Durûtî
12
1 Di
wê demê de, çaxê ku xelk bi hezaran civiya, wusa ku pêlhev dikirin,
Îsa pêşî ji şagirtên xwe re dest pê kir û got: «Xwe ji hevîrtirşkê
Fêrisiyan biparêzin. Ew durûtî ye. 2 Tiştekî
nixumandî tune ku xuya nebe û tiştekî veşartî tune ku neyê zanîn.
3 Ji
ber vê yekê her tiştê ku we di tariyê de gotiye, wê di ronahiyê de
bê bihîstin û tiştê ku we di odeya hundir de di guh de gotiye, wê li
ser banan bê gazîkirin.
Bizanin
ku Divê Tirsa We ji Kê Hebe
4 «Lê
ez ji we dostên xwe re dibêjim: Ji wan netirsin, yên ku bedenê dikujin
û ji wê pê ve nikarin tiştekî xerabtir bikin. 5 Lê
ez nîşanî we bidim ku hûnê ji kê bitirsin: Ji wî bitirsin, yê ku
piştî dikuje, dikare bavêje dojehê*; erê, ez ji we re dibêjim ku ji
wî bitirsin! 6 Ma
pênc çivîk bi du peran nayên firotin? Lê dîsa Xwedê yek ji wan jî
ji bîr nekiriye. 7 Wusa
jî hemû mûyên serê we hijmartî ne. Loma netirsin, hûn ji gelek çivîkan
hêjatir in.
Eşkerekirin
an Înkarkirina Îsa li ber Mirovan
8 «Û
ez ji we re dibêjim: Her kesê ku min li ber mirovan eşkere bike, Kurê
Mirov jî wê wî li ber milyaketên Xwedê eşkere bike, 9 lê yê ku min li ber mirovan înkar bike, ewê li ber
milyaketên Xwedê bê înkarkirin. 10 Û her kesê ku li dijî Kurê Mirov peyvekê bêje,
wê li wî bê bihûrtin, lê yê ku li dijî Ruhê Pîroz çêrekê*
bike, li wî nayê bihûrtin. 11 Çaxê
we bibin kinîştan, ber serek û hukumdaran, xeman nexwin ku hûnê çawa
xwe biparêzin an çi bêjin. 12 Çimkî
Ruhê Pîroz wê di wê demê de hînî we bike, ka divê hûn çi bêjin.»
Mesela
Dewlemendê Bêaqil
13 Yekî
ji nav elaletê ji Îsa re got: «Mamoste, ji birayê min re bêje, da ku
ew mîrasê bi min re leva* bike.» 14 Lê
Îsa jê re got: «Camêr, kê ez li ser we kirime dadger* an levaker?»
15 Û
ji wan re got: «Hay ji xwe hebin û xwe ji her cûreyê çavbirçîtiyê
biparêzin. Çimkî jiyana mirov ne bi pirrbûna malê wî ye.» 16 Û wî meselek ji wan re got: «Erdê mirovekî
dewlemend gelek ber da. 17 Ew
difikirî û wî di dilê xwe de got: ‹Hew cih maye ku ez dexla xwe bêximê.
Gelo ez çi bikim?› 18 Û
got: ‹Ezê weha bikim: Ezê hemû embarên xwe xera bikim, hinekên
meztir ava bikim û ezê hemû dexil û malê xwe di wan de kom bikim. 19 Êdî ezê ji xwe re bêjim: Ya canê min, te ji xwe
re têra gelek salan mal hilaniye. De rûne, bixwe, vexwe û kêfê
bike.› 20 Lê
Xwedê jê re got: ‹Bêaqilo, îşev canê te wê ji te bê xwestin.
Îcar ew malê ku te hilaniye wê ji kê re bimîne?›
21 «Ha
ev e, halê wî kesê ku ji xwe re xezîneyan dicivîne û di çavê Xwedê
de ne dewlemend e.»
Xeman
Nexwin!
22 Û
Îsa ji şagirtên xwe re got: «Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim,
ji bo jiyana xwe xeman nexwin ka hûnê çi bixwin û ne jî ji bo bedena
xwe ka hûnê çi li xwe bikin. 23 Çimkî
jiyan di ser xwarinê û beden di ser lixwekirinê re ye. 24 Li
qirikan binêrin, ew ne diçînin, ne jî didirûn, ne kewarên wan, ne jî
embarên wan hene û Xwedê dîsa jî wan xweyî dike; hûn çiqasî ji
teyrikan hêjatir in! 25 Kî
ji we bi xemxwarinê dikare kêlîkekê bi ser jiyana xwe ve dirêj bike? 26 Loma,
madem hûn nikarin tiştê herî biçûk jî bikin, çima hûn ji bo tiştên
din xeman dixwin?
27 «Li
sosinan binêrin, çawa mezin dibin; ew ne dixebitin, ne jî rîs dirêsin.
