Mesela
Jinebiyê û Dadger
18
1 Ji
bo ku ew herdem dua bikin û newestin, Îsa meselek ji wan re got: 2 «Di
bajarekî de dadgerek* hebû ku ne ji Xwedê ditirsiya û ne jî ji
mirovan şerm dikir. 3 Di
wî bajarî de jinebiyek jî hebû ku dihat ba dadger û jê re digot:
‹Heqê min ji neyarê min bistîne!› 4 Dadger
demekê nexwest, lê piştre ji xwe re got: ‹Her çiqas ez ne ji Xwedê
ditirsim û ne jî ji mirovan şerm dikim, 5 lê
belê ji ber ku ev jinebiya ha hergav tê û min reht dike, ezê rabim,
heqê wê bidim wê, da ku ev herdem neyê, serê min gêj neke.›» 6 Û Xudan got: «Bibihîzin ku dadgerê neheq çi dibêje. 7 Ma
Xwedê heqê bijartiyên xwe yên ku bi şev û roj hawara xwe digihînin
wî nastîne? Ma wê wan li hêviyê bihêle? 8 Ez
ji we re dibêjim, ewê heqê wan zû bistîne. Lê dîsa jî gava Kurê
Mirov bê, gelo ewê baweriyê* li ser rûyê erdê bibîne?»
Mesela
Fêrisî û Bacgir
9 Îsa
ev mesele jî ji hinekên ku ji rastdariya xwe piştrast in û yên din kêm
dibînin re got: 10 «Du
mirov hilkişiyan Perestgehê, da ku dua bikin. Yek ji wan Fêrisî bû û
yê din bacgir* bû. 11 Yê
Fêrisî li ser piyan rawesta û ji xwe re weha dua kir: ‹Ya Xwedê,
ez şikir ji te re dikim ku ez ne wek mirovên din im: Ez ne rêbir, ne
neheq, ne zînakar, an jî ne wek vî bacgirê ha me. 12 Ez
di heftiyê de du caran rojiyê digirim û dehyeka* hemû derameta* xwe
didim.› 13 Lê
yê bacgir ji dûr ve rawesta û nedixwest çavên xwe jî ber bi ezmên
ve hilde; wî li singê xwe dixist û digot: ‹Ya Xwedê, li min gunehkarî
were rehmê!› 14 Ez
ji we re dibêjim: Ne yê Fêrisî, lê yê bacgir rastdar çû mala xwe.
Çimkî her kesê ku xwe bilind bike, wê bê nizimkirin; lê yê ku xwe
nizim bike, wê bê bilindkirin.»
Îsa
Zarokan Pîroz Dike
15 Zarokên
biçûk jî anîn ba Îsa, da ku destê xwe deyne ser wan. Lê gava şagirtan
ev yek dît, li wan hilatin. 16 Lê
Îsa gazî wan kir, ku bên ba wî û got: «Bihêlin, bila zarok bên ba
min, pêşiya wan negirin. Çimkî Padîşahiya Xwedê ji yên weha re ye.
17 Bi
rastî ez ji we re dibêjim, kî ku Padîşahiya Xwedê wek zarokekê qebûl
neke, tu caran nakeve wê.»
Serdarê
Dewlemend
18 Û
serdarekî ji wî pirsî û got: «Ya Mamostê qenc, ez çi bikim, da ku
ez bibim wêrisê jiyana herheyî?» 19 Û
Îsa ji wî re got: «Çima tu ji min re qenc dibêjî? Ji Xwedê pê ve,
tu kesê qenc tune. 20 Tu
emran dizanî: ‹Zînayê neke!›, ‹Nekuje!›, ‹Diziyê neke!›, ‹Şahidiya
derewîn neke!›, ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire!›» 21 Wî
jî got: «Ev
tiştên ha hemû min ji xortaniya xwe ve pêk anîne.» 22 Gava
Îsa ev bihîst, ji wî re got: «Hê jî tiştek ji te kêm heye: Çi tiştê
te heye bifiroşe û li belengazan belav bike. Hingê wê li ezmanan xezîna
te hebe. Û were, bikeve pey min.» 23 Lê
gava wî ev tiştê ha bihîst, ew gelek xemgirtî bû, çimkî ew gelek
dewlemend bû. 24 Îcar
gava Îsa dît ku ew gelek xemgirtî bû, got: «Çiqas zehmet e ku yên
dewlemend bikevin Padîşahiya Xwedê! 25 Çimkî
derbasbûna devê ya di qula derziyê re, ji ketina mirovê dewlemend a
Padîşahiya Xwedê hêsanîtir e.» 26 Û
yên ku ev bihîstin gotin: «Eger wusa be, kî dikare xilas bibe?» 27 Lê
Îsa got: «Tiştê ku li ba mirovan nabe, li ba Xwedê dibe.» 28 Hingê Petrûs got: «Va ye, me yên xwe hiştine û
em li pey te hatine.» 29 Îsa
ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, tu kes tune ku di ber Padîşahiya
Xwedê de dev ji mal, an jin, an zarok, an dê, an bav, an birayan
berdabe, 30 di
vê dinyayê de gelek bêtir û di dinya ku bê de jiyana herheyî nestîne.»
Îsa
Cara Sisiyan li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje
31 Îsa
her diwanzdeh anîn ba xwe û ji wan re got: «Va ye, em derdikevin Orşelîmê
û hemû tiştên ku bi destê pêxemberan li ser Kurê Mirov hatine nivîsîn,
wê bên cih: 32 Ewê
bê xistin nav destê miletan, wê tinazên xwe bi wî bikin, wê wî
riswa bikin, wê tif bikin wî, 33 wê
wî bidin ber qamçiyan û wê wî bikujin û ewê roja sisiyan ji nav
miriyan rabe.» 34 Lê
wan tu tişt fêm nekir. Ev peyv ji wan re veşartî ma û tiştên ku wî
gotin, fêm nekirin.
Îsa
Parsekekî Kor Qenc Dike
35 Çaxê
Îsa nêzîkî Erîhayê dibû, yekî kor li tenişta rê rûniştibû û
pars dikir. 36 Gava
wî bihîst ku elaletek dibihûre, pirsî û got: «Ev çi ye?» 37 Lê vegerandin û gotin: «Îsayê Nisretî dibihûre.»
38 Yê
kor kir qîrîn û got: «Ya Îsa, Kurê* Dawid, li min were rehmê!» 39 Û
yên ku di pêşiyê de diçûn, lê hilatin, da ku ew dengê xwe bibire;
lê wî hê bêtir kir qîrîn û got: «Ya Kurê Dawid, li min were rehmê!»
40 Îsa rawesta, emir kir, ku yê kor bînin ba wî. Û
gava yê kor nêzîk bû, Îsa ji wî pirsî: 41 «Tu çi dixwazî ku ez ji te re bikim?» Wî got: «Ya
Xudan, bila çavên min bibînin.» 42 Îsa jî ji wî re got: «Bila çavên te bibînin,
baweriya* te tu xilas kirî.» 43 Û wî di cih de dît, li pey Îsa çû û pesnê
Xwedê da û hemûyên ku ev yek dîtin, rûmet dan Xwedê.
|