Îsa
li Mala Yê Fêrisî Mirovekî Nexweş Qenc Dike
14
1 Rojeke
Şemiyê gava Îsa çû mala serekekî Fêrisiyan, ku xwarinê
bixwe, wan çavnêriya wî dikir. 2 Û
mirovekî nexweş, ku ava zer ji bedena wî dihat, li ber wî bû. 3 Û
Îsa dest pê kir û ji Şerîetzan û Fêrisiyan re got: «Ma di roja Şemiyê
de dibe ku nexweş
bên qenckirin an na?» 4 Lê
deng ji wan nehat. Û wî rahişt yê nexweş, ew qenc kir û berda. 5 Piştre
Îsa ji wan re got: «Kî ji nav we ku kurê wî an gayê wî bikeve bîrekê,
roja Şemiyê be jî, wî di cih de jê dernaxe?» 6 Û
wan nikaribû bersîva vê yekê bidin.
Yên
ku li Navê Xwe Digerin
7 Gava
wî dît ku yên vexwendî çawa cihên pêş ji xwe re dibijêrin, wî ji
wan re meselek got: 8 «Gava
tu ji aliyê kesekî ve ji bo dawetê bêyî vexwendin, li cihê pêş rûnene.
Belkî yekî ji te bi qedirtir ji aliyê wî ve hatibe vexwendin 9 û ew kesê ku hûn herdu vexwendine, bê û ji te re bêje:
‹Cih bide vî!› Hingê tê rabî û bi şermî li cihê herî paş rûnî.
10 Lê
belê çaxê tu bêyî vexwendin, here, li cihê herî paş rûne, da ku yê
tu vexwendiyî bê û ji te re bêje: ‹Dosto, kerem bike, pêşve
were!› Hingê tê li ber wan hemûyên bi te re li ser sifrê rûniştî,
serbilind bibî. 11 Çimkî her kesê ku xwe bilind bike, wê bê
nizimkirin û her kesê ku xwe nizim bigire, wê bê bilindkirin.»
12 Îsa
ji wî yê ku ew vexwendibû re jî got: «Gava ku tu firavînekê an şîvekê
çêkî, dostên xwe, birayên xwe, mirovên xwe û cîranên xwe yên
dewlemend venexwîne, da ku ew jî te dîsa venexwînin û qenciya te li
te venegerînin. 13 Lê
belê çaxê tu ziyafetekê çêkî, gazî belengaz, seqet, kulek û koran
bike. 14 Hingê
tê bextewar bî, çimkî tiştekî wan tune ku li te vegerînin. Lê wê
di Roja* Vejîna mirovên rast de bergîdana te bê dayîn.»
Mesela
Şîva Mezin
15 Îcar
yekî ji yên ku bi wî re li ser sifrê rûniştî bûn, gava ev yek bihîst,
ji Îsa re got: «Xwezî bi wî yê ku di Padîşahiya Xwedê de nên
bixwe!» 16 Lê Îsa ji wî re got: «Mirovekî şîveke mezin
çêkir û gelek xelk vexwendin. 17 Û çaxê şîvê xulamê xwe şand, da ku gazî yên
vexwendî bike û ji wan re bêje: ‹De werin, her tişt amade ye.› 18 Û
her yekî ji wan dest pê kir û lêbihûrtin ji xwe re xwest. Yê pêşî
jê re got: ‹Min erdek kiriye û divê, ez herim lê binêrim. Ez hêvî
ji te dikim ku tu li min negirî.› 19 Û
yekî din got: ‹Min pênc cot ga kirrîne, ez diçim, wan biceribînim.
Ez ji te hêvî dikim ku tu li min negirî!› 20 Û
yekî din jî got: ‹Min jin aniye û ji ber vê yekê ez nikarim bêm.›
21 Yê
xulam vegeriya û ev tişt ji axayê xwe re got. Hingê malxwê malê hêrs
ket û ji xulamê xwe re got: ‹Bi lez here derve nav meydan û kolanên
bajêr, belengaz, seqet, kor û kulekan bîne hundir.› 22 Xulam
got: ‹Ezbenî, emrê ku te da, pêk hat, lê hê jî cih heye.› 23 Û
axa ji xulam re got: ‹Rabe, derkeve ser rê û sêncan, bi zorê xelkê
bîne hundir, da ku mala min tije bibe. 24 Ez
ji we re dibêjim ku yek ji wan mirovên vexwendî, ji şîva min tam
nake.›»
Mirov
Çawa Dibe Şagirtê Îsa
25 Elaleteke
mezin bi Îsa re diçû. Ew zivirî û ji wan re got: 26 «Eger yek bê ba min û ji dê û bavê xwe, ji jin
û zarok, xwişk û birayên xwe, erê, heta ji jiyana xwe bi xwe nefret
neke, ew nikare bibe şagirtê min. 27 Û kî xaça xwe hilnegire û li pey min neyê,
nikare bibe şagirtê min. 28 Ma
kî ji we ku bixwaze bircekê ava bike, pêşî rûnane, mesrefa wê hesab
nake, ka tiştên wî hene ku pê xilas bike? 29 Nebe
ku bingeh danîbe û nekare temam bike û hemû yên ku wê yekê bibînin,
dest pê bikin û tinazên xwe bi wî bikin 30 û
bêjin: ‹Vî mirovî dest bi avakirinê kir û nikaribû bibe serî.› 31 An
kîjan padîşah, çaxê here pêşiya padîşahekî din, da ku bi wî re
bikeve cengê, pêşî rûnane, naşêwire, ka ji wî tê, ku ew bi deh
hezaran here pêşiya wî yê ku bi bîst hezaran ve tê ser wî. 32 Eger
na, ewê hê ji dûr ve qasidan bişîne û jê hêvî bike, ku li hev bên.
33 Loma
kî ji we dev ji her tiştê xwe bernede, nikare bibe şagirtê min.
Xwêya
Bê Tam
34 «Xwê
qenc e, lê eger ew tama xwe winda bike, wê bi çi bê bitamkirin? 35 Ew
êdî ne bi kêrî axê û ne jî bi kêrî zibil tê, wê davêjin derve.
Ewê ku guhên wî ji bo bihîstinê hene, bila bibihîze!»
|