Lê ez ji we re dibêjim, Silêman* jî di hemû rûmeta xwe de wek yeke
ji wan li xwe nekiribû. 28 Îcar,
eger Xwedê giyayê ku îro di zeviyê de heye û sibê di tendûrê de tê
şewitandin, bi vî awayî bi cil dike, ewê çiqas bêtir we bi cil bike,
ey kêmîmanno? 29 Hûn
li xwarin û vexwarina xwe negerin û xeman nexwin, 30 çimkî hemû miletên dinyayê li van digerin, lê
Bavê we dizane ku hûn hewcedarê van tiştan in. 31 Lê
belê hûn li Padîşahiya wî bigerin û ev tiştên ha jî wê ji we re
bên dayîn. 32 Ya
keriyê biçûk, netirse, çimkî li Bavê we xweş hat ku Padîşahiyê
bide we.
Xezîna
li Ezmanan
33 «Çi
tiştê we heye bifiroşin û bikin xêr, ji xwe re kîsikên ku kevin
nabin û xezînên ku li ezmanan kêm nabin, çêkin; li wê derê diz nêzîk
nabe û bizûzk jî naxwe. 34 Çimkî
xezîna we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be.
Xulamê
Hişyar
35 «Bila
pişta we girêdayî be û çirayên we pêketî bin. 36 Hûn jî wek wan mirovan bin ên ku li hêviya axayê
xwe sekinîne, da ku çaxê ew ji dawetê vegere û li derî bixe di cih
de bikarin ji wî re vekin. 37 Çi
xwezî bi wan xulamên ku gava axayê wan bê, ew wan hişyar bibîne! Bi
rastî ez ji we re dibêjim, ewê pişta xwe girêde, wan
li ser sifrê bide rûniştin û wê bê, xizmetê ji wan re bike. 38 Eger
ew di nobeta diduyan de an di nobeta sisiyan de bê û wan xulaman weha
bibîne, çi xwezî bi wan xulaman! 39 Lê
vê bizanin, eger malxwê malê bizaniya, ku diz wê di kîjan saetê de
bê, ewê hişyar bima û nedihişt ku ew bikeve xaniyê wî. 40 Hûn
jî amade bin, çimkî Kurê Mirov wê di saetekê de bê, ku ne di gumana
we de ye.»
41 Petrûs
got: «Ya Xudan, tu vê meselê ji me re an ji hemûyan re jî dibêjî?»
42 Û
Xudan got: «Ew şahneyê* dilsoz û şehreza kî ye, yê ku axayê wî ew
daniye ser xulamên xwe, da ku xwarina wan di dema wan de bide wan. 43 Xwezî bi wî xulamê ku gava axayê wî bê, wî li
ser karê wî bibîne. 44 Ez
rast ji we re dibêjim, ewê wî deyne ser hemû malê xwe. 45 Lê eger ew xulam di dilê xwe de bêje: ‹Axayê
min di hatina xwe de dereng dimîne› û dest pê bike li xulam û
xadiman bixe, bixwe û vexwe û serxweş bibe, 46 axayê wî xulamî wê di rojekê de bê, ku ew ne li
hêviya wî ye û di saetekê de ku ew pê nizane û wê wî perçe perçe
bike û para wî bi bêbaweran re bide.
47 Ew
xulamê ku daxwaza axayê xwe dizane jî, lê amadekarî nekiriye û
ne jî li gor daxwaza axayê xwe kiriye, wê gelek lêdanê bixwe.
48 Lê
ewê ku nizane û tiştên hêjayî lêdanê kirine, wê hindik lêdanê
bixwe. Ji kê re gelek hatibe dayîn, wê gelek ji wî bê xwestin û ji kê
re gelek hatibe spartin, wê ji wî bêtir bê xwestin.
Îsa
Dibe Sedemê Cudabûnê
49 «Ez
hatime, ku agir bavêjim ser erdê û min çiqas dixwest ku ew ji niha ve
pêketî bûya! 50 Lê
imadeke* min heye ku divê ez pê imad bibim û ez çiqas reht im, heta ku
ew temam bibe. 51 Ma
hûn guman dikin ku ez hatime aştiyê* bînim dinyayê? Ez ji we re dibêjim:
Na, lê belê ez hatime, da ku ez dubendiyê bînim. 52 Ji niha û pê ve, di malekê de pênc wê hebin, sisê
li hember diduyan û dido li hember sisiyan wê dubendiyê bikin. 53 Bav
wê li dijî kur rabe û kur li dijî bav, dê li dijî keçê û keç li
dijî dê, xesû li dijî bûkê û bûk wê li dijî xesûyê rabe.»
Nîşanên
Zemên
54 Îsa
ji elaletê re jî got: «Çaxê hûn dibînin ku ewrek ji Rojavayê
bilind dibe, di cih de hûn dibêjin: ‹Baran wê bibare› û wusa jî
çêdibe. 55 Û çaxê bayê başûr tê, hûn dibêjin ku wê
gelekî bibe germ û wusa dibe. 56 Hey
durûno! Hûn li erd û ezmên dinêrin û dizanin ku hewa wê çawa be; lê
çawa hûn vê demê fêm nakin? 57 Û
çima hûn ji ber xwe nawezinînin, ka ya rast çi ye? 58 Loma çaxê tu bi sûcdarkerê xwe re herî dadgehê*,
di rê de bixebite, ku tu ji wî xilas bibî, da ku ew te nekişîne ber
dadger û dadger te nede destê karbidest û karbidest jî te neavêje zîndanê.
59 Ez
ji te re dibêjim, heta ku tu polê* paşî jî nedî, tu ji wê derê qet
dernakevî.»
|