Malbavka Îsa Mesîh

           1 1Kitêba malbavka Îsa* Mesîhê* kurê Dawid* ê kurê Birahîm ev e:

                    2Birahîm bavê Îshaq bû,

                    Îshaq bavê Aqûb* bû,

                    Aqûb bavê Cihûda* û birayên wî bû,

                    3Cihûda bavê Perez û Zerah bû, ku diya wan Tamara bû,

                    Perez bavê Hesrûn bû,

                    Hesrûn bavê Ram bû,

                    4Ram bavê Amînadav bû,

                    Amînadav bavê Nehşon bû,

                    Nehşon bavê Salmon bû,

                    5Salmon bavê Bowaz bû, ku diya wî Rexab bû,

                    Bowaz bavê Ovêd bû, ku diya wî Rût bû,

                    Ovêd bavê Yêşa bû

                    6û Yêşa jî bavê Dawid* padîşah bû.

                    Dawid bavê Silêman bû, ku berê diya wî jina Ûrya bû,

                    7Silêman bavê Rêhoboam bû,

                    Rêhoboam bavê Ebiya bû,

                    Ebiya bavê Asa bû,

                    8Asa bavê Yehoşafat bû,

                    Yehoşafat bavê Yoram bû,

                    Yoram bavê Ûzya bû,

                    9Ûzya bavê Yotam bû,

                    Yotam bavê Ahaz bû,

                    Ahaz bavê Hizqiya bû,

                    10Hizqiya bavê Minaşe bû,

                    Minaşe bavê Amon bû,

                    Amon bavê Yoşya bû

                    11û Yoşya jî bavê Yexonya û birayên wî bû,

                    ku di dema sergombûna* Babîlê de çêbûn.

                    12Yexonya bavê Şaltiyêl bû, ku piştî

                    sergombûna Babîlê çêbû,

                    Şaltiyêl bavê Zerûbabel bû,

                    13Zerûbabel bavê Abiyûd bû,

                    Abiyûd bavê Êlyaqîm bû,

                    Êlyaqîm bavê Azûr bû,

                    14Azûr bavê Sadoq bû,

                    Sadoq bavê Axîn bû,

                    Axîn bavê Êlyûd bû,

                    15Êlyûd bavê Êlazar bû,

                    Êlazar bavê Metan bû,

                    Metan bavê Aqûb bû

                    16û Aqûb jî bavê Ûsivê mêrê Meryemê bû.

                    Ji Meryemê jî Îsa*, yê ku jê re Mesîh* tê gotin çêbû.

            17Bi vî awayî ji Birahîm heta Dawid çardeh nifş, ji Dawid heta sergombûna* Babîlê çardeh nifşên din û ji sergombûnê heta Mesîh jî çardeh nifş derbas bûn.

    Bûyîna Îsa Mesîh

            18Bûyîna* Îsa* Mesîh* jî bi vî awayî çêbû: Diya wî Meryem dergistiya Ûsiv bû, lê berî ku ew bizewicin û bigihîjin hev, xuya bû ku ew bi Ruhê* Pîroz* bizaro* ye. 19Dergistiyê* wê Ûsiv mirovekî* rast bû û ji ber ku nedixwest Meryemê li pêş xelkê bide şermê, wî niyet kir ku wê bi dizî berde. 20Ew hê li ser vê yekê difikirî, milyaketekî Xudan* di xewnê de lê xuya bû û got: "Ey Ûsivê kurê Dawid*! Netirse ku tu Meryemê ji xwe re bi jinîtî bînî. Çimkî yê ku di malzaroka wê de çêbûye ji Ruhê Piroz* e. 21Ewê kurekî bîne û tê navê wî Îsa* deynî, çimkî ewê gelê xwe ji gunehên wan rizgar* bike." 22Ev hemû çêbûn, da ku gotina Xudan* a ku bi devê pêxember* gotiye bê cih:

                    23"Va ye, wê keçik bizaro* bibe û ewê kurekî bîne.

                    Û wê navê wî Îmanûêl deynin,"

    ku tê wergerandin: "Xwedê bi me re ye."

            24Gava ku Ûsiv ji xewê hişyar bû, emirê milyaketê Xudan* anî cih û Meryem ji xwe re bi jinîtî anî. 25Lê ew neçû ba wê, heta ku wê kurê xwe anî. Û wî navê zarok Îsa danî.

