Mesela
Miya Windabûyî
15
1 Îcar
hemû bacgir* û gunehkar ber bi Îsa ve hatin, da ku guhdariya gotinên wî
bikin. 2 Fêrisî
û Şerîetzanan kirin pitepit û gotin: «Evê ha, gunehkaran qebûl dike
û bi wan re dixwe!»
3 Îsa
ev mesele ji wan re got: 4 «Kî
ji we, ku sed miyên wî hebin û yek ji wan winda bibe, her not û nehên
din li çolê nahêle û naçe li ya windabûyî nagere, heta ku wê bibîne?
5 Û
gava ew wê bibîne, bi şahî wê datîne ser milê xwe 6 û vedigere mal, gazî dost û cîranên xwe dike û ji wan
re dibêje: ‹Hûn bi min re şa bin, ji ber ku min miya xwe ya windabûyî
dît.› 7 Ez
ji we re dibêjim, wusa jî li ezmên, ji bo gunehkarekî ku tobe kiriye,
ji not û neh rastên ku ne hewcedarê tobekirinê ne, wê bêtir bibe şahî.
Mesela
Zîvê Windabûyî
8 «An
kîjan jin, ku deh zîvên* wê hebin û yekî ji wan winda bike, ew çirayê
pê naxe û xênî namale û qenc lê nagere, heta wî bibîne? 9 Û gava ew wî bibîne, ew bang dike dost û cîranên xwe û
ji wan re dibêje: ‹Hûn bi min re şa bin, ji ber ku min zîvê xwe yê
windabûyî dît.›
10 «Ez
ji we re dibêjim: Wusa jî wê li ba milyaketên Xwedê ji bo gunehkarekî
ku tobe kiriye, bibe şahî.»
Mesela
Kurê Windabûyî
11 Û
Îsa got: «Du kurên mirovekî hebûn. 12 Kurê
biçûk ji bavê xwe re got: ‹Bavo, ka ji malê xwe wê para ku ji min
re dikeve, bide min.› Wî jî malê xwe li wan leva kir.
13 «Piştî
çend rojan kurê biçûk her tiştê xwe da hev û çû welatekî dûr.
Li wir wî bi serserîtî malê xwe tert û bela kir. 14 Piştî
ku wî her tiştê xwe mezaxt, xelayeke dijwar bi ser wî welatî de hat.
Ew ket tengahiyê 15 û
çû xwe li yekî ji xelkên wî welatî girt; wî jî ew şand nav erdên
xwe, ber berazan. 16 Îcar
ew minêkar bû ku zikê xwe bi wê xernûfa ku berazan dixwar, têr bike,
lê kesekî ew jî nedidayê. 17 Çaxê
aqilê wî hat serê wî, wî got: ‹Ewqas palên bavê min hene ku
xwarin ji ber wan dimîne, lê ez li vê derê ji nêzan dimirim. 18 Ezê rabim, li bavê xwe vegerim û jê re bêjim:
Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye. 19 Êdî
ez ne hêja me ku ji min re ‹kurê te› bê gotin. Min bike wek yekî
ji paleyên xwe.›
20 «Û
ew rabû, li bavê xwe vegeriya. Lê hê ji dûr ve bavê wî ew dît û
dilê wî bi kurê wî şewitî. Û ew bi lez ber bi wî ve çû û ew da
ber singê xwe û ramûsand. 21 Kurê
wî jê re got: ‹Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye.
Êdî ez ne hêja me ku ji min re kurê te bê gotin.› 22 Lê
bav ji xulamên xwe re got: ‹Bilezînin û herin xiftanê herî qenc bînin
û li wî bikin, gustîlkekê bikin tiliya wî û pêlavekê bixin lingên
wî. 23 Conegayê
dermalekirî bînin û serjêkin, da ku em bixwin û şahiyê bikin, 24 çimkî ev kurê min mirî bû û va ye, rabûye, ew
windabûyî bû û va ye, hatiye dîtin.› Û dest bi şahiyê kirin.
25 «Di
wî çaxî de kurê wî yê mezin li zeviyê bû. Gava ew vegeriya û nêzîkî
malê bû, wî dengê stran û govendê bihîst. 26 Wî
gazî yekî ji xulaman kir û jê pirsî, ka çi bûye? 27 Yê xulam jê re got: ‹Birayê te hatiye, bavê te
conegayê dermalekirî serjêkiriye, çimkî ew sax û silamet
vegeriyaye.› 28 Birayê
mezin hêrs ket û nexwest ku here hundir. Bavê wî derket û jê hêvî
kir. 29 Lê
wî ji bavê xwe re got: ‹Binêre, evqas sal in ku ez xizmeta te dikim
û ez tu caran ji gotina te derneketim, te kehrikek jî neda min, ku ez bi
dostên xwe re pê şa bibim. 30 Lê
gava ev kurê te, yê ku malê te bi fahîşeyan re xwar, vegeriya, te
conegayê dermale ji wî re serjêkir.› 31 Wî
lê vegerand û got: ‹Lawo, tu hergav bi min re yî û her tiştê min,
yê te ye. 32 Lê
diviya em şa bibûna û me şahî bikira, çimkî ev birayê te mirî bû
û rabû, ew windabûyî bû û hat dîtin.›»
|