Îsa
li Gunehan Dibihûre
9
1 Îsa ket qeyikekê,
derbasî aliyê din bû û hat bajarê xwe. 2 Çend mirovan felciyekî ku di nav nivînan de bû anî
ba wî. Gava ku Îsa baweriya* wan dît, wî ji yê felcî re got: «Bi
zirav be lawo, li gunehên te hat bihûrtin.»
3 Hingê ji Şerîetzanan hinekan di dilê xwe de got:
«Ev mirov çêran* dike!» 4 Lê Îsa bi fikrên wan dizanibû û got: «Hûn çima
di dilê xwe de tiştên xerab difikirin? 5 Ma kîjan hêsanîtir e? Gotina ‹Li gunehên te hat
bihûrtin›, an gotina ku ‹Rabe û rêve here›? 6 Lê ji bo ku hûn bizanin ku desthilatiya Kurê* Mirov
heye ku li ser rûyê erdê li gunehan bibihûre…» Hingê ji yê felcî
re got: «Rabe, nivînên xwe hilîne û here mala xwe.» 7 Û ew jî
rabû û çû mala xwe. 8 Gava ku
elaletê ev yek dît, tirsiya û pesnê Xwedayê ku desthilatiya weha daye
mirovan dan.
Îsa
Gazî Metta Dike
9 Gava Îsa ji wê derê çû, wî mirovek bi navê Metta*
li cihê bacxanê rûniştî dît. Îsa ji wî re got: «Li pey min
were.» Metta jî rabû û li pey wî çû.
10 Çaxê ku Îsa li mala Metta li ser xwarinê bû, gelek
bacgir* û gunehkar hatin, bi wî û şagirtên wî re li ser sifrê rûniştin.
11 Dema ku Fêrisiyan* ev yek dît, wan ji şagirtên wî
pirsî: «Çima Mamosteyê we bi bacgir û gunehkaran re xwarinê dixwe?»
12 Gava Îsa ev
bihîst, got: «Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm* in. 13 Îcar hûn herin û mana peyva: ‹Ez rehmê dixwazim,
ne goriyê*› hîn bibin. Ji ber ku ez nehatime gazî yên rast bikim,
lê ez hatime ku gazî yên gunehkar bikim.»
Pirsa
Rojîgirtinê
14 Hingê şagirtên Yûhenna* hatin ba Îsa û ji wî
pirsîn: «Çima em û Fêrisî gelek caran rojiyê digirin, lê şagirtên
te rojiyê nagirin?» 15 Wî ji wan re got: «Heta ku zava bi wan re be, ma dibe
ku xelkê dawetê şînê bigirin? Lê rojên ku zava ji wan bê standin
wê bên û hingê ewê rojiyê bigirin.
16 «Tu kes bi perçê qumaşê ku neçûye hev, cilê
kevin pîne nake, çimkî ew pînê ku hatiye lêxistin ji cil dikeve û
cihê qetiyayî hê xerabtir dibe. 17 Ne jî kes
şeraba nû dixe meşkên kevin. Eger bixeyê, meşk diteqin, şerab
dirije û meşk ziyan dibin. Na, şeraba nû dixin meşkên nû û herdu
jî tên parastin.»
Vejandina
Keçikê û Qencbûna Jinikê
18 Gava ku Îsa ev digotin, serekek hat, li ber wî çû
ser çokan û got: «Ha niha keça min mir. Lê were û destê xwe deyne
ser wê, ewê bijî.» 19 Îsa rabû
û tevî şagirtên xwe li pey wî çû.
20 Di wê navê de jinikek ku ji diwanzdeh salan ve xwîn
jê diçû, ji paş Îsa ve hat û destê xwe li rêşiyên* kirasê wî
da. 21 Jinikê di
dilê xwe de digot: «Bi tenê ez destê xwe li kirasê wî bidim, ezê
qenc bibim.» 22 Îsa zivirî, ew dît û jê re got: «Bi zirav be keça
min, baweriya te tu qenc kirî.» Û jinik ji wê gavê ve sax bû.
23 Gava Îsa ket mala serekê kinîştê*, bilûrvan û
elaleta ku dikirin qîjeqîj dîtin, 24 wî got: «Xwe bidin aliyekî. Keçik nemiriye, lê ew
di xew de ye.» Îcar ew pê keniyan. 25 Piştî ku elalet hat derxistin derve, ew ket hundir,
wî bi destê keçikê girt û keçik rabû. 26 Ev xeber li seranserê wê herêmê belav bû.
Îsa
Du Mirovên Kor Qenc Dike
27 Gava Îsa ji wir derbas dibû, du mirovên kor li pey
wî hatin û bi qîrîn gotin: «Li me were rehmê, ey Kurê* Dawid!» 28 Çaxê Îsa
gihîşt malê, mirovên kor hatin ba wî. Hingê Îsa ji wan pirsî:
«Hûn bawer dikin ku ez dikarim vê bikim?» Koran lê vegerand û gotin:
«Erê, ya Xudan.» 29 Hingê Îsa destê xwe danî ser çavên wan û got: «Bila
li gor baweriya we ji we re bibe.» 30 Û çavên wan vebûn. Wî bi hişkî tembîh li wan kir û got:
«Binêrin! Bila tu kes bi vê nezane.» 31 Lê ew derketin, wan navê wî li
seranserê wê herêmê belav kir.
Îsa
Mirovekî Lal Qenc Dike
32 Çaxê ku ew derketin, mirovekî lal û cinoyî anîn ba
Îsa. 33 Gava ku cinê wî
hat derxistin, mirovê ku lal bû peyivî. Elalet şaş ma û got: «Li
Îsraêlê tiştekî weha qet nehatiye dîtin.» 34 Lê Fêrisiyan got: «Ew bi destê mîrê cinan, cinan
derdixe.»
Dilşewatiya
Îsa
35 Îsa li hemû bajar û gundan digeriya, di kinîştên*
wan de hîn dikir, Mizgîniya* Padîşahiyê dida û hemû êş û nexweşî
qenc dikirin. 36 Gava wî elalet dîtin, dilê wî bi wan şewitî.
Çimkî ew mîna miyên bê şivan ên şaşbûyî û belavbûyî bûn. 37 Hingê wî ji şagirtên xwe re got: «Dexil gelek e,
lê pale hindik in. 38 Loma lava ji
Xudanê dexlê bikin, da ku ji bo dexla xwe paleyan bişîne.»
|