Îsa
Yekî Kotî Paqij û Qenc Dike
8
1 Çaxê ku Îsa ji çiyê
hat xwarê, elaleteke* mezin li pey wî çû. 2 Îcar kotiyek* hat ba wî, li ber wî deverû çû erdê
û got: «Ya Xudan, eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî!» 3 Îsa jî
destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: «Ez dixwazim, paqij bibe!»
Di cih de kotîbûna wî paqij bû. 4 Hingê Îsa jê re got: «Binêre! Tu ji kesî re
nebêjî! Lê here, xwe nîşanî kahîn* bide û diyariya ku Mûsa* emir
kiriye pêşkêş bike, da ku ji wan re bibe şahidî.»
Baweriya
Sersed
5 Gava ku Îsa ket Kefernahûmê, sersedek* hat ba wî û
bi lava jê re got: 6 «Ya Xudan, xulamê min felcbûyî, bi êşeke giran li
malê di nav nivînan de ye.» 7 Îsa ji wî re got: «Ezê bêm û wî qenc bikim.» 8 Sersed lê vegerand û got: «Ya Xudan, ez ne hêja me
ku tu bêyî bin banê min, lê bi tenê peyvekê* bêje û xulamê min
wê qenc bibe. 9 Çimkî ez jî mirovekî di bin emir de me û di bin
emrê min de leşker hene. Ez ji yekî re dibêjim ‹Here›, ew diçe;
ji yekî din re dibêjim ‹Were›, ew tê. Ez ji xulamê xwe re dibêjim
‹Vê bike›, ew dike.»
10 Gava ku Îsa ev yek bihîst, şaş ma û ji yên ku li
pey wî dihatin re got: «Bi rastî, ez ji we re dibêjim, di Îsraêlê
de jî min baweriyeke* weha di dilê kesekî de nedît. 11 Ez ji we re dibêjim ku ji Rojhilat û ji Rojava gelek
wê bên û di Padîşahiya Ezmanan de bi Birahîm*, Îshaq* û Aqûb* re
li ser sifrê rûnin. 12 Lê zarokên Padîşahiyê wê bên avêtin nav tariya
derve û wê li wê derê bibe girîn û qirçîna diranan.» 13 Îcar Îsa li sersed zivirî û jê re got: «Here, bila
wek ku te bawer* kir, ji te re bibe.» Û di wê gavê de xulamê wî qenc
bû.
Îsa
Gelek Nexweşan Qenc Dike
14 Gava ku Îsa ket mala Petrûs*, wî xesûya wî bi
tayêketî razayî dît. 15 Îsa destê xwe danî ser destê wê, tayê ew berda,
jinik rabû û ji wî re xizmet kir.
16 Gava ku bû êvar, gelek mirovên cinoyî* anîn ba wî.
Wî bi gotinekê cin derxistin û hemû nexweş qenc kirin. 17 Ev çêbû, da ew peyva ku bi devê Îşaya pêxember
hatibû gotin, bê cih:
«Wî êşên me kişandin
Û nexweşiyên me hildan ser xwe.»
Şertên
Çûyîna li pey Îsa
18 Gava Îsa elalet li dora xwe dît, wî li wan emir kir
ku derbasî aliyê din ê golê bibin. 19 Hingê Şerîetzanek nêzîkî wî bû û jê re got:
«Mamoste, tu herî ku derê, ezê li pey te bêm.» 20 Îsa jê re got: «Kunên roviyan hene, hêlînên
teyrên ezmanan jî hene, lê cihekî Kurê* Mirov tune ku serê xwe lê
deyne.» 21 Ji şagirtên* wî yekî jê re got: «Ya Xudan!
Destûrê bide min ku ez pêşî herim bavê xwe veşêrim.» 22 Lê Îsa ji wî re got: «Tu li pey min were! Bihêle,
bila mirî miriyên xwe veşêrin!»
Îsa
Bagerê Radiwestîne
23 Gava ew ket qeyikê, şagirtên* wî jî li pey wî
siwar bûn. 24 Ji nişkê ve di golê de bagereke mezin rabû, wusa ku
pêlên avê bi ser qeyikê diketin. Heçî Îsa bû, radiza. 25 Şagirt nêzîkî wî bûn, ew hişyar kirin û gotin:
«Ya Xudan! Me xilas bike! Em helak dibin!» 26 Îsa li wan vegerand: «Hey kêmîmanno, hûn çima
ditirsin?» Hingê ew rabû, li bayê û li golê hilat* û bêpêjiniyeke
mezin çêbû. 27 Hemû şaş man û gotin: «Ma ev mirovekî çawa ye? Ba
û gol jî bi ya wî dikin!»
Îsa
Du Mirovên Cinoyî Qenc Dike
28 Gava ku Îsa derbasî aliyê din bû û gihîşt herêma
Gedarîniyan, du mirovên cinoyî* ji nav goristanê derketin û hatin pêşiya
wî. Ew ewqas har bûn ku kes nikaribû di wê riyê re derbas bibûya. 29 Îcar wan bi qîrîn gotin: «Ya Kurê* Xwedê, ma te
çi ji me ye? Ma ji berî ku wext bê, tu hatî vir ku me bidî ezabê?» 30 Ji wan wêvetir garaneke mezin a berazan diçêriya. 31 Cinan ji wî lava kirin û gotin: «Eger tu me derxî,
me bişîne nav garana berazan.» 32 Wî ji wan re got: «Herin!» Hingê ew derketin û
çûn nav berazan. Hemû garanê xwe di kaşê re avêt golê û di avê
de xeniqî. 33 Gavanên berazan reviyan, çûn bajêr, her tişt û çi
ji bo yên cinoyî çêbû, gotin. 34 Hingê hemû xelkê bajêr hat pêşiya Îsa û gava ku
ew dîtin, jê lava kirin ku ji herêma wan here.
|