Duakirin
11
1 Carekê
Îsa li cihekî dua dikir û gava wî dua xwe xilas kir, yekî ji şagirtên
wî jê re got: «Ya Xudan, ka me hînî dua-kirinê bike, çawa ku Yûhenna
şagirtên xwe hîn kirine.» 2 Îsa
ji wan re got: «Çaxê hûn dua bikin, bêjin:
Ya
Bavo,
Navê
te pîroz* be,
Bila
Padîşahiya te bê.
3 Nanê
me yê rojane, roj bi roj bide me.
4 Û
li gunehên me bibihûre,
Çimkî
em jî li hemû deyndarên xwe dibihûrin
Û me
nebe ceribandinê.»
5 Û
wî ji wan re got: «Kî ji we dostekî wî hebe û ew nîvê şevê here
ba wî û jê re bêje: ‹Dosto, ka sê nanan bi deyn bide min, 6 çimkî
dostê min ji riyeke dûr hatiye ba min û tiştekî min tune ku ez deynim
ber wî.› 7 Û
yê din jî ji hundir lê vegerîne û bêje: ‹Min reht neke. Êdî derî
girtî ye û zarokên min li ba min di nav nivînan de ne. Ez nikarim
rabim û bidim te.› 8 Ez
ji we re dibêjim, eger ew ji bo dostaniyê ranebe û nede wî jî, ewê
ji ber bêerziya wî rabe û çi jê re lazim be, wê bide wî. 9 Û
ez ji we re dibêjim:
Bixwazin,
wê ji we re bê dayîn,
Lê
bigerin, hûnê bibînin,
Li derî
bixin, ewê ji we re vebe.
10 Çimkî
yê ku dixwaze, distîne
Û yê
ku digere, dibîne
Û yê
ku li derî dixe, jê re vedibe.
11 Ka
di nav we de bavek heye ku kurê wî masiyekî jê bixwaze û ew di şûna
masî de marekî bide wî? 12 An
ku ew hêkekê bixwaze û ew dûpişkekî bide wî? 13 Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên
qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê* ezmanî hê çiqas bêtir wê Ruhê
Pîroz bide wan ên ku ji wî dixwazin.»
Derxistina
Cinan
14 Îsa
cinekî lal derdixist û gava ku cin derket, yê lal peyivî û elalet
şaş ma. 15 Lê
hinekan ji wan got: «Ew bi serekê cinan Belzebûl*, cinan derdixe.» 16 Hinekên
din ji bo ku wî biceribînin, nîşanek ji ezmên jê dixwestin. 17 Lê
Îsa bi fikrên dilê wan dizanî û ji wan re got: «Her padîşahiya ku
di nav wê de dubendî hebe, wêran dibe û mal li hember malê derdikeve.
18 Û eger Îblîs li dijî xwe bi xwe rabe, padîşahiya
wî wê çawa bimîne? Çimkî hûn dibêjin ku ez bi Belzebûl* cinan
derdixim. 19 Eger
ez bi Belzebûl cinan derxim, ma yên ku li pey we tên wan bi kê
derdixin? Ji ber vê yekê ewê bibin dadgerên* we. 20 Lê
eger ez bi tiliya Xwedê cinan derdixim, nexwe
hingê Padîşahiya Xwedê gihîştiye we. 21 Çaxê
yekî çekdar û bi hêz qesra xwe diparêze, tiştên wî di ewlehiyê de
dimînin. 22 Lê
çaxê yekî ji wî bihêztir bavêje ser wî û bikare wî, wê hemû çekên
wî yên ku ew li wan ewle dibû, bistîne û talan leva* bike. 23 Yê
ku ne bi min re ye, li hember min e û yê ku bi min re nacivîne, belav
dike.
Vegerîna
Ruhê Xerab
24 «Çaxê
ruhê nepak ji mirov derdikeve, ew li cihên bê av digere ku rihetiyê
bibîne, lê nabîne. Hingê ew dibêje: ‹Ezê vegerim mala xwe ya ku ez
jê derketime.› 25 Îcar
tê û dibîne ku ew maliştî û xemilandî ye. 26 Hingê
ew diçe û heft ruhên din ên ji xwe xerabtir tîne û ew dikevinê û
li wir rûdinin. Êdî halê wî mirovî yê dawî ji yê pêşî xerabtir
dibe.»
Xwezîtiya
Rast
27 Çaxê
Îsa hê ev tişt digotin, jinekê ji elaletê dengê xwe hilda û ji wî
re got: «Xwezî bi wî zikê ku tu aniyî û bi wan çiçikên ku tu mêjandiyî.»
28 Lê wî got: «Rast e, lê hê bêtir xwezî bi wan
ên ku peyva Xwedê dibihîzin û pêk tînin!»
