Mesela Erdê Qenc û Neqenc
4
1 Îsa
dîsa li perê golê dest bi hînkirinê kir. Elaleteke wusa mezin li dora
wî civiya ku ew li qeyika li ser golê siwar bû û rûnişt. Hemû
elalet li perê golê bû 2 û
wî gelek tişt bi meselan hînî wan dikir. Di hînkirina xwe de got:
3 «Guhdarî bikin! Cotkar
derket ku tov biçîne. 4 Çaxê
wî tov direşand, hinek jê ket tenişta rê, teyr hatin û ew
xwarin. 5 Û hinek ket ser erdê
kevirî yê ku axa wî kêm bû û ji ber ku ax ne kûr bû, ew zû şîn
bû. 6 Gava roj hilat, ew kizirî;
ji ber ku rayê* wî tunebû, hişk bû. 7 Û
hinekî din ket nav stiriyan, stirî mezin bûn û ew fetisandin û wî
ber neda. 8 Û hinek ket ser
erdekî qenc û şîn bû, mezin bû û ber da, hinekan sî, hinekan
şêst, hinekan sed qat ber dan.»
9 Û
Îsa ji wan re got: «Ewê ku guhên wî ji bo bihîstinê hene, bila
bibihîze.»
Armanca Meselan
10 Gava
Îsa bi tenê ma, diwanzdehan û kesên ku li hawirdora wî bûn li ser
meselan jê pirsîn. 11 Wî li
wan vegerand û got: «Sirên Padîşahiya* Xwedê ji we re hatine dayîn,
lê ji bo wan ên ku li derve ne, her tişt bi meselan tê gotin, 12 da
ku:
‹Çiqas bibînin jî tênegihîjin;
Çiqas bibihîzin jî fêm nekin;
Nebe
ku vegerin û li wan bê bihûrtin*.›»
Şîrovekirina Mesela Erdê Qenc û Neqenc
13 Îsa
ji wan re got: «Ma hûn vê meselê fêm nakin? Nexwe hûnê çawa hemû
meselan fêm bikin? 14 Cotkar
peyvê* diçîne. 15 Yên li
tenişta rê, ew cihê ku peyv lê hatiye çandin, ew in ku dibihîzin,
lê di cih de Îblîs* tê û peyvê ji dilê wan dertîne. 16 Yên
li ser erdê kevirî hatine çandin jî ew in ku gava peyvê dibihîzin,
di cih de bi şahî wê qebûl dikin, 17 lê
ji ber ku rayê* wan tune, ew tenê demeke kurt dimînin. Dema ku ji bo
peyvê cefa û tengahiyê dibînin, zû ji rê
derdikevin. 18 Û yên di nav
stiriyan de hatine çandin ew in, ku peyvê dibihîzin, 19 lê
xema vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê û xwestina tiştên din
dikevin navê û peyvê difetisînin û peyv bêber dimîne. 20 Û
yên di erdê qenc de hatine çandin ew in ku peyvê dibihîzin, qebûl
dikin. Hinek sî, hinek şêst û hinek jî sed qatî ber didin.»
Ronahiya Çirayê
21 Û
Îsa ji wan re got: «Gava çirayê tînin hundir, ma ji bo ku bixin bin
melkebê an jî bin nivînan tînin? Ma ne ji bo danîna ser pêçirayê
ye? 22 Tu tiştê veşartî
tune ku neyê eşkerekirin, ne jî tiştekî nixumandî heye ku
nekeve ber ronahiyê. 23 Guhên
kê ji bo bihîstinê hebin, bila bibihîze.» 24 Û
wî ji wan re got: «Bala xwe bidin tiştên ku hûn dibihîzin. Hûn
bi kîjan pîvanê bipîvin, bi wê pîvanê wê ji we re jî bê pîvandin
û bi ser de jî wê bê zêdekirin. 25 Çimkî
bi kê re hebe, wê bêtir ji wî re bê dayîn û bi kê re tunebe, tiştê
ku pê re heye jî, wê jê bê standin.»
Padîşahiya
Xwedê
26 Û
Îsa got: «Padîşahiya* Xwedê dimîne vê yekê: Zilamek li erdê
tov diçîne. 27 Bi şev
radize, bi roj radibe, tov şîn dibe û mezin dibe û mirov nizane ku
ev çawa dibe. 28 Erd ji ber
xwe ber dide; pêşî zîl dide, piştre diseride, paşê jî
liba gihîştî di simbil de dide. 29 Gava
ku ber digihîje, mirov êdî dasê davêjê, çimkî dema dirûna wî
hatiye.»
Mesela Liba Xerdelê
30 Îsa
got: «Gelo em Padîşahiya Xwedê bimînînin çi? An jî em wê bi kîjan
meselê bêjin? 31 Ew dimîne
liba xerdelê. Gava tê çandin, ji hemû tovên li ser erdê biçûktir
e. 32 Lê gava digihîje, ji
hemû pincaran meztir dibe û çiqilên mezin dide, wusa ku teyrên ezmên
dikarin di bin siya wê de bi cih bibin.»
33 Bi
gelek meseleyên bi vî awayî li gor ku ew têdigihîştin, wî peyv*
ji wan re digot. 34 Bê mesele
ji wan re tiştek nedigot, lê gava ew bi tenê bûn, ji şagirtên
xwe re her tişt vedikir.
Îsa Bagerê Radiwestîne
35 Wê
rojê, gava ku bû êvar, Îsa ji şagirtên xwe re got: «Em derbasî
wî aliyê golê bibin.» 36 Şagirt
ji elaletê veqetiyan, ketin qeyika ku Îsa tê de bû û wan ew bi xwe re
bir. Qeyikên din jî bi wî re bûn. 37 Îcar
bagereke mezin rabû, pêlan wusa li qeyikê dixist ku êdî ew bi avê
tije dibû. 38 Lê Îsa di paşiya
qeyikê de serê xwe danîbû ser balgehekê û radiza. Wan ew hişyar
kir û gotin: «Mamoste, ma ne xema te ye ku em helak bibin?» 39 Îsa
rabû, li bayê hilat* û emir li golê kir: «Raweste, bêdeng be!» Ba
sekinî, bêpêjiniyeke mezin çêbû. 40 Îsa
ji şagirtan re got: «Hûn çima ditirsin? Ma hê baweriya* we tune?»
41 Tirseke mezin ket ser wan û
ji hevdû re gotin: «Gelo ev kî ye ku hem ba, hem jî gol bi ya wî
dikin?»
|