Xwezikdariya
Rastîn
5
1 Îsa elalet* dîtin û hilkişiya çiyê. Çaxê rûnişt,
şagirtên* wî hatin ba wî. 2 Wî dest bi
hînkirina wan kir û got:
3 «Xwezî bi wan ên ku bi ruh belengaz in,
Çimkî Padîşahiya* Ezmanan ya wan e.
4 Xwezî bi wan ên ku şîndar in,
Çimkî ewê bên aşkirin.
5 Xwezî bi wan ên ku nefsbiçûk in,
Çimkî ewê erdê par bistînin.
6 Xwezî bi wan ên ku tî û birçiyên rastiyê ne,
Çimkî ewê bên têrkirin.
7 Xwezî bi wan ên ku dilbirehm in,
Çimkî dilrehmî wê li wan bê kirin.
8 Xwezî bi wan ên ku dilpak in,
Çimkî ewê Xwedê bibînin.
9 Xwezî bi wan ên ku aştîker* in,
Çimkî wê ji wan re zarokên Xwedê bê gotin.
10 Xwezî bi wan ên ku di ber rastiyê de mirov tengahiyê
didin
wan,
Çimkî Padîşahiya* Ezmanan a wan e.
11 Xwezî bi we, gava ku ew di ber navê min de we nizim
bikin, tengahiyê bidin we û bi bêbextî her cûreyê gotinên xerab ji
bo we bêjin. 12 Şa bibin û dilgeş
bin! Çimkî xelata we li ezmanan mezin e. Ji ber ku wan bi vî awayî
tengahî da wan pêxemberên* beriya we jî.
Xwê
û Ronahî
13 «Hûn xwêya dinyayê ne, lê eger xwê tama xwe winda
bike, careke din ewê bi çi bê bitamkirin? Êdî bi kêrî tiştekî nayê,
ji bilî ku bê avêtin derve û di bin lingên mirovan de bê perçiqandin.
14 «Hûn ronahiya dinyayê ne. Bajarê ku li ser çiyê ye
nikare bê veşartin. 15 Ne jî kes çirayê pêdixe û dike bin melkebê, lê
belê datîne ser pêçirayê ku ronahiyê bide her kesên hundir. 16 Bi vî awayî bila ronahiya we jî li ber mirovan wusa
şewq bide, da ku kirinên we yên qenc bibînin û pesnê Bavê* we yê
li ezmanan bidin.
Şerîet
û Nivîsarên Pêxemberan
17 «Nefikirin ku ez hatime Şerîetê* û nivîsarên pêxemberan*
ji holê rakim. Ez nehatime ku ji holê rakim, lê ez hatime ku temam
bikim. 18 Beriya ku erd û ezman bibihûre, herfek an nuqteyeke biçûk
ji Şerîetê winda nabe, heta ku her tişt bê cih. 19 Loma kî ku ji van emran ê herî biçûk bişkêne û
bi wî awayî hînî mirovan bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de jê re yê
herî biçûk bê gotin. Lê kî ku van
emran bîne cih û hîn bike, wê di Padîşahiya Ezmanan de ji wî re
mezin bê gotin. 20 De îcar ez ji we re dibêjim, eger rastiya we ne di ser
a Şerîetzan* û Fêrisiyan* re be, hûn tu caran nakevin Padîşahiya
Ezmanan.
