Qenckirina Xulamê Sersedekî
7
1 Piştî
ku wî ew gotinên ku xelkê guhdarî dikir, xilas kirin, ew ket Kefernahûmê.
2 Xulamê
sersedekî* nexweş ketibû û li ber mirinê bû. Ew li ba sersed yekî hêja
bû. 3 Dema
wî li ser Îsa bihîst, wî çend ji rihspiyên Cihûyan şandin ba wî
û jê lava kir, ku ew bê û xulamê wî xilas bike. 4 Gava ew hatin ba Îsa, wan gelek
lavlav jê kir û gotin: «Ew hêja ye ku tu vê jê re bikî, 5 çimkî
ew ji miletê me hez dike û wî bi xwe kinîşt* ji me re ava kiriye.» 6 Îsa
bi wan re çû. Gava hindik mabû ku ew bigihîje mala wî, yê sersed
dost şandin pêşiya wî, da ku ew weha jê re bêjin: «Ya Xudan*, xwe
newestîne, çimkî ez ne hêja me ku tu bêyî bin banê min. 7 Ji ber vê yekê jî min xwe hêja
nedît ku ez bêm ba te. Îcar hema peyvekê* bêje û xulamê min wê
qenc bibe. 8 Çimkî
ez jî mirovekî di bin emir de me û di bin min re jî leşker hene. Ez
ji yekî re dibêjim: ‹Here!›, ew diçe û ji yê din re dibêjim:
‹Were!›, ew tê û ez ji xulamê xwe re dibêjim: ‹Vê bike!›, ew
dike.» 9 Gava
Îsa ev bihîst, ew li wî şaş ma. Wî berê xwe da elaleta ku li pey wî
dihat û got: «Ez ji we re dibêjim ku min di Îsraêlê de jî
baweriyeke* evqas mezin nedîtiye.» 10 Û
gava yên şandî vegeriyan mal, wan dît ku xulamê wî sax bûye.
Saxbûna Kurê
Jinebiyê
11 Ne gelekî piştî vê, Îsa
çû nav bajarekî ku jê re Nayîn digotin. Şagirtên* wî û elaleteke
mezin pê re diçûn. 12 Gava
ew nêzîkî dergehê bajêr dibû, miriyek ji bajêr derdixistin. Ew kurê
diya xwe yê yekta bû û dê jî jinebî bû. Elaleteke mezin ji bajêr
bi wê re bû. 13 Gava
Xudan* dê dît, dilê wî pê şewitî û jê re got: «Negirî!» 14 Ew
nêzîkî darbestê bû, destê xwe lê da û yên ku ew hilgirtibûn,
sekinîn. Wî got: «Xorto! Ez ji te re dibêjim, rabe ser xwe!» 15 Û
yê mirî rabû, rûnişt û dest pê kir, peyivî. Û Îsa ew da diya wî.
16 Îcar
tirs ket dilê hemûyan. Wan pesnê Xwedê da û digotin: «Pêxemberekî
mezin di nav me de rabûye» û «Va ye, Xwedê hatiye serdana gelê xwe.»
17 Û
ev gotina ha ya li ser wî li seranserê Cihûstanê û hawirdora wê
belav bû.
Îsa Bersîva
Pirsa Yûhenna Dide
18 Şagirtên Yûhenna* jî ji wî
re li ser van tiştan hemûyan gotin. Û Yûhenna gazî du şagirtên xwe
kir 19 û
ew şandin ba Xudan, da ku jê bipirsin: «Ma ewê ku wê bihata tu yî,
an em li hêviya yekî din bimînin?» 20 Gava ew herdu zilam hatin ba wî,
wan jê re got: «Yûhennayê imadkar em şandine ba te, da ku em
bipirsin: ‹Ma yê ku wê bihata tu yî, an em li hêviya yekî din bimînin?›»
21 Wê
gavê Îsa gelek ji nexweşî, êş û ruhên xerab qenc kirin û çavên
gelek koran vekirin. 22 Îsa
li wan vegerand û got: «Herin û we çi dîtiye û çi bihîstiye ji Yûhenna
re bêjin: Kor dibînin, şil û şeht* rêve diçin, kotî paqij dibin,
kerr dibihîzin, mirî radibin û Mizgînî ji belengazan re tê dayîn. 23 Û
xwezî bi wî yê ku ji min neenire.»
