Bêbextî
û Xayîntiya Cihûda
22
1 Cejna*
Nanê Şkeva, ya ku jê re Cejna* Derbasbûnê tê gotin, nêzîk dibû. 2 Serekên
kahînan û Şerîetzan li riyekê digeriyan, ka çawa Îsa bikujin, çimkî
ew ji xelkê ditirsiyan. 3 Hingê
Îblîs* ket dilê Cihûdayê ku jê re Îsxeryotî digotin. Ew yek ji her
diwanzdehan bû. 4 Cihûda
rabû, çû ba serekên kahînan û serwerên parêzgerên Perestgehê, bi
wan re peyivî, ka wê çawa bikare Îsa bide destê wan. 5 Ew gelek şa bûn û bi wî re li hev hatin ku ew peran bidin
wî. 6 Cihûda
jî razî bû û li keysekê geriya, bêyî ku elalet hebe, wî bide destê
wan. Amadekirina
Şîva Cejna Derbasbûnê
7 Û
roja Cejna* Nanê Şkeva hat, a ku diviya, tê de berxê goriya* Cejna
Derbasbûnê bê serjêkirin. 8 Îsa
Petrûs û Yûhenna şandin û ji wan re got: «Herin, şîva Cejna
Derbasbûnê ji me re amade bikin, da ku em bixwin!» 9 Wan
jî got: «Ma tu dixwazî ku em wê li ku derê amade bikin?» 10 Wî
li wan vegerand û got: «Gava hûn bikevin nav bajêr, mirovekî ku rahiştiye
cerekî avê, wê rastî we bê. Hûn li pey wî herin wî xaniyê ku ew
dikevê 11 û
ji malxwê malê re bêjin: ‹Mamoste ji te dipirse: Ka ew odeya mêvanan
a ku ez li wê bi şagirtên xwe re şîva Cejna Derbasbûnê bixwim, li
ku derê ye?› 12 Hingê
ewê li jor odeyeke mezin a raxistî nîşanî we bide. Li wê derê şîvê
amade bikin.» 13 Ew
çûn, wan her tişt wek ku Îsa ji wan re gotibû, dîtin û şîva Cejna
Derbasbûnê amade kirin. Şîva
Xudan
14 Gava
bû çaxê şîvê, Îsa bi Şandiyan* re li ser sifrê rûnişt 15 û ji wan re got: «Hê ji berî ku ez cefayê bikişînim,
dilê min gelek xwest ku ez bi we re vê şîva Cejna* Derbasbûnê
bixwim. 16 Çimkî
ez ji we re dibêjim, heta ku di Padîşahiya Xwedê de pêk neyê, ez tu
caran ji vê cejnê naxwim.» 17 Piştre
wî rahişt kasekê, şikir kir û got: «Ha ji we re vê bistînin û di
nav xwe de leva* bikin. 18 Çimkî
ez ji we re dibêjim, heta Padîşahiya Xwedê neyê, ez qet ji ava mêwê
venaxwim.» 19 Piştre
wî rahişt nanekî, şikir kir û şkand. Wî ew da destê wan û got: «Ev
bedena min e, ya ku di ber we de hatiye dayîn. Vê yekê ji bo bîranîna
min bikin.»
20 Piştî
şîvê wî wusa jî kas da wan û got: «Ev kasa ha, Peymana* Nû, ya ku
bi xwîna min e, ku di ber we de tê rijandin. 21 Lê
va ye, destê wî yê ku min bide dest, bi min re li ser sifrê ye. 22 Erê,
Kurê Mirov wek ku biryar hatiye dayîn, wê here, lê belê wey li wî
kesê ku wî bide dest.» 23 Hemû
şagirtan dest pê kir û ji hev pirsîn, ka kî ji wan e, yê ku wê vî
karî bike? Yê
Mezin Kî Ye?