Nîşanan
Dixwazin
29 Û
çaxê ku elalet li dor wî zêde dibû, Îsa dest bi gotinê kir: «Ev
nifşê ha nifşekî xerab e, li nîşanekê digere û ji nîşana Ûnis*
pêxember pê ve, nîşaneke din ji wan re nayê dan. 30 Çawa
ku Ûnis ji xelkê Nînewê re bûye nîşan, Kurê Mirov jî wê ji vî
nifşî re wusa be. 31 Şahbanûya*
Başûr wê di Roja Dawî de bi xelkê vî nifşî re rabe û wan sûcdar
derxe; çimkî ew ji kujên dinyayê hat, da ku guhdariya şehrezayiya Silêman*
bike û va ye, yekî ji Silêman meztir li vir e. 32 Di
Roja Dawî de xelkê Nînewê wê bi vî nifşî re rabin û wan sûcdar
derxin, çimkî wan bi danezana Ûnis tobe kir û va ye, yekî ji Ûnis
meztir li vir e.
Çira
Bedena Te Çavê Te Ye
33 «Tu
kes çirayê pênaxe û danayne cihekî veşartî, an jî naxe bin
melkebê, lê datîne ser pêçirayê, da yên ku dikevin hundir, ronahiyê
bibînin. 34 Çira
bedena te çavê te ye. Eger çavê te saxlem be, hemû bedena te jî dibe
ronahî, lê eger çavê te xerab be, bedena te jî dibe tarî. 35 Îcar hay ji xwe hebe ku ronahiya di dilê te de nebe
tarî. 36 Eger bedena te hemû ronahî be
û tu dera tarî tê de nebe, ew hemû wusa ronahî dibe, wek ku çirayek
bi şewqa xwe te ronahî dike.»
Îsa
Fêrisiyan û Şerîetzanan Neheq Dike
37 Çaxê
Îsa dipeyivî, yekî Fêrisî* ew vexwend, ku li ba wî xwarinê bixwe.
Ew jî çû û li ser sifrê rûnişt. 38 Lê
gava yê Fêrisî dît ku ji berî xwarinê wî destê xwe li gor adeta
wan neşuşt, şaş ma. 39 Lê
Xudan ji wî re got: «Hûn Fêrisî derveyê tas û sêniyan paqij dikin,
lê hundirê we ji tiştên talankirî û xerabiyê tije ye. 40 Hey bêaqilno, ma yê derve çêkirî hundir jî
çênekiriye? 41 Lê
ya qenc ew e ku hûn ji tiştên xwe yên hundir xêran bidin, hingê her
tişt wê ji we re paqij bibe. 42 Lê
belê wey li we Fêrisiyan! Hûn dehyeka* pûng, catir û hemû cûreyên
pincarê didin, lê belê hûn dev ji dadperwerî* û hezkirina Xwedê
berdidin. Diviya we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana. 43 Wey li we Fêrisiyan! Hûn di kinîştan* de ji
kursiyê pêşî û di sûkan de ji silav standinê hez dikin. 44 Wey
li we! Hûn wek wan gorên nenas in, yên ku mirovên li ser wan digerin,
bi wan nizanin.»
45 Û
yekî ji Şerîetzanan li Îsa vegerand û got: «Mamoste, bi van gotinan
tu me jî şermezar dikî.» 46 Lê
Îsa lê vegerand û got: «Wey li we jî, hûn Şerîetzanno! Hûn barên
ku hilgirtina wan zehmet e, didin pişta mirovan û hûn bi xwe tiliyeke
xwe jî nadin wan baran. 47 Wey
li we! Hûn qubên pêxemberan çêdikin, yên ku bi destê bav û kalên
we hatine kuştin. 48 Bi
vî awayî hûn şahidiyê dikin ku hûn kirinên bav û kalên xwe erê
dikin, çimkî wan pêxember kuştin û hûn jî qubên wan çêdikin. 49 Ji ber vê yekê jî Şehrezayiya Xwedê got: ‹Ezê
ji wan re pêxemberan û şandiyan* bişînim. Wê hin ji wan bikujin û
tengahiyê bidin hinan jî›, 50 da
ku xwîna hemû pêxemberan a ku ji damezrandina dinyayê ve hatiye
rijandin, ji vî nifşî bê xwestin, 51 ji
xwîna Habîl* heta xwîna Zekerya, yê ku di navbera gorîgeh* û
Perestgehê* de hat kuştin. Erê, ez ji we re dibêjim ku wê ji vî
nifşî bê xwestin. 52 Wey
li we Şerîetzanan! We rahiştiye mifta zanînê; hûn bi xwe neketin
hundir û yên dixwestin bikevin hundir jî, we nehişt bikevinê.» 53 Çaxê Îsa ji wir derdiket, Şerîetzan û Fêrisiyan,
li ser gelek tiştan pirs ji wî kirin û ew dan tengiyê. 54 Ew
li ber wî letabûn*, da ku xeberekê ji devê wî bigirin.
|