Pirsa
Roja Şemiyê
12 1 Hingê Îsa rojeke* Şemiyê di nav dexlan re derbas dibû.
Şagirtên wî birçî bûbûn û dest pê kirin, simbil çinîn û
xwarin. 2 Gava ku Fêrisiyan* ev yek dît, wan ji wî re got: «Binêre!
Şagirtên te tiştê ku roja* Şemiyê nabe dikin.» 3 Îsa li wan vegerand û got: «Ma we nexwendiye ku
Dawid* çi kir, gava ew û yên pê re birçî bûn? 4 Ew ket Mala* Xwedê, wî û yên bi wî re nanê* pêşberiyê
xwarin, ku ji bo wî û yên bi wî re çênedibû, lê bi tenê ji bo kahînan*
bû.5 Ma we di Şerîetê de nexwendiye ku kahîn* di rojên*
Şemiyan de, di Perestgehê* de roja Şemiyê xera dikin û dîsa jî bêsûc
in? 6 Lê ez ji we
re dibêjim yekî ji Perestgehê meztir li vir e. 7 Eger we mana vê gotina ‹Ez rehmê dixwazim, ne goriyê*›
bizaniya, weyê yên bêsûc sûcdar dernexistana.a 8 Çimkî Kurê* Mirov Xudanê roja Şemiyê ye.»
Qenckirina
Mirovekî Desthişkbûyî
9 Îsa ji wê derê rabû, çû kinîşta wan. 10 Li wir mirovek hebû, ku destê wî hişkbûyî bû. Ji
bo ku Îsa sûcdar bikin, wan jê pirsî: «Ma cayîz e ku mirov roja* Şemiyê
nexweşan qenc bike?» 11 Îsa ji wan re got: «Ma kî ji we miyeke wî hebe û
roja Şemiyê bikeve çalê, ew wê nagire û dernaxe? 12 Îcar mirov hê çiqas ji miyê hêjatir e!
Loma roja Şemiyê qencîkirin dibe.» 13 Piştre Îsa ji zilam re got: «Destê xwe dirêj bike.» Wî jî dirêj
kir û wek destê din qenc bû. 14 Lê Fêrisî derketin derve û bi
hev şêwirîn ku ewê çawa Îsa bidin kuştin.
Xulamê
Xwedê Yê Bijare
15 Ji ber ku Îsa bi vê yekê dizanibû, xwe ji wir da
aliyekî. Elaleteke mezin li pey wî çûn û wî hemû nexweşên wan
qenc kirin. 16 Wî li wan hişk emir kir ku nebêjin ew kî ye, 17 da ew peyva ku bi devê Îşaya pêxember hatibû gotin
bê cih:
18 «Va ye xulamê min ê ku min bijartiye,
Yê ku ez jê hez dikim û bi dilê min e.
Ezê Ruhê xwe deynim ser wî
Û ewê edaletê bi miletan bide zanîn.
19 Ew pev naçe û naqîre
Û tu kes dengê wî li kuçeyan nabihîze.
20 Çîtika perçiqandî naşkêne,
Û fitîla ku dû dike natemirîne,
Heta ku edaletê bigihîne serketinê.
21 Û milet wê hêviya xwe bi navê wî ve girêdin.»
Îsa
Cinan Derdixe
22 Hingê wan yekî cinoyiyê kor û lal anî ba Îsa û wî
ew qenc kir, êdî hem peyivî û hem jî dît. 23 Tevahiya elaletê şaşmayî ma û gotin: «Gelo Kurê*
Dawid ev e?» 24 Lê gava ku Fêrisiyan ev bihîst, wan got: «Ev mirov
bi destê mîrê cinan Belzebûl*, cinan derdixe.» 25 Îsa bi fikrên wan dizanibû û ji wan re got: «Her
padîşahiya ku di nav wê de dubendî hebe wêran dibe û her bajar an
mala ku di nav wê de dubendî hebe, namîne. 26 Eger Îblîs* Îblîs derxe, di nav wî de dubendî
heye. Êdî padîşahiya wî wê çawa bimîne? 27 Eger ez bi Belzebûl cinan derxim, ma kurên we wan bi kê
derdixin? Ji ber vê yekê ewê bibin dadgerên* we. 28 Îcar, eger
ez bi Ruhê* Xwedê cinan derdixim, hingê Padîşahiya* Xwedê gihîştiye
we. 29 Nexwe çawa yek dikare bikeve mala mêrxasekî û tiştên
wî talan bike? Eger pêşî wî girêde, hingê dikare mala wî talan
bike.
