Xêrxwazî
6 1 «Hay ji xwe hebin, kirinên xwe yên qenc li ber çavên
mirovan nekin, ji bo ku ji aliyê wan ve bên dîtin. An na, wê ji Bavê*
we yê li ezmanan ji bo we xelat nebe. 2 Loma, çaxê
ku tu xêrê bikî, li pêşiya xwe li boriyê nexe, wek ku durû li kuçê
û di kinîştan* de dikin, da ku pesnê wan bê dayîn. Bi rastî ez ji
we re dibêjim, wan xelata xwe standiye. 3 Îcar çaxê
ku tu xêrê bikî, bila destê te yê çepê nezane ku destê te yê rastê
çi dike, 4 da ku xêra te veşartî be. Bavê* te yê ku tiştê veşartî
tê kirin jî dibîne, wê bergîdana* te bide te.
Duakirin
5 «Gava ku hûn dua dikin, wek ên durû nebin, çimkî
ew hez* dikin ku li serê kuçeyan û di kinîştan de dua bikin, da ku ji
aliyê mirovan ve bên dîtin. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata
xwe standiye. 6 Lê çaxê ku tu dua dikî, bikeve hundirê odeya xwe, deriyê
xwe bigire û ji Bavê* xwe yê ku nayê dîtin re dua bike û Bavê te yê
ku tiştê veşartî tê kirin dibîne, wê bergîdana te bide te.
7 «Çaxê ku hûn dua dikin, wek pûtperestan* gotinên pûç
pircar nekin; ew guman dikin bi pircarkirina peyvan* wê bên bihîstin. 8 Îcar hûn nebin wek wan, çimkî Bavê* we hê berî ku
hûn ji wî bixwazin bi hewcedariya we dizane.
9 «Hûn bi vî awayî dua bikin:
Bavê me yê li ezmanan,
Navê te pîroz* be.
10 Bila padîşahiya te bê.
Daxwaza te wek li ezmên,
Bila li ser rûyê erdê jî bê cih.
11 Nanê me yê rojane roj bi roj bide me.
12 Û li deynên me bibihûre,
Wek ku em li deyndarên xwe bihûrtine.
13 Û me nebe ceribandinê,
Lê me ji Yê Xerab xilas bike.
Çimkî padîşahî, karîn û rûmet her û her ên te ne! Amîn*.
14 Eger hûn li sûcên mirovan bibihûrin, Bavê* we yê
li ezmanan jî wê li sûcên we bibihûre. 15 Lê eger hûn li sûcên mirovan nebihûrin, Bavê we jî
li sûcên we nabihûre.
Rojîgirtin
16 «Û çaxê ku hûn rojiyê bigirin, wek durûyan mirûzê
xwe nekin; ew rûyê xwe tirş dikin, da ku mirov bibînin ku ew bi rojî
ne. Bi rastî ez ji we re dibêjim, wan xelata xwe standiye. 17 Lê çaxê ku tu rojiyê bigirî, rûn li porê xwe bide
û serçavê xwe bişo, 18 da ku mirov nebînin
ku tu bi rojî yî, lê Bavê te yê ku nayê dîtin bibîne. Û Bavê te
yê ku tiştê veşartî tê kirin dibîne, wê bergîdana te bide te.
Xezîna
li Ezmanan
19 «Li ser rûyê erdê ji bo xwe xezîneyan necivînin,
ku li wir zeng û bizûzk wan xera dikin, dixwin û diz dikevinê û
didizin. 20 Lê ji bo xwe xezîneyan li ezmên bicivînin, ku li wir
ne zeng û bizûzk dikarin wê xera
bikin, bixwin û ne jî diz dikarin bikevinê û bidizin.
21 Çimkî xezîneya we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê
be.
Çiraya
Bedenê
22 «Çiraya bedenê çav e. Eger çavê te qenc be, wê
tevahiya bedena te bibe ronahî. 23 Lê eger çavê
te xerab be, wê tevahiya bedena te di tariyê de be. Îcar, eger ronahiya
di dilê te de tarî be, ew çi tariyeke mezin e!
Xulamtiya
ji Du Axayan re
24 «Tu kes nikare xulamtiyê ji du axayan re bike; çimkî
an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez* bike, an jî ewê qedrê
yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji
Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.
Xeman
Nexwin
25 «Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, ji bo jiyana
xwe xeman nexwin, ka hûnê çi bixwin, an çi vexwin û ne jî ji bo
bedena xwe, ka hûnê çi li xwe bikin. Ma jiyan ne di ser xwarinê re û
beden jî ne di ser lixwekirinê re ye?
26 Li teyrên ezmanan binêrin! Ew ne diçînin, ne didirûn û
ne jî di embaran de dicivînin. Dîsa jî Bavê we yê li ezmanan
wan têr dike. Ma hûn ne di ser wan re ne? 27 Îcar kî ji
we bi xemxwarinê dikare kêlîkekê bi ser jiyana xwe ve dirêjtir bike?
28 «Û hûn çima ji bo cilan xeman dixwin? Li sosinên çolê
binêrin ku çawa mezin dibin, ew ne dixebitin û ne jî rîs dirêsin. 29 Lê ez ji we re dibêjim ku Silêman* jî di hemû rûmeta
xwe de wek yeke ji wan cil li xwe nekirin. 30 Îcar, eger Xwedê giyayê çolê yê ku îro heye û
sibê di tendûrê de tê şewitandin, bi vî awayî bi cil dike, ma ew we
hê bêtir bi cil nake, hey kêmîmanno? 31 Loma xeman
nexwin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› an ‹Emê çi vexwin?› an jî
‹Emê çi li xwe bikin?› 32 Pûtperest* li van hemû tiştan digerin. Lê Bavê we yê
li ezmanan dizane ku hûn hewcedarê van hemû tiştan in. 33 Lê hûn berî her tiştî li Padîşahiya* Xwedê û li
rastiya wî bigerin û ev hemû tişt jî wê ji we re bên dayîn. 34 Loma ji bo sibê xeman nexwin, çimkî sibe wê ji bo
xwe xeman bixwe. Derdê rojê têra rojê dike.
|