Îsa û Yûhennayê imadkar
11 1Piştî
ku Îsa şîret li her diwanzdeh şagirtên xwe kir, ew ji wir çû bajarên
wan, da ku hîn* bike û Mizgîniyê bide.
2Gava Yûhenna* di
girtîgehê de bihîst ku Mesîh çi dike, wî şagirtên xwe şandin ba wî
3ku ji wî bipirsin: "Ma ewê ku wê bihata tu yî, an divê
em li benda yekî din bimînin?" 4Îsa weha li wan
vegerand: "Herin tiştên ku we bihîstine û dîtine ji Yûhenna re
bêjin: 5Kor dibînin, şil û şeht rêve diçin, kotî paqij
dibin, ker dibihîzin, mirî radibin û Mizgînî digihîje belengazan. 6Xwezî
bi wî kesî ku li ser min nekeve şikê."
7Gava ku şagirtên Yûhenna
diçûn, Îsa dest pê kir û ji elaletê* re li ser Yûhenna peyivî:
"Hûn çûn çolê ku çi bibînin? Ma
çîtikeke ku li ber bayê diheje? 8Heke na, hûn çûn ku çi
bibînin? Ma mirovekî ku cilên nermîn li xwe
kirine? Va ye ew ên ku cilên nermîn li xwe dikin di qesrên padîşahan
de ne. 9Naxwe hûn derketin ku çi bibînin? Ma pêxemberekî?
Erê, ez ji we re dibêjim ku ji pêxemberekî jî meztir e. 10Ev
ew e yê ku weha li ser wî hatiye nivîsîn:
'Va ye, ez qasidê xwe li pêşiya te dişînim,
Ewê beriya te riya te amade bike.'
11Bi rastî ez ji we re dibêjim: Di nav ên ku ji jinan bûne
de, yekî ji Yûhennayê imadkar* meztir derneketiye. Lê di Padîşahiya
Ezmanan de yê herî biçûk ji wî meztir e. 12Ji roja Yûhennayê
imadkar û heta niha, Padîşahiya Ezmanan bi zorê li ber xwe dide û yên
zordar wê bi dest dixin. 13Çimkî hemû pêxemberan û Şerîetê
heta dema Yûhenna pêxemberîtî kirin. 14Û heke hûn
bixwazin bipejirînin, Êlyasê ku diviya bihata ew e. 15Yê ku
guhên wî hene bila bibihîze.
16"Îcar ez vî nifşî bişibînim çi? Ew mîna wan
zarokan in ku li meydanan rûniştine û gazî hevdû dikin 17û
dibêjin: 'Me ji bo we li bilûrê xist, lê hûn nereqisîn; me lorand,
we şîn negirt.' 18Çimkî Yûhenna hat, ne dixwar û ne jî
şerab vedixwar, lê ew dibêjin: 'Cinên wî hene.' 19Kurê*
Mirov hat, dixwe û vedixwe, îcar dibêjin: 'Va ye xwere û serxweş,
hevalê bacgir * û gunehkaran. Lê şehrezayî bi kirinên xwe rast kifş
dibe.'
Bajarên bêbawerî
20Hingê Îsa dest pê kir li wan bajaran hilat*, ku di wan de
gelek keramet nîşan dabûn. Çimkî ew ji gunehên xwe venegeriyabûn. 21"Wey li te Xorazînê! Wey li te Beytsaydayê! Heke
ew kerametên ku li nav we hatin kirin, li Sûr* û Saydayê bihatana
kirin, ewê ji zû ve di nav xirarî* û xweliyê de ji gunehên xwe
vegeriyana. 22Lê ez ji we re dibêjim, di roja hukum de wê
rewşa Sûr û Saydayê ji ya we çêtir be. 23Û tu hey
Kefernahûm! Ma tê heta bi ezmanan bêyî bilindkirin? Na, tê heta bi
diyarê* miriyan herî xwarê. Heke ew kerametên ku li nav te hatin
kirin, li Sodomê* bihatana kirin, ewê heta îro li cihê xwe bima. 24Lê
ez ji we re dibêjim ku wê di roja hukum de rewşa Sodomê ji ya we çêtir
be."
Îsa ji Bavê xwe re şikir dike
25Hingê Îsa got:
"Ez ji te re şikir dikim, ey Bavo*, Xudanê erd û ezmên! Çimkî
te ev tiştên ha ji şehreza û aqilmendan veşartin û ji zarokên biçûk
re diyar kirin. 26Erê Bavo, çimkî li ba te ya bi dil ev bû.
27"Her tişt ji
aliyê Bavê min ve ji min re hat dayîn. Ji bilî Bav * tu kes bi Kur
nizane û ji bilî Kur û yên ku Kur dixwaze Bav bi wan bide naskirin tu
kes jî bi Bav nizane.
28"Werin ba min,
ey hemû yên westayî û bargiran, ezê rihetiyê bidim we. 29Nîrê
min deynin ser stûyê xwe û ji min hîn* bibin. Çimkî ez dilovan û ji
dil nefsbiçûk im, hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin. 30Çimkî
nîrê min hêsanî û barê min sivik e."
|