30 «Yê ku ne bi min re ye, li hember min e û yê ku bi
min re nacivîne, belav dike. 31 Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim, her çêr* û
guneh wê li mirovan bê bihûrtin, lê li wê çêrkirina ku li Ruhê* Pîroz
tê kirin nayê bihûrtin. 32 Kî ku li
dijî Kurê Mirov gotinekê bêje wê li wî bê bihûrtin, lê kî ku li
dijî Ruhê Pîroz gotinekê bêje ne li vê dinyayê û ne jî li dinya
ku bê, li wî nayê bihûrtin.
Dar
û Berê Darê
33 «An darê qenc bikin, wê berê wê qenc be, an jî darê
xerab bikin, wê berê wê xerab be. Çimkî dar ji berê xwe tê
naskirin. 34 Hey nifşê* koremaran! Hûn bi xwe xerab in, çawa hûnê
bikarin tiştên qenc bêjin? Çimkî dev ji tijebûna dil dibêje. 35 Mirovê qenc
ji xezîna dilê xwe ya qenc tiştên qenc derdixe, lê mirovê xerab ji
xezîna dilê xwe ya xerab tiştên xerab derdixe. 36 Lê ez ji we re dibêjim, mirov wê ji bo her peyva pûç
a ku bêje, di Roja Dawî de hesab bide. 37 Çimkî tê bi peyvên* xwe bêsûc û bi peyvên xwe sûcdar
bêyî derxistin.»
Nîşana
Ûnis
38 Hingê ji Fêrisî û Şerîetzanan
hinekan ji wî re got: «Mamoste, em dixwazin ku nîşanekê ji te bibînin.»
39 Lê Îsa bersîva wan da û got: «Nifşê xerab û zînakar li nîşanekê
digere, lê ji nîşana Ûnis* pêxember pê ve, nîşaneke din jê re nayê
dayîn. 40 Çawa ku ‹Ûnis sê roj û sê şevan di zikê masiyê
mezin de ma›, wusa jî Kurê Mirov wê sê roj û sê şevan di dilê
erdê de bimîne. 41 Di Roja Dawî de xelkê Nînewê wê bi vî nifşî re
rabe û wî sûcdar derxe. Çimkî wan bi danezana Ûnis tobe kir û va
ye, yekî ji Ûnis meztir li vir e. 42 Şahbanûya*
Başûr wê di Roja Dawî de bi vî nifşî re rabe û wî sûcdar derxe.
Çimkî ew ji wî kujê dinyayê hat, da ku guhdariya şehrezayiya Silêman*
bike û va ye, yekî ji Silêman meztir li vir e.
Vegerîna
Ruhê Xerab
43 «Çaxê ku ruhê nepak ji mirov derdikeve, ew di cihên
bêav re derbas dibe, ku li rihetiyê bigere, lê nabîne. 44 Hingê ew dibêje: ‹Ezê vegerim mala xwe ya ku ez jê
derketime.› Îcar tê û dibîne ku ew vala, maliştî û xemilandî ye.
45 Hingê ew diçe, heft cinên din ên ji xwe hê xerabtir
tîne ba xwe û dikevinê û li wê derê rûdinin. Êdî halê wî mirovî
yê dawî ji yê pêşî xerabtir dibe. Wê weha bê ser vî nifşê xerab
jî.»
Dê
û Birayên Îsa
46 Hê ku Îsa ji elaletê re dipeyivî, dê û birayên wî
li derve rawestan, xwestin ku bi wî re bipeyivin. 47 Yekî jê re got: «Va ye, diya te û birayên te li
derve ne û dixwazin ku bi te re bipeyivin.» 48 Îsa li wî vegerand û got: «Diya min kî ye û birayên
min kî ne?» 49 Bi destê
xwe şagirtên xwe nîşan da û got: «Va ne, diya min û birayên min. 50 Çimkî kî ku daxwaza Bavê min ê li ezmanan bike,
birayê min, xwişka min û diya min ew e.»
|