Dadbarkirina
Kesên Din
7 1 «Dadbar* nekin, da ku hûn
jî neyên dadbarkirin. 2 Çimkî hûn bi çi awayî yên din dadbar bikin, hûn jî,
hûnê bi wî awayî bên dadbarkirin. Hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, wê
bi wê pîvanê ji we re jî bê pîvandin. 3 Tu çima qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê
girşê di çavê xwe de nabînî? 4 An çawa tu dikarî ji birayê xwe re dibêjî: ‹Bihêle
ku ez qirşikê di çavê te de derxim› hê ku girş di çavê te de ye?
5 Hey mirovê durû, pêşî girşê di çavê xwe de
derxe, hingê tê zelal bibînî ku tu qirşikê di çavê birayê xwe de
derxî.
6 «Tiştê pîroz* nedin kûçikan û ne jî durên xwe
bavêjin ber berazan. An na, ewê wan di bin lingên xwe de biperçiqînin
û bizivirin we perçe perçe bikin!
Ji
Xwedê Bixwazin
7 «Bixwazin, wê ji we re bê dayîn; lê bigerin, hûnê
bibînin; li derî bixin, ewê ji we re vebe. 8 Çimkî her kesê ku dixwaze, distîne û yê digere,
dibîne û yê li derî dixe, jê re vedibe. 9 Kî ji we, gava ku kurê wî nên jê bixwaze, wê kevir
bide wî? 10 An gava ku
masî bixwaze, wê mar bide wî? 11 Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên
qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê we yê li ezmanan wê çiqas bêtir
tiştên qenc bide wan ên ku ji wî dixwazin!
12 «Loma her çi ku hûn dixwazin xelk ji we re bikin, hûn
jî wusa ji wan re bikin, çimkî hînkirina Şerîetê* û pêxemberan*
ev e.
Deriyê
Teng
13 «Di deriyê teng re derbas bibin. Çimkî deriyê ku
dibe helakê fireh e, riya ku diçe wê rihet e û yên ku pê ve diçin
gelek in. 14 Lê deriyê ku dibe jiyanê teng e, rê jî dijwar e û
yên ku wê dibînin hindik in.
Dar
û Berê Darê
15 «Hay ji pêxemberên* derewîn hebin. Ew di postê
miyan de tên ba we, lê di hundir de ew gurên har in. 16 Hûnê wan ji berê
wan nas bikin. Ma mirov ji stiriyan tirî û ji diriyan hêjîran diçinin?
17 Bi vî awayî her dara qenc berê qenc, lê her dara
xerab jî berê xerab dide. 18 Dara qenc nikare berê xerab bide û dara xerab nikare
berê qenc bide. 19 Her dara ku
berê qenc nede tê birrîn û avêtin nav êgir. 20 Îcar hûnê wan ji berê wan nas bikin.
Daxwaza
Bavê li Ezmanan
21 «Ne ku her kesên ji min re dibêjin: ‹Ya Xudan*, ya
Xudan› wê bikevin Padîşahiya Ezmanan! Bi tenê yên ku daxwaza Bavê
min ê li ezmanan dikin, wê bikevinê. 22 Wê rojê gelek wê ji min re bêjin: ‹Ya Xudan, ya
Xudan! Ma bi navê te me pêxemberîtî nekir? Bi navê te me cin
dernexistin? Ma bi navê te me gelek keramet nekirin?› 23 Hingê ezê bi eşkereyî ji wan re bêjim: ‹Min hûn
qet nas nekirin! Ji min dûr kevin, hûn ên ku neheqiyê dikin!›
Xaniyê
Yê Aqilmend û Yê Bêaqil
24 «Îcar her kesê ku van peyvên min dibihîze û tîne
cih, mîna wî mirovê aqilmend e ku xaniyê xwe li ser latê ava kiriye. 25 Baran dibare, bahoz radibe, lehî tên û li wî xaniyî
dixin, lê ew hilnaweşe, çimkî li ser latê hatiye avakirin. 26 Û her kesê ku van peyvên min dibihîze û nake, mîna
wî mirovê bêaqil e ku xaniyê xwe li ser seylakê* ava kiriye. 27 Baran
dibare, bahoz radibe, lehî tê û li wî xaniyî dixin û xanî hildiweşe.
Û bi hilweşîneke mezin dikeve.»
28 Gava ku Îsa ev gotinên xwe xilas kirin, elalet* li hînkirina
wî gelek şaş ma. 29 Çimkî wî ne wek Şerîetzanên* wan, lê wek yekî
xweyî desthilatî ew hîn dikirin.
|