24 Gava qasidên Yûhenna çûn, wî
dest pê kir û ji elaletê re li ser Yûhenna got: «Ma hûn derketin çolê,
da ku hûn çi bibînin? Çîtikeke ku li ber bayê diheje? 25 Nexwe
hûn derketin, ku hûn çi bibînin? Ma mirovekî, ku cilên nermîn li
xwe kirine? Va ye, yên bi cilên spehî û di dewlemendiyê de dijîn, di
qesrên padîşahan de ne. 26 Nexwe
hûn derketin ku hûn çi bibînin? Ma pêxemberekî? Erê, ez ji we re
dibêjim, ji pêxemberekî hê zêdetir. 27 Ev ew e, yê ku li ser hatiye
nivîsîn:
‹Va ye, ez qasidê xwe di pêşiya te de dişînim,
Ewê riya te li pêşiya te amade bike.›
28 Ez
ji we re dibêjim, di nav wan ên ku ji jinan çêbûn de, tu kes ji Yûhenna
meztir tune, lê di Padîşahiya* Xwedê de yê herî biçûk ji Yûhenna
meztir e.»
29 Gava tevahiya xelkê, heta bi
bacgiran* jî ev yek bihîst, wan Xwedê erê kir, çimkî bi imadkirina*
Yûhenna hatibûn imadkirin. 30 Lê Fêrisî* û Şerîetzanan*
daxwaza Xwedê ya ku ji bo wan bû red
kir, çimkî bi imadkirina Yûhenna nehatibûn imadkirin. 31 «Ma ez mirovên vî nifşî* bimînînim kê û ew mîna kê ne? 32 Ew wek zarokan in ên ku li nav meydana bajêr rûdinin, bang dikin
hev û dibêjin:
‹Me ji we re li bilûrê xist û hûn
nereqisîn.
Me avêt ser miriyan û hûn negirîn.›
33 Çimkî Yûhennayê imadkar hat,
ne nan dixwar û ne şerab vedixwar û we digot: ‹Ew bi cinan ketiye.›
34 Kurê*
Mirov jî hat, ew dixwe û vedixwe û hûn dibêjin: ‹Ev mirovekî xwera
û serxweş e, dostê bacgir û gunehkaran e.› 35 Lê şehrezayî ji aliyê hemû
zarokên xwe ve rast tê dîtin.»
Lêbihûrtina li
Jineke Gunehkar
36 Yekî ji Fêrisiyan* Îsa
vexwend, ku bi wî re xwarinê bixwe. Ew jî çû mala yê Fêrisî û li
ser sifrê rûnişt. 37 Û
li bajêr jineke gunehkar hebû. Gava wê bihîst ku ew li mala yê Fêrisî
li ser sifrê rûniştiye, wê di firaxeke mermerê spî de rûnê bîhnxweş
anî. 38 Ew
ji pişt ve li ber lingên wî rawesta, bi girîn dest pê kir, lingên wî
bi hêstiran şil kirin û ew bi porê serê xwe zuwa kirin. Wê lingên wî
ramûsandin û rûnê bîhnxweş li wan da. 39 Gava Fêrisiyê ku ew gazî mala
xwe kiribû, ev dît, ji xwe re got: «Eger ev pêxember bûya, wê
bizaniya, ka ev jina ku destê xwe li wî dide kî ye û ew çi jin e. Çimkî
ew yeke gunehkar e.»
40 Îsa jê re got: «Şimûn*, ez
dixwazim tiştekî ji te re bêjim.» Wî got: «De bêje, mamoste.» 41 «Du
deyndarên deynxwazekî hebûn; yek ji wan bi pênc sed û yê din bi pêncî
zîvî* deyndar bû. 42 Lê
ji ber ku tiştekî wan tunebû ku deynê xwe bidin, ew li herduyan jî
bihûrt. Îcar kîjan ji herduyan wê bêtir ji wî hez bike?» 43 Şimûn
lê vegerand û got: «Ez dibêjim hema, ewê ku bêtir lê hatî bihûrtin.»
Wî jî jê re got: «Te rast tê derxist.» 44 Wî berê xwe da jinikê û ji
Şimûn re got: «Tu vê jinikê dibînî? Ez hatim mala te, te av jî ji
bo lingên min neda, lê wê lingên min bi hêstiran şil kirin û bi porê
xwe zuwa kirin. 45 Te
ramûsanek jî neda min, lê wê ji hinga ku ez ketime hundir ve, dev ji
ramûsandina lingên min bernedaye. 46 Te rûnê bîhnxweş li serê
min neda, lê wê rûnekî bîhnxweş li lingên min da. 47 Loma
ez ji te re dibêjim, li gunehên wê yên gelek hat bihûrtin. Ji ber vê
yekê wê gelek hez kiriye. Lê yê ku jê re hindik tê lêbihûrtin, ew
hindik hez dike.» 48 Û
wî ji wê re got: «Li gunehên te hat bihûrtin.» 49 Yên
ku pê re li ser sifrê rûniştibûn, dest pê kirin û ji xwe re gotin:
«Gelo ev kî ye ku li gunehan jî dibihûre?» 50 Hingê wî ji jinikê re got: «Baweriya*
te tu xilas kirî. Îcar bi silamet here.»
|