Mesela
Şahneyê Bêbext
16
1 Îsa
ji şagirtên xwe re got: «Mirovekî dewlemend hebû ku şahneyekî* wî
hebû. Rojekê giliyê vî şahneyî li ba axayê wî hat kirin ku ew malê
wî tert û bela dike. 2 Yê
dewlemend gazî wî kir û jê re got: ‹Ev çi ye ku ez li ser te dibihîzim?
Ka hesabê şahnetiya xwe bide, ji ber ku êdî tu nikarî şahnetiyê bikî.›
3 Şahne
jî ji xwe re got: ‹Ka ezê çi bikim? Axayê min şahnetiyê ji min
distîne. Kolan ji min nayê ku ez bikim û ez ji parskirinê şerm dikim.
4 Lê gava ku ez ji şahnetiyê bêm derxistin, ez dizanim ezê
çi bikim, da ku dîsa xelk min qebûl bikin malên xwe.› 5 Wî
bang kir her yekî ji wan ên ku deyndarên axayê wî bûn û ji yê pêşî
re got: ‹Tu çiqas deyndarê axayê min î?› 6 Û
wî got: ‹Sed den zeyt.› Wekîl jê re got: ‹Rahêje seneda xwe û
bi lez rûne, pênciyî binivîse.› 7 Di
pey de wî ji yekî din re got: ‹Tu çiqas deyndar î?› Û wî jî
got: ‹Sed kewar genim.› Wekîl ji wî re jî got: ‹Rabe rahêje
seneda xwe û heştêyî binivîse.› 8 Îcar
axa pesnê vî şahneyê bêbext da, çimkî wî aqilmendî kiribû. Çimkî
zarokên vê dinyayê di danûstandina xwe de li gor nifşê xwe ji zarokên
ronahiyê bi aqiltir in. 9 Û
ez ji we re dibêjim: Bi malê neheqiyê ji xwe re dostan çêkin, da ku
gava ev mal nemîne, ew we li bin konên herheyî qebûl bikin. 10 Ewê ku di tiştekî hindik de dilsoz e, ew di tiştekî
gelek de jî dilsoz e; lê ewê ku di tiştekî hindik de ne dilsoz e, ew
di tiştekî gelek de jî ne dilsoz e. 11 Îcar, eger di malê neheqiyê de hûn dilsoz
derneketibin, kî wê dewlemendiya rastîn bispêre we? 12 Û
eger hûn di tiştên hinekên din de ne dilsoz bin, kî wê ya we bi xwe
bide we? 13 Xulamek
nikare ji du axayan re xulamtiyê bike; çimkî an ewê ji yekî nefret
bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk
bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji
dewlemendiyê re bikin.»
Şerîet
û Padîşahiya Xwedê
14 Gava
Fêrisiyên ku ji peran hez dikirin, ev tiştên ha hemû bihîstin, tinazên
xwe bi Îsa dikirin. 15 Hingê
Îsa ji wan re got: «Hûn ew in ku xwe li ber mirovan rûspî derdixin, lê
Xwedê bi dilê we dizane; çimkî tiştê ku di nav mirovan de bi qedir
e, li ba Xwedê mekruh e. 16 Dema
Şerîet* û pêxemberan heta bi hatina Yûhenna* kişand; ji hingê ve
Mizgîniya Padîşahiya Xwedê tê dan û her kes bi zorê dikeve wê. 17 Lê bihûrtina erd û ezmanan ji ketina nuqteyeke Şerîetê
hêsanîtir e. 18 Her kesê ku jina xwe berde û jineke din bîne, ew zînayê
dike û yê ku jineke ku mêrê wê ew berdaye bîne jî, ew zînayê
dike.
Mirovê
Dewlemend û Lazarê Belengaz
19 «Mirovekî
dewlemend hebû ku cilên binefşî û ji kitanê tenik li xwe dikir. Wî
her roj dixwar, vedixwar û ew bi kêf û şahî dijiya. 20 Bi
navê Lazar yekî belengaz jî hebû, ku li ber deriyê yê dewlemend
dihat dirêjkirin. Bedena wî tije kûnêr bû. 21 Ew
minêkar bû ku xwe bi wan bermayiyên ku ji sifra yê dewlemend diketin,
têr bike. Heta kûçik jî dihatin û kûnêrên wî dialîstin. 22 Roj hat ku yê belengaz mir û milyaketan ew bir û
xistin himbêza Birahîm*. Yê dewlemend jî mir û hat veşartin. 23 Û
gava wî di diyarê* miriyan de ezab dikişand, çavên xwe hildan, wî ji
dûr ve Birahîm û Lazarê ku di himbêza wî de bû dît. 24 Wî gazî kir û got: ‹Ya bavê me Birahîm, rehmê
li min bike! Lazar bişîne, bila ew serê tiliya xwe bixe nav avê û
zimanê min hênik bike; çimkî ez di nav vê guriya êgir de ezabê dikişînim.›
25 Lê
Birahîm lê vegerand û got: ‹Lawo, bîne bîra xwe ku çi tiştên
qenc hebûn, te di jiyana xwe de distandin û çi tiştên xerab hebûn,
digihîştin Lazar. Lê niha li vir di ber dilê wî de tê hatin û tu
ezabê dikişînî. 26 Û
ji vê pê ve jî, di navbera me û we de geliyekî mezin hatiye danîn,
da yên ku dixwazin ji vê derê bibihûrin ba we û yên ku dixwazin ji wê
derê bibihûrin ba me, nekarin.› 27 Wî
jî got: ‹Nexwe, ya bavê me, ez ji te lava dikim ku tu wî bişînî
mala bavê min. 28 Çimkî
pênc birayên min hene, bila ew wan hişyar bike, da ku ew jî neyên vî
cihê ezabê.› 29 Lê
Birahîm ji wî re got: ‹Mûsa û pêxemberên wan hene, bila guhdariya
wan bikin.› 30 Wî
got: ‹Na, ya bavê me Birahîm, eger yek ji nav miriyan rabe û here ba
wan, ewê tobe bikin.› 31 Birahîm
ji wî re got: ‹Eger ew guhdariya Mûsa û pêxemberan nekin, yek ji nav
miriyan jî rabe, ew bawer nakin.›»
|