ye? Ma ji Xwedê pê ve, kî dikare li gunehan bibihûre?» 22 Îsa
bi fikrên wan hesiya, wî bersîv da û ji wan re got: «Ma hûn çima tiştên
weha di dilê xwe de dibêjin? 23 Ma kîjan hêsanîtir e? Ez bêjim:
‹Gunehên te li te hatin bihûrtin!› an ku ez bêjim: ‹Rabe û rêve
here!› 24 Lê
ji bo ku hûn bizanin desthilatiya Kurê* Mirov heye ku li ser erdê li
gunehan bibihûre», ji yê felcî re got: «Ez ji te re dibêjim, rabe
nivînên xwe hilîne û here mala xwe.» 25 Ew
jî di cih de li pêş wan rabû ser xwe, rahişt wan nivînên ku ew di
nav wan de bû, çû mala xwe û pesnê Xwedê da. 26 Hemû li vê yekê heyirî man,
pesnê Xwedê dan, dilê wan tije tirs bû û gotin: «Îro me tiştên ecêb
dîtin.»
Îsa Gazî Lêwî Dike
27 Piştî vê yekê Îsa derket
derve û bacgirekî* rûniştî di bacxanê de dît, ku navê wî Lêwî*
bû. Wî jê re got: «Li pey min were.» 28 Wî
jî dev ji her tiştî berda, rabû ser xwe û li pey wî çû. 29 Lêwî
jê re di mala xwe de ziyafetek da. Li ser sifrê bi wan re hijmareke
mezin ji bacgiran û hinekên din rûniştibûn. 30 Îcar Fêrisiyan* û zaneyên
wan ên Şerîetê* di serê şagirtên* wî de kirin pitepit û gotin:
«Çima hûn bi bacgir û gunehkaran re dixwin û vedixwin?» 31 Îsa
li wan vegerand û got: «Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm*
in. 32 Ez
nehatime, ku ji bo tobekirinê gazî rastan bikim, lê ez hatime ku gazî
gunehkaran bikim.»
Pirsa Rojîgirtinê
33 Îcar wan ji Îsa re got: «Şagirtên
Yûhenna* gelek rojiyê digirin û dua dikin û yên Fêrisiyan jî wusa
dikin, lê yên te dixwin û vedixwin.» 34 Îsa
ji wan re got: «Heta ku zava bi wan re ye, ma hûn dikarin ji xelkê
dawetê re bêjin: ‹Rojiyê bigirin!› 35 Lê
rojên ku zava wê ji nav wan bê standin wê bên. Hingê di wan rojan de
ewê rojiyê bigirin.»
36 Wî meselek jî ji wan re got:
«Tu kes perçeyekî ji cilekî nû jê nake, ku cilekî kevin pê pîne
bike. Eger bike, hem wê cilê nû bidirîne, hem jî ew perçê ji cilê
nû bi cilê kevin re li hev nayê. 37 Û
tu kes şeraba nû naxe meşkên kevin. Eger weha bike, şeraba nû wê meşkan
bidirîne, şerab wê birije û meşk wê ziyan bibin. 38 Lê
belê divê şeraba nû bikeve meşkên nû. 39 Û kesek tune ku piştî şeraba
kevin vexwe, ya nû bixwaze, çimkî ew dibêje: ‹Ya kevin xweş e.›»
|