24 Devjenî
ket nav wan, ka kî ji wan wê yê mezin bê hesibandin. 25 Îsa ji wan re got: «Padîşahên miletan hukumdariyê
li ser wan dikin û yên ku serdestiyê li wan dikin, dixwazin ku ji wan
re qencîxwaz bê gotin. 26 Lê
belê divê hûn ne wusa bin. Bila yê herî mezin di nav we de wek yê
herî biçûk û yê serek wek yê xulam be. 27 Ma
yê meztir kî ye? Gelo yê li ser sifrê rûniştî, an yê ku xizmetê
dike? Ma yê li ser sifrê rûniştî ne meztir e? Lê ez di nav we de wek
xizmetkarekî me.
28 «Hûn
ew in, yên ku di ceribandinên min de bi min re ragirtine*. 29 Û
ezê ji we re padîşahiyekê bidim, çawa Bavê min ew daye min, 30 da ku hûn di Padîşahiya min de li ser sifra min
bixwin, vexwin û li ser textan rûnin û dîwana* her diwanzdeh eşîrên
Îsraêl bikin. Îsa
ji pêşî ve li ser Înkarkirina Petrûs Dibêje
31 «Şimûn*,
Şimûn, va ye, Îblîs xwest ku we wek genim li bêjingê bixe. 32 Lê
min ji bo te dua kir, da ku baweriya te sist nebe û çaxê tu dîsa vegerî,
dilê birayên xwe qayîm bike.» 33 Şimûn
lê vegerand û got: «Ya Xudan, ez amade me bi te re herim zîndanê û
mirinê jî.» 34 Îsa
got: «Petrûs, ez ji te re dibêjim, hê dîk îro bang nedayî, tê sê
caran min înkar bikî.» Xweamadekirina
ji Tengahiyê re
35 Îsa
ji şagirtên xwe re got: «Çaxê min hûn bê xelîtik*, bê tûr û bê
pêlav şandin, ma tiştek ji we kêm bû?» Wan got: «Na, tu kêmahiya
me nebû.» 36 Îsa ji wan re got: «Lê niha ewê ku xelîtka* wî
heye, bila wê bi xwe re bîne, wusa jî yê ku tûrê wî heye, û ewê
ku bê şûr e, bila ebayê xwe bifiroşe û ji xwe re şûrekî bikirre. 37 Çimkî
ez ji we re dibêjim ku eva hatiye nivîsîn, divê li ser min bê cih, ya
ku dibêje: ‹Û ew bi xerabkeran re hat hesabkirin.› Çimkî tiştên
ku li ser min hatine nivîsîn wê bên cih.» 38 Wan
got: «Ya Xudan, va ye, du şûr li vir hene.» Wî jî ji wan re got: «De
bes e.» Îsa
li ser Çiyayê Zeytûnê Dua Dike
39 Îsa
derket û wek her car çû Çiyayê Zeytûnê, şagirtên wî jî li pey wî
çûn. 40 Gava
ew gihîşt wê derê, wî ji wan re got: «Dua bikin, da ku hûn nekevin
ceribandinê.» 41 Ew,
hema bêje bi dûrbûna avêtina kevirekî ji wan dûr ket, çû ser çokan,
dua kir 42 û
got: «Ya Bavê* min, eger tu bixwazî, vê kasa tehl ji min derbas bike.
Lê bila ne bi daxwaza min be, bi ya te be.» 43 Îcar
milyaketek ji ezmên jê re xuya bû û hêz da wî. 44 Îsa ket berxwedaneke dijwar û bi kelegermî bêtir
dua kir. Xwihdana wî dibû wek dilopên xwînê yên gir û diketin ser
erdê. 45 Çaxê
ku ew ji dua xwe rabû û li şagirtên xwe vegeriya, wî dît ku ew ji
kederê bi xew ve çûne. 46 Wî
ji wan re got: «Çima hûn bi xew ve diçin? Rabin ser xwe û dua bikin,
da ku hûn nekevin ceribandinê.»
