Çend
Gotinên Îsa li ser Gunehkirin, Lêbihûrtin û Bawerkirinê
17
1 Îsa
ji şagirtên xwe re got: «Nabe ku sedemên jirêderketinê neyên. Lê
belê wey li wî mirovê ku ew sedem bi destê wî bên. 2 Ji
dêla ku ew yekî ji van biçûkan ji rê derxe, wê ji wî re çêtir be
ku beraşek bi stûyê wî ve bê girêdan û ew bê avêtin nav deryayê.
3 Hay ji xwe hebin. Gava birayê te li hember te sûcekî bike,
dengê xwe lê hilde û eger ew tobe bike, hingê lê bibihûre. 4 Eger
ew di rojê de heft caran li hember te sûc bike û heft caran li te
vegere û bêje: ‹Ez tobe dikim›, hingê divê tu lê bibihûrî.»
5 Şandiyan*
ji Xudan re got: «Baweriya me zêde bike.» 6 Û Xudan got: «Eger baweriya we wek libeke xerdelê jî hebûya,
weyê ji vê dara tûyê re bigota: ‹Ji ra* ve rabe û xwe di deryayê
de biçikilîne!› Û wê bi ya we bikira.
7 «Kî
ji we, xulamekî wî yê şivan an cotkar hebe, gava ew ji zeviyê vegere
malê, wê jê re bêje: ‹Hema were û li ser sifrê rûne?› 8 Ma
ew di şûna vê de ji wî re nabêje: ‹Rabe, pişta xwe girêde, heta
ku ez bixwim û vexwim xizmeta min bike û paşê tu jî bixwe û
vexwe?› 9 Û ji bo ku wî ew tiştên ku li wî hatibûn emirkirin anîn
cih, ma ewê spasiya xulam bike? 10 De îcar hûn jî, çaxê we hemû tiştên ku li we
hatine emirkirin anîn cih, bêjin: ‹Em xulamên bêkêr in; me ew karê
ku li ser me deyn bû, kir.›»
Paqijkirina
Deh Mirovên Kotî
11 Gava
Îsa diçû Orşelîmê, ew di navbera Samerya* û Celîlê re dibihûrî.
12 Û
gava ew ket gundekî, deh mirovên kotî* yên ku ji dûr ve sekinî bûn,
rastî wî hatin. 13 Û
wan bi dengekî bilind got: «Ya Îsa, ya Hosta, rehmê li me bike!» 14 Gava
wî ew dîtin, wî ji wan re got: «Herin û xwe nîşanî kahînan bidin!»
Û çaxê hê ew diçûn, ew ji kotîbûna xwe paqij bûn. 15 Îcar
gava yekî ji wan dît ku ew sax bûye, vegeriya û bi dengekî bilind
pesnê Xwedê da. 16 Wî
li ber lingên Îsa xwe deverû avêt erdê û spasiya wî kir. Ew yekî
Samerî* bû. 17 Îsa
lê vegerand û got: «Ma ne her deh hatine paqijkirin? Ka her nehên din
li ku derê ne? 18 Ma
ji viyê xerîb pê ve kesek venegeriya, ku navê Xwedê bilind bike?» 19 Hingê
Îsa jê re got: «Rabe ser xwe û here! Baweriya te tu xilas kirî.»
Hatina
Padîşahiya Xwedê
20 Carekê
Fêrisiyan pirs ji Îsa kirin û gotin: «Padîşahiya Xwedê wê kengê bê?»
Wî li wan vegerand û got: «Padîşahiya Xwedê wê ne wusa bê ku mirov
bikare temaşeyî wê bike. 21 Ne
jî mirov wê bêje: ‹Va ye, li vê derê ye!›, an jî: ‹Wa ye, li wê
derê ye!› Çimkî Padîşahiya Xwedê di nav we de ye.» 22 Û
Îsa ji şagirtan re got: «Roj wê bên ku hûnê bêriya dîtina rojeke
ji rojên Kurê Mirov bikin, lê hûn nabînin. 23 Wê
ji we re bêjin: ‹Va ye, li vê derê ye› an: ‹Wa ye, li wê derê
ye!› Lê neçin û bi pey wan nekevin. 24 Çimkî
çawa birûsk ji aliyekî ezmên ve birq dide û heta bi aliyê din
ronahiyê dide, Kurê Mirov jî wê di roja xwe de wusa be. 25 Lê divê ew pêşî gelek êşan bikişîne û ji
aliyê vî nifşî ve bê redkirin. 26 Çawa di rojên Nûh* de dibû, wusa jî wê di rojên
Kurê Mirov de bibe: 27 Heta
roja ku Nûh ket gemiyê mirovan dixwar, vedixwarin, jin dianîn û mêr
dikirin. Hingê tofan rabû û hemû helak kirin. 28 Di
rojên Lût* de jî wusa bû: Mirovan dixwar, vedixwarin, dikirrîn,
difirotin, diçandin û ava dikirin. 29 Lê
roja ku Lût ji Sodomê derket, ji ezmên agir û kewkurt barî û hemû
helak kirin. 30 Ew
roja ku Kurê Mirov xuya bibe jî, wê wusa be. 31 Wê rojê ewê ku li ser banî be û tiştên wî di
hundir de bin, bila ji bo ku wan hilde, neyê xwarê û ewê ku li nav
zeviyê be, bila ew jî venegere! 32 Jina
Lût* bînin bîra xwe! 33 Kî
bixebite ku jiyana xwe biparêze, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana
xwe winda bike, ewê wê xilas bike. 34 Ez
ji we re dibêjim: Di wê şevê de du kes wê di nav nivînekê de bin;
yek ji wan wê bê birin û yê din bê hiştin. 35-36 Du
jin wê bi hev re li ser destar bin, yek ji wan wê bê birin û ya din wê
bê hiştin.» 37 Wan
lê vegerand û gotin: «Ya Xudan, ma ev wê li ku derê bibe?» Wî jî
ji wan re got: «Kelaş li ku derê be, teyrên kelaşan jî wê li wê
derê bicivin.»
|