Rabûna Îsa ji nav miriyan

           24 1Lê roja pêşî ji heftiyê, hê sibehî zû, ew jin hatin ser gorê. Wan bixûr* û rûnê* bîhnxweş, yên ku amade kiribûn, bi xwe re anîn. 2Belê wan dît ku kevirê ser gorê ji cihê xwe gindiriye. 3Gava ew çûn nava wê, wan laşê Xudan Îsa nedît. 4Û wilo çêbû ku gava ew ji ber vê yekê li xwe şaş diman, ji nişkê ve du zilamên ku şewq ji cilên wan diçû li ba wan rawestan. 5Gava jinan ew dîtin, ji tirsa serê xwe kirin ber xwe. Zilaman ji wan re got: "Çima hûn di nav miriyan de li yê sax digerin? 6Ew ne li vê derê ye, lê ew rabûye. Bînin bîra xwe, wî çi ji we re digot, gava ku ew hê li Celîlê bû: 7'Divê Kurê Mirov bikeve nav destên gunehkaran, were xaçkirin û roja sisiyan dîsa rabe.'"

             8Û jinan jî gotinên Îsa anîn bîra xwe. 9Ew ji ser gorê vegeriyan û çûn, ji her yanzdeh şagirtan û yên din hemûyan re her tişt gotin. 10Yên ku xeber ji şandiyan* re anîn, ev in: Meryema Mejdelanî, Yohana, Meryema diya Aqûb û hinekên din ên ku bi wan re bûn. 11Ev yek li ber çavên şandiyan wek çîrokeke pûç hat xuyakirin û wan ji jinan bawer nekir. 12Lê belê Petrûs rabû ser xwe û bi lez çû ser gorê. Gava wî xwe bi ser de xwehr kir, wî ji kefenan pê ve tu tiştê din nedît. Ew çû mala xwe û bi vî tiştê bûyî ecêbmayî dima.

    Li ser riya Emwasê

              13De vêca di wê rojê de dido ji wan diçûn gundekî, ku navê wî Emwas bû. Ev gund şêst meydanan* ji Orşelîmê dûr bû. 14Herdu ji xwe re li ser wan hemû tiştên bûyî dipeyivîn. 15Wilo çêbû ku gava ew hê ji xwe re dipeyivîn û ji hev dipirsîn, Îsa bi xwe nêzîkî wan bû û bi wan re çû. 16Lê çavên wan dihatin girtin, da ew wî nas nekin.

             17Îsa ji wan re got: "Ev çi gotin in ku hûn di rê de ji hev re dibêjin?" Ew sekinîn û xemgîn man 18û yekî ji wan, yê ku navê wî Klêpas bû, lê vegerand û got: "Ma tu yê bi tenê yî, ku li Orşelîmê dimîne û nizane ku li wê derê di van rojan de çi bûye!" 19Wî ji wan pirsî û got: "Çi bûye?" Û wan lê vegerand û got: "Ew tiştên ku li ser Îsayê Nisretî, yê ku pêxember bû û bi gotin û kirinê li ber Xwedê û tevahiya gel bi qudret bû 20û çawa serekên kahînan û mezinên me, ji bo ku hukumê kuştinê li ser derkeve ew dan dest û wan ew xaç kir? 21Lê heçî em bûn, me hêvî dikir, ku yê Îsraêlê xilas bike, ew e. Ji xeynî van hemûyan jî, va ye îro roja sisiyan e ku ev tişt bûne. 22De vêca çend jinan ji nav me jî, em şaş kirine. Ew hê sibehê zû li ser gorê bûn, 23û laşê wî tê de nedîtin. Ew vegeriyan û gotin ku wan li wir dît ku çawa milyaketan xwe nîşanî wan dan û gotin ku ew dijî. 24Piştre hinek ji yên ku bi me re ne, çûn ser gorê û wan jî ew tişt wilo dît, çawa ku jinan gotibû. Lê wan ew bi xwe nedît."

             25Îsa ji wan re got: "Hey li we bêhişan, yên ku bi derengî baweriyê bi wan hemû tiştên ku pêxemberan gotine, tînin. 26Ma nediviya, ku Mesîh van tiştan bikişîne û here nav rûmeta xwe?" 27Wî ji Mûsa û hemû pêxemberan dest pê kir û ji wan re her tiştê ku li ser wî di kitêbên* pîroz de hatibû nivîsîn, da ronahîkirin.