Hêrs
û Mêrkujî
21 «We bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin:
‹Nekuje! Kî ku bikuje, wê bê dîwankirin*!› 22 Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku li birayê xwe hêrs
bibe, wê bê dîwankirin. Û kî ku ji birayê xwe re bêje: ‹Bêmejî!›
wê li ber Dîwana Bilind bê kişandin pirsyarê. Û kî ku bêje:
‹Ehmeq!› ewê agirê dojehê* heq bike. 23 Loma, gava ku tu li ser gorîgehê* diyariya xwe pêşkêş
dikî, eger bê bîra te ku dilê birayê te ji te maye, 24 diyariya xwe
li wir, li ber gorîgehê bihêle. Pêşî here bi birayê xwe re li hev
were û hingê vegere, diyariya xwe pêşkêş bike. 25 Hê ku tu di riya dadgehê* de yî, zû bi sûcdarkerê
xwe re li hev were. An na, ewê te bide destê dadger* û dadger jî te
bide destê qerdiyan û tê bikevî zîndanê. 26 Bi rastî ez
ji te re dibêjim, heta ku tu qurişê* dawî nedî, tu ji wê derê qet
dernakevî.
Zîna
27 «We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Zînayê neke!› 28 Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku bi dilxwazî li
jinekê binêre, ji xwe wî di dilê xwe de bi wê re zîna kiriye. 29 Eger çavê te yê rastê te bixe guneh, wî derxe û ji
xwe bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî,
lê hemû bedena te nekeve dojehê*. 30 Û eger destê te yê rastê te bixe guneh, wî jêke û
ji xwe bavêje! Ji bo te çêtir e ku tu endamekî ji bedena xwe winda bikî,
lê hemû bedena te neçe dojehê.
Jinberdan
31 «Hatiye gotin: ‹Kî ku jina xwe berde, bila kaxeza
jinberdanê bide wê.› 32 Lê ez ji we re dibêjim, her kesê ku zîna ne tê de,
ji ber sedemekî din jina xwe berde, dibe sedemê zînakirina wê. Û kî
ku bi jineke berdayî re bizewice zînayê dike.
Sondxwarin
33 «We ev jî bihîstiye ku ji pêşiyan re hatiye gotin:
‹Bi derew sond nexwe û sondên xwe li ber Xudan bîne cih.› 34 Lê ez ji we re dibêjim, qet sond nexwin! Ne bi ezmên,
çimkî ew textê Xwedê ye, 35 ne jî bi erdê, çimkî pêgeha wî ye, ne jî bi Orşelîmê*,
çimkî ew bajarê Padîşahê Mezin e 36 û ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî mûyekî
spî an reş bikî. 37 Bila erêya
we «Erê» be û naya we «Na» be. Ji vê zêdetir ji Yê Xerab e.
Heyfhilanîn
38 «We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Çav di ber çav de,
diran di ber diran de.› 39 Lê belê ez ji we re dibêjim, li ber ê xerab ranebin.
Eger yek sîleyekê li lama te ya rastê bixe, ya din jî bide ber. 40 Û eger yek bixwaze te bide dadgehê û kirasê te ji te
bistîne, ebayê xwe jî bi dest wî ve berde. 41 Eger yek bi zorê te kîlometrekê rêve bibe, bi wî re
du kîlometran here. 42 Bide wî yê
ku ji te dixwaze, rûyê xwe ji yê ku ji te deyn dixwaze, nezivirîne.
Ji
Dijminên Xwe Hez Bikin
43 «We bihîstiye ku hatiye gotin: ‹Ji cîranê xwe hez*
bike, ji dijminê xwe nefret bike!› 44 Lê ez ji we re dibêjim, ji dijminên xwe hez bikin û
ji bo yên ku tengahiyê didin we dua bikin, 45 da ku hûn bibin zarokên Bavê* xwe yê li ezmanan. Çimkî
ew tava xwe hem li ser xeraban û hem jî li ser qencan dertîne û barana
xwe bi ser rast û nerastan de dibarîne. 46 Eger hûn ji wan hez bikin, yên ku ji we hez dikin, ma
wê xelata we çi be? Ma bacgir* jî weha nakin? 47 Û eger hûn bi tenê silavê bidin birayên xwe, ma hûn
ji yên din zêdetir çi dikin? Ma pûtperest* jî weha nakin? 48 Loma bêkêmahî
bin, çawa ku Bavê* we yê li ezmanan bêkêmahî ye.
|