47 Hê
ew wusa dipeyivî, birrek mirov, li pêşiya wan Cihûdayê ku yek ji her
diwanzdeh şagirtan bû, bi ser wan de hat. Cihûda ber bi Îsa ve hat, da
ku wî ramûse. 48 Îsa
jê re got: «Cihûda, ma tê bi ramûsanekê Kurê Mirov bidî destê
wan?» 49 Gava
yên li dora wî dîtin, ka wê çi bibe, wan got: «Ya Xudan, ma em bi şûr
lêxin?» 50 Û
yekî ji wan şûr avêt xulamê Serokkahîn û guhê wî yê rastê jêkir.
51 Lê Îsa got: «Bes e!» Wî destê xwe danî ser guhê
wî û ew qenc kir.
52 Piştre
Îsa ji wê koma ku bi ser wî de hatibû re, ji serekên kahînan, serwerên
parêzgerên Perestgehê û mezinan re got: «Hûn weha bi şûr û daran
hatine; ma hûn hatine pêşiya rêbirekî? 53 Çaxê
ez her roj di Perestgehê de di nav we de bûm, we destê xwe dirêjî min
nekir. Lê belê ev saeta we ye, serdestiya taristaniyê ye.» Petrûs
Îsa Înkar dike
54 Îcar
wan Îsa girt û birin, ew xistin xaniyê Serokkahîn. Petrûs jî ji dûr
ve li pey wî diçû. 55 Gava
di hewşa xanî de agir dadan û li dorê rûniştin, Petrûs di nav wan
de rûnişt. 56 Keçikeke
berdestî ew li ber êgir dît, wê çav lê zûr kirin û got: «Evê ha
jî bi Îsa re bû.» 57 Lê
wî înkar kir û got: «Ya jinikê, ez wî nas nakim.» 58 Piştî kêlîkekê, yekî din ew dît û got: «Tu jî
yek ji wan î.» Petrûs lê vegerand û got: «Na camêr, ez ne ji wan
im.» 59 Gava
nêzîkî saetekê di wê navê de derbas bû, yekî din jî rabû û ji
dil got: «Hema bi rastî evê ha jî bi wî re bû, çimkî ew ji Celîlê
ye.» 60 Lê Petrûs lê vegerand û got: «Ey camêr, ez
nizanim ka tu çi dibêjî.» Hema hingê hê ew dipeyivî, dîk bang da. 61 Hingê
Xudan li pişt xwe zivirî, li Petrûs nêrî; îcar peyva Xudan hat bîra
Petrûs, çawa ku wî jê re gotibû: «Hê dîk îro bang nedayî, tê sê
caran min înkar bikî.» 62 Petrûs
derket derve û bû kûrkûra giriyê wî. Parêzger
bi Îsa Dikenin û li Wî Dixin
63 Îcar
ew zilamên ku Îsa girtibûn, pê kenîn û lê xistin. 64 Wan çavên wî girêdan, jê pirsîn û gotin: «De
ka pêxemberîtiyê bike, yê ku li te xist kî ye?» 65 Û
wan hê bêtir gotinên bêfihêt jê re gotin. Îsa
di Civîna Giregirên Cihûyan de
66 Gava
bû roj, rihspiyên milet, serekên kahînan û Şerîetzan li hev
civiyan. Û ew anîn civîna xwe ya giregiran 67 û
ji wî re gotin: «Eger tu Mesîh î, ji me re bêje!» Îsa bersîva wan
da û got: «Eger ez ji we re bêjim, hûn qet bawer nakin 68 û eger ez ji we bipirsim jî, hûn qet bersîva min
nadin. 69 Lê
ji niha û pê ve ‹Kurê Mirov wê li tenişta rastê ya hêza Xwedê rûne.›»
70 Îcar
hemûyan bi hev re jê pirsî: «Nexwe tu Kurê* Xwedê yî?» Wî jî ji
wan re got: «Hûn bi xwe dibêjin ku ez ew im.» 71 Wan
got: «Ma çi hewcedariya me bi şahidiyê heye? Me bi xwe ji devê wî
bihîst.» |