             28Vêca ew nêzîkî wî gundê ku ew diçûnê, bûn. Û Îsa da xuyakirin, wek ku ewê hê wêvetir biçûya. 29Lê ew pê re man û jê re gotin: "Li ba me bimîne, çimkî berêvar e û rojê xwe berdaye xwarê!" Îsa bi wan re çû û derbasî hindur bû, da li ba wan bimîne.

             30Û wusa çêbû ku gava ew bi wan re li ser sifrê rûnişt, wî rahişt nên, şikir kir, şkand û da destê wan. 31Hingê çavên wan vebûn û wan ew nas kir. Lê belê ew ji ber çavên wan winda bû. 32Wan ji hev re got: "Ma hingê gotinên wî agir bi dilê me nedixist, gava wî di rê de ji me re digot û kitêbên* pîroz ji me re ronahî dikirin?" 33Û hema di wê saetê de herdu rabûn ser xwe û vegeriyan Orşelîmê. Û gava ew gihan, wan dît ku her yanzdeh şagirt û yên din ên bi wan re li hev civiyabûn, 34digotin: "Xudan bi rastî rabûye û xwe nîşanî Şimûn* daye." 35Herduyan jî ji civatê re got ku di rê de çi çêbû û çaxê ku Îsa nan şkand, wan çawa ew nas kir.

     Îsa xwe nîşanî şagirtan dide

              36Hê ew wilo bi hev re dipeyivîn, Îsa bi xwe di nav wan de derket û got: "Bila aştî li we be!" 37Lê belê ew bizdiyan û dilê wan tije tirs bû, ji wan we bû ku ew ruhekî li ber çavên xwe dibînin. 38Îsa ji wan re got: "Çima hûn şaş mane û dudilî ne? 39Li dest û lingên min binihêrin ku ez bi xwe me. Werin destên xwe bidin laşê min û bibînin; ji ber ku heçî ruh e, bê goşt û hestî ye, lê belê va ye, wek ku hûn min dibînin, ez bi goşt û hestî me!" 40Û gava wî ev ji wan re got, wî dest û lingên xwe nîşanî wan kirin. 41Lê belê wan ji şabûn û ecêbmayînê hê bawer nekiribûn. Wî ji wan re got: "Ka tiştekî xwarinê li ba we heye?" 42Wan jî perçek ji masiyekî biraştî dane wî. 43Wî ew ji destê wan girt û li pêş wan xwar. 44Vêca wî ji wan re got: "Ha ew gotinên min, yên ku gava hê ez bi we re bûm, min ji we re gotibûn, ev in: Divê ew hemû tiştên ku di Şerîeta Mûsa û ya pêxemberan de û di Zebûran de li ser min hatine nivîsîn, werin cihê xwe."

             45Hingê wî hişên wan vekir, da ew bikaribin, kitêbên* pîroz fêm bikin. 46Û wî ji wan re got: "Wilo hatiye nivîsîn, Mesîh wê cefayê bikişîne û wê roja sisiyan ji nav miriyan rabe 47û wê ji Orşelîmê were destpêkirin û ji bo efûkirina gunehan tobe bi navê wî ji hemû miletên dinyayê re bê belavkirin. 48Hûn şahidên van tiştan in 49û va ye, ezê soza Bavê xwe bi ser we de bişînim. Lê belê heçî hûn in, li bajêr bimînin, heta ku hûn ji jor qewetê bistînin." 

    Hilkişîna Îsa nav ezmanan

              50Vêca wî ew derxistin û birin heta bi Beytanya û li wê derê wî destên xwe hildan û ew pîroz kirin. 51Wilo çêbû, wê gava ku wî ew pîroz dikirin, ew ji wan cuda bû, hat rakirin û hilkişî nav ezmanan. 52Ew jî perizîn wî, piştre bi dilekî pir xweş vegeriyan Orşelîmê. 53Û ew hemû çaxan di Perestgehê de bûn û pesnê Xwedê didan.