Îsa
Çar Hezar Mirov Têr Dike
8 1
Di wan rojan de dîsa gava ku
elaleteke mezin civiya û tiştekî wan tunebû ku bixwin, Îsa gazî
şagirtên xwe kir û got: 2 «Dilê min bi vê elaletê
dişewite, çimkî ev sê roj e ku bi min re ne û tiştekî wan
tune ku bixwin. 3 Eger ez wan birçî bişînim malên
wan, ewê di rê de dilbihûrî bibin û hin ji wan jî ji cihên dûr
hatine.» 4 Şagirtên wî lê vegerandin û gotin: «Li
vê çolê mirov ji ku derê dikare evqas kesî têr bike?» 5 Îsa
ji wan pirsî: «Çend nanên we hene?» Wan got: «Heft.» 6 Îsa
li elaletê emir kir ku li erdê rûnin. Wî heft nan hildan, şikir
kir, ew şkandin û dan şagirtên xwe ku deynin ber xelkê. Wan jî
ew danîn ber wan. 7 Û çend masiyên wan ên biçûk jî
hebûn. Îsa ji bo wan jî şikir kir û got: «Van jî deynin ber
elaletê.» 8 Wan xwar û têr bûn û wan heft selik ji
pariyên bermayî dan hev. 9 Hijmara yên ku xwarin, nêzîkî
çar hezar mirov bû. Gava ku Îsa ew verêkirin, 10 di
cih de bi şagirtên xwe ve ket qeyikê û çûn herêma Dalmanûtayê.
Fêrisî
li Nîşanekê Digerin
11 Fêrisî hatin û bi Îsa re dest bi munaqeşê
kirin. Ji bo ku wî biceribînin, nîşanek ji ezmên jê dixwestin. 12 Îsa
ji kûr ve axînek kişand û got: «Çima ev nifş* li nîşanekê
digere? Bi rastî ez ji we re dibêjim, ji vî nifşî re nîşanek
nayê dayîn.» 13 Wî ew hiştin, dîsa ket qeyikê
û derbasî aliyê din ê golê bû.
Hevîrtirşkê
Fêrisiyan û Hêrodês
14 Îcar şagirtan ji bîr kiribûn ku bi xwe re nên
bînin. Li ba wan, di qeyikê de ji nanekî pê ve, tiştek tunebû. 15 Îsa
tembîh li wan kir û got: «Hay ji xwe hebin, xwe ji hevîrtirşkê Fêrisiyan
û ji hevîrtirşkê Hêrodês biparêzin.» 16 Şagirt
di nav xwe de peyivîn û gotin: «Ji ber ku nanê me tune, weha dibêje.»
17 Îsa dizanibû ku ew çi dibêjin û wî ji wan re got:
«Hûn çima di nav xwe de dipeyivin ku nanê we tune? Ma hûn tênagihîjin
û fêm nakin? Ma hişê we giran bûye?
18 Çavên we hene, ma hûn nabînin?
Guhên we hene, ma hûn nabihîzin?
Ma nayê bîra we, 19 çaxê
ku min pênc nan ji bo pênc hezar mirov şkandin, ji pariyên nên we
çend selikên tije dan hev?» Wan lê vegerand û gotin: «Diwanzdeh.» 20 «Û
gava min heft nan ji bo çar hezar mirov şkandin, we çend selikên
tije parî dan hev?» Wan got: «Heft.» 21 Îsa ji wan re
got: «Ma hûn hê jî fêm nakin?»
Li
Beytsaydayê Qenckirina Korekî
22 Û ew hatin Beytsaydayê. Hinekan mirovekî kor anî
ba Îsa û jê lava kirin ku destê xwe deyne ser. 23 Wî
jî bi destê mirovê kor girt û ew derxist derveyî gund. Çaxê çavên
wî bi tifa xwe şil kirin û destên xwe danîn ser wî, pirsî: «Ma
tu tiştekî dibînî?» 24 Wî jî li jorê nêrî û
got: «Ez mirovan dibijêrim, mîna daran in û rêve diçin.» 25 Careke
din Îsa destên xwe danîn ser çavên wî, yê kor bi baldarî nêrî û
çavên wî vebûn û her tişt bi zelalî dît. 26 Îsa
jî ew şand mala wî û jê re got: «Nekeve nav gund.»
Şahidiya
Petrûs a li ser Îsa
27 Îsa bi şagirtên xwe ve çû gundên Qeyseriya
Filîpos û di rê de ji şagirtên xwe pirsî: «Li gor gotina xelkê
ez kî me?» 28 Wan lê vegerand û gotin: «Hinek dibêjin
Yûhennayê* imadkar e, hinek dibêjin Êlyas* e, hinekên din jî dibêjin
yek ji pêxemberan e.» 29 Îsa ji wan pirsî: «Lê hûn
çi dibêjin? Bi ya we ez kî me?» Petrûs bersîva wî da û got: «Tu
Mesîh* î.» 30 Îsa jî li wan hişk emir kir ku li
ser wî ji kesî re nebêjin.
Îsa
ji pêşî ve li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje
31 Hingê Îsa dest pê kir şagirtên xwe hîn kirin, ku
divê Kurê Mirov gelek cefayê bikişîne, ji aliyê rihspî, serekên
kahînan* û Şerîetzanan ve bê redkirin, bê kuştin û roja
sisiyan rabe. 32 Û wî ev bi eşkereyî got. Îcar
Petrûs ew kişand aliyekî û lê hilat*. 33 Lê Îsa
zivirî û li şagirtên xwe nêrî, li Petrûs hilat û got: «Ji min
dûr keve, Îblîs! Çimkî tu ne tiştên xwedayî*, lê tiştên
mirovî difikirî.»
34 Hingê Îsa elalet û şagirtên xwe gazî ba
xwe kirin û ji wan re got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar
bike, rahêje xaça xwe û li pey min bê. 35 Çimkî kî
ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana
xwe di ber min û Mizgîniyê de winda bike, ewê wê xilas bike. 36 Mirovek
hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê jiyana xwe winda bike, çi feyda wî
heye? 37 Ma mirov dikare çi di ber jiyana xwe de bide? 38 Kî
ku di nav vî nifşê zînakar û gunehkar de ji min û ji gotinên
min şerm bike, Kurê* Mirov jî, gava di rûmeta Bavê* xwe de tevî
milyaketên pîroz* bê, wê ji ber wî şerm bike.»
|