    Stêrnasên ji Rojhilat

           2 1Îcar di dema Hêrodês* padîşah de, çaxê Îsa* li Beytlehma Cihûstanê* çêbû, ji Rojhilat stêrnas hatin Orşelîmê* 2û pirsîn: "Ka padîşahê Cihûyan ê ku çêbûye li ku derê ye? Me li Rojhilat stêra wî dît û em hatin ku biperizin* wî." 3Gava ku Hêrodês padîşah ev yek bihîst, ew û hemû Orşelîm jî pê re bizdiya. 4Wî hemû serekên kahînan* û Şerîetzan* li hevdû civandin û ji wan pirsî, ka wê Mesîh* li ku derê çêbibe. 5Wan jê re got: "Li Beytlehma Cihûstanê, çimkî bi destê pêxember* weha hatiye nivîsîn:

                    6'Û tu, ey Beytlehma li welatê Cihûstanê! Tu di nav

                    serdarên Cihûstanê de bi tu awayî ne ya herî kêm î.

                    Çimkî wê ew serdarê ku şivantiya gelê min ê Îsraêl*

                    bike ji te rabe!'"

    7Li ser vê yekê Hêrodês bi dizî gazî stêrnasan kir û ji wan qenc hîn* bû ku stêr kengê xuya bûye. 8Di pey de wî ew şandin Beytlehmê û ji wan re got: "Herin û qenc li zarok bigerin. Gava ku we ew dît, haya min pê bixin, da ku ez jî bêm û biperizim* wî." 9Piştî bihîstina gotina padîşah ew ketin riya xwe. Ew stêra ku li Rojhilat dîtibûn li pêşiya wan çû, heta li ser cihê ku zarok lê bû rawesta. 10Gava ku wan jî stêr dît, bi şahiyeke mezin dilgeş bûn. 11Ew ketin malê û zarok bi diya wî Meryemê re dîtin, çûn ser çokan û perizîn* wî. Sindoqa xwe ya xezînê vekirin û diyariyên ji zêr, bixûr* û nardê* pêşkêşî* wî kirin. 12Piştî ku di xewna xwe de hatin tembîhkirin, da ku venegerin ba Hêrodês, ew di riyeke din re çûn welatê xwe.

    Bi Misirê ve revîn

            13Piştî çûyîna stêrnasan, milyaketekî Xudan* di xewnê de li Ûsiv xuya bû û got: "Rabe, rahêje zarok û diya wî û bireve Misirê. Li wê derê bimîne heta ku ez ji te re bêjim. Çimkî Hêrodês wê li zarok bigere, da ku wî bikuje." 14Hingê Ûsiv rabû, rahişt zarok û diya wî û bi şev çû Misirê 15û heta mirina Hêrodês li wê derê ma. Û bi vî awayî ew peyva* Xudan, ya ku bi devê pêxember* gotibû hat cih: "Min ji Misirê gazî kurê xwe kir."

    Kuştina zarokan

            16Gava Hêrodês fêm kir ku ji aliyê stêrnasan ve hatiye xapandin, gelek hêrs* bû. Li ser vê yekê, tam li gor wî çaxê ku ji stêrnasan hîn* bûbû, li Beytlehm û li hemû der û dora wê fermana kuştina hemû zarokên kurîn ên du salî û ji diduyan biçûktir derxist. 17Û bi vî awayî ew peyva* ku bi devê Yêremya pêxember* hatibû gotin hat cih:

                    18"Ji Ramayê dengek hat bihîstin,

                             Şîn û girîn û li xwe xistin!

                    Rahêl* ji bo zarokên xwe digirî

                             Û ew naxwaze bê aşkirin.

                    Çimkî êdî ew nînin."

    Vegerîna ji Misirê

            19Piştî ku Hêrodês mir, milyaketekî Xudan* li Misirê di xewnê de li Ûsiv xuya bû 20û got: "Rabe, rahêje zarok û diya wî û vegere welatê Îsraêlê, çimkî ew ên ku li kuştina zarok digeriyan mirin." 21Îcar Ûsiv rabû, zarok û diya wî hildan û vegeriyan welatê Îsraêlê. 22Lê gava wî bihîst ku Arxêlayo* di cihê bavê xwe Hêrodês de li herêma Cihûstanê* bûye padîşah, ew tirsiya ku here wê derê. Piştî ku di xewnê de hat tembîhkirin, bi aliyê Celîlê* ve çû. 23Li wir, li bajarê ku jê re dibêjin Nisret bi cih bû. Bi vî awayî ew peyva ku bi devê pêxember hatibû gotin hat cih: "Wê ji wî re 'yê Nisretî